KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Parêzer Oflas: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebûye
Parêzer Bariş Oflas diyar kir, li Îmraliyê tecrîdeke taybet heye û got, hevdîtina ku 2'ê Gulanê pêk hat nayê wateya bi dawîbûna tecrîdê. Oflas destnîşan kir, rewşa ne diyar didome. -
Polîsan li Silopyayê êrîş bire ser dayikan
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîş bire ser dayikên girtiyan ên xwestin bi daxuyaniyekê balê bikişînin ser grevên birçîbûnê. Hinek dayik û parlementera HDP’ê Nûran Îmîr ên rewşa wan giran bûn rakirin nexweşxaneyê. -
Parêzerê Ocalan: Biryar ne nû ye, bicih naînin
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mezlûm Dînç, li ser daxuyaniya Wezîrê Edaletê daxuyaniyek da û got: “Qedexe 22’yê Nîsanê hatibû rakirin.” -
Li Amedê dayikan dorpêça polîs nas nekirin
Malbatên girtiyan li navçeyên Rezan, Bismil û Liceyê berxwedana xwe ya li dijî tecrîdê didomînin. -
Li Barzanê li leşkerên Tirk hate xistin: 6 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Star li dijî leşkerên Tirk ên li Barzanê çalakî kirin. Di çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin 6 leşker hatine kuştin. Artêşa Tirk a ji gerîla derbên giran dixwin, êrîşên xwe yên li ser sivîlan didomîne. -
Ciwanên Başûrî serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin
Endamên du tevgerên ciwanan ên Başûrê Kurdistanê, serdana berxwedêrên li Silêmaniyeyê kirin ku li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne. -
Li Amediyê wesayita leşkerên Tirk hate teqandin
Li herêma Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê, dema ku wesayîta leşkerên Tirk derbas dibû, teqînek pêk hat. -
HPG: Em şehîdên Amed û Sêrtê bi hurmet bi bîr tînin
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir û got ku “Em sozê didin ku em ê alaya têkoşînê ya ku rêhevalên me ji me re hiştine, bigihînin serfiraziyê.” -
Girtiyan name ji Ozdemîr re şandin ên ku di rojiya mirinê de ye
Girtiyan name ji Menduh Merwan Ozdemîr re şandin ên ku di rojiya mirinê de ye. Girtiyên li Wanê gotin ku ‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîdê bişkînin’ -
Girtiya bi xwînê vedireşe: Çalakiya min wê bidome
Çalakger Gullu Daşçi ku li Girtîgeha Girtî Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye verdişe û xwîn ji devê wê tê. Daşçi tevî vê yekê jî eşkere kir ku wê çalakiya xwe bidomîne. -
Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP'î Karak hate destgîrkirin
Endamê Meclîsa Şaredariya Pirsûsê Abdurrezak Karak, ji aliyê polîsên Tirk ve hate destgîrkirin. -
'Şehîdên meha Gulanê bi bedena xwe meşaleya azadiyê vêxistin'
Gerîlayên HPG û YJA Starê şehîdên 18'ê Gulanê bi bîr anîn û diya rkirin, şehîdên meha Gulanê xwe ji bo azadiya gelên bindest feda kirine. Gerîlayan gotin, "Şehîdên meha Gulanê bi bedena xwe meşaleya azadiyê vêxistine." -
PKK'ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî
PKK: Weke ku tê zanîn, beriya 42 salan her tiştên bi navê partiyê û berxwedanê li Kurdistanê pêk hatin, ji bo bîranîna hevrê Hakî Karer pêk hatin. Rêber Abdullah Ocalan dibêje, 'Jiyana rast, rastiya şehîdan e'. -
Malbatên girtiyan li Amedê çalakî kirin
Dayikên ku ji bo daxwazên zarokên wan ên di grevê de ne bên bicihanîn li Amedê di çalakiyê de ne, dîsa bi astengiya polîsan re rû bi rû man. -
Dewleta Tirk sivîlek qetil kir, balefireke keşfê ket xwarê
Balefireke keşfê ya dewleta Tirk li nêzî Amêdiyê ket xwarê. Di êrîşa balefirên şer ên dewleta Tirk de sivîlek hate qetilkirin. -
KCD: Li dijî bişavtinê berxwedan mezin dibe
KCD’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û diyar kir ku gelê Kurd, tevî hemû polîtîkayên zext û bişavtinê, xwedî li zimanê xwe derdikeve. -
Li Patnosê êrîşî dayikan hate kirin
Leşkerên Tirk li Patnosê dayikên girtiyan asteng kir û bi devkî êrîşî parlementeran kir. Leşkeran nehiştin ku bi Kurdî were axaftin. -
Grevên li Başûrê Kurdistanê bi biryardarî didomin
Grevên li navendên cuda yên Başûrê Kurdistanê yên dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin. Grevên li Başûr bi biryardarî didomin. -
Dayikên li Wêranşarê faks ji Wezareta Edaletê re şandin
Dayikên li Wêranşarê xwedî li zarokên xwe derketin yên ku di greva birçîbûnê de ne û xwestin bila tecrîd were rakirin. Dayikan faks ji Wezareta Edaletê re şandin. -
Li Bedlîsê derketina derve hate qedexekirin
Li 14 gund û gundikên navenda Bedlîsê derketina derve hate qedexekirin. -
Rapora Şirnexê: Rewşa girtiyan ne baş e, divê tecrîd rabe
Di raporê de ku ji aliyê ÎHD, TÎHV, ŞTB û SES’ê ve têkildarî Girtîgeha Şirnexê hatî hazirkirin, ku têkilî 22 girtiyên di greva birçîbûnê de ne , hat diyarkirin ku rewşa çalakgeran xerab dibe, çalakger bi zehmetî radikevin, ji hiş dikevin. -
'Hevdîtina bi parêzeran re nayê wateya bidawîbûna tecrîdê'
Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan diyar kir, hevdîtina bi parêzeran re nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye û got, "Hevdîtina piştî 8 salan kêm jî be bêhn aniye ber raya giştî, lê nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye." -
Dayikên girtiyan ên Cizîrî bang kirin: Dest bi din destê hev!
Dayikên girtiyan li navçeya Cizîr a Şirnexê hatin ba hev û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Dayikan qert ji bo girtiyan şandin. -
Li Cûdî 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Cûdî çalakiyeke sabotajê li dijî leşkerên Tirk pêk anîn. Di encama çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker birîndar bûn. -
Gerîlayê HPG’ê Haydar Gul hate veşartin
Gerîlayê HPG’ê Haydar Gul ê ku li Dêrsimê di şer de şehîd bû, cenazeyê wî hate veşartin.