KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HDP: Şaredariya Qersê ya gel e, ne ya çeteyan
Rêxistina Bajêr a HDP'ê ya Qersê got, ''Em ê nehêlin ku destkeftiyên gel badilhewa bikin. Şaredariya Qersê ya gel e, ne ya çeteyan''. -
Gerîlayan li Şemzînanê li dagirkeran xistin
Gerîlayên HPG/YJA Star li Şemzînanê li dijî artêşa Tirk a dagirker rêze çalakî lidar xistin. Di van çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatin kuştin. -
Arteşa Tirk agir berda herêmê, gundî jî hewl didin vemirînin
Li herêma Omeryanê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, ji ber operasyona artêşa Tirk ku şer lê qewimî şewat derket. Ji ber ku destûr nayê dayin ku arkuj şewatê vemirînin, gundî ketin nava liv û tevgerê ku şewatê vemirînin. -
'Mertalên Zindî' li dijî dagirkeriya Tirk tevgeriyan
Komek ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser xaka Kurdistanê, weke mertalên zindî ber bi herêmê ve bi rê ketin. -
Welatiyên Omeryanê ji bo tefandina şewatê banga alîkariyê kirin
Şewata li herêma Omeryan a ku piştî şer derketibû, her ku diçe mezin dibe. Ekîbên agirkujiyê û welatiyên herêma Omeryanê hewl didin şewatê bitefînin, ji hêla leşkerên Tirk ve tên astengkirin. Niştecihên herêmê bang li dilxwazan kir ku bên herêmê. -
HPG: Êrîşa li dijî sivîlan beşek ji plana dagirkeriyê ye
HPG'ê diyar kir, dewleta Tirk bi zanebûn û bi rêk û pêk bombeyan li qadên sivîlan ên li Başûrê Kurdistanê dibarîne û destnîşan kir, ev êrîş beşek ji plana dagirkeriyê ye. HPG'ê diyar kir, divê gelê Kurd li her qadê li dijî dagirkeran li ber xwe bide. -
Karadag nayê dermankirin
Remziye Karadag a li Girtîgeha Girtî ya Jinan Tîpa T a Xarpêtê tê hiştin, ji ber ku tevlî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bû nayê dermankirin. -
Recep: Divê li dijî êrîşan rêveberên Iraqî bikevin tevgerê
Parlementer Yusra Recep li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li Parlementoya Iraqê daxuyaniyek da çapemeniyê, bang li Serokwezîrê Iraqê û Serokê Parlementoyê kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bikeve tevgerê. -
HPG: Li Xakurkê 3 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Girê Şehîd Derwêş ê li Xakurkê li leşkerên Tirk ên dagirker dan. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin. -
Saziyên li Mêrdînê: Mexsûs daristan tên şewitandin
Saziyên sivîl ên li Mêrdînê nerazîbûn nîşanî şewitandina daristanan ên bi destê artêşa Tirk dan. Saziyan diyar kirin ku divê şewata li Omeryanê were tefandin. -
Ceza li Hevserokê HDP'ê yê navçeyê hate birîn
Salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê HDP’ê yê navçeya Doganşehîrê ya Meletiyê Mehmet Aydiner hate birîn. -
Li Omeriyan şer û şewat
Li herêma Omeriyanê ya Nisêbînê şer qewimî û şewat derket. -
Li Amedê hevşaredarên HDP'yî li hev rûniştin
Li Amedê hevşaredariyên navçeyan ên HDP'ê û Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ji bo çareseriya rêveberiya herêmî li hev rûniştin. -
Sûlav di nava metirsiya HES'ê de ye
Çavkaniya Sûlava Kanîspî ya li navçeya Şaxê ya Wanê Çemê Sortkin e. Projeya Santrala Hîdroelektrîk (HES) ku tê xwestin li ser wî çemî bê çêkirin rê li ber nerazîbûnan vedike. -
'Wateyeke dîrokî ya peyama Ocalan a ji bo Êzidiyan heye'
Hevserokê Desteya Rêveber a Meclîsa Şengalê Faris Herbo peyama Ocalan a ji bo civaka Êzidî nirxand û got, "Peyama Ocalan ji bo Êzidiyan xwedî wateyeke dîrokî ye." -
Artêşa Tirk bombe li nêzî navendeke PDK'ê barand
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di saetên êvarî de benzînxaneyeke ya Amêdiyê ya nêzîkî navenda 18’an a Partiya Demokrat a Kurdistan bomberdûman kir. -
Operasyona şervanên YBŞ’ê ya li dijî DAÎŞ’ê didome
Operasyona şervanên YBŞ’ê û artêşa Iraqê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê didome. -
HPG: Ji Xakurkê heta Serhedê derbên giran li dagirkeran hate xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Amed, Xakurkê û Serhedê derbên giran li dagirkeran xistine. Li gorî HPG’ê li Xakurkê herî kêm 4 û li Serhedê jî herî kêm 20 leşker hatine kuştin. -
Nûnerên NY'ê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin
Endamên Komîsyona Yekîtiya Navbera Parlamenteran a Neteweyên Yekbûyî (NY) serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. -
Li ser rêya Bazîd-Agiriyê derba giran li artêşa Tirk hate xistin!
Hate ragihandin, li ser rêya Bazîd-Agiriyê li dijî artêşa Tirk a dagirker, hêzên gerîla çalakiyeke berfireh kirine. -
Li Heskîfê êrîşa polîsan: 33 kes hatin destgîrkirin
Ciwanên HDP'î xwestin li dijî hilweşandina Heskîfê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê bûn hedefa êrîşa polîsan. Ji ber êrîşê yek jê rojnamevan 33 kes hatin destgîrkirin. -
Aktaş ê ku li Cizîrê hatibû qetilkirin, lêpirsîn lê hate vekirin!
Gerînendeyê Karê Nivîsaran ê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê ku li Cizîrê hatibû qetilkirin jî tê de, li 26 rojnamegeran lêpirsîn hate vekirin. -
‘Kurd bi peyva Kurdistan nayên xapandin’
Welatiyên Amewê axaftina Bînalî Yildirim a Amewê "nejidil" nirxandin û gotin: “Tu gotinên AKP’ê ji hev nagrin. Em ne zarokin ku me bixapînin. -
Gerîlayên HPG'ê: Em bi ruhê Şêladizê li ber xwe didin
Dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dixwaze Xakurkê dagir bike û qada Bradostê vala bike. Gerîlayên HPG'ê diyar kirin ku wê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi ruhê Şêladizê li dijî dagirkeran li ber xwe bidin. -
YBŞ’ê bi berxwedaneke mezin êrîşa DAÎŞ’ê şikand
Du şev saet 00:00 li gundê Helluş ya girêdayî Mediban ya bi ser bajarê Şengalê ve çeteyên DAÎŞ’ê xwastin êrîşê gelê vê heremê bikin. Hêzên YBŞ’ê bi bersivdayînekê mezin ev êrîş şikandin.