KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
15 girtiyên din dest bi rojiya mirinê dikin
Berxwedana rojiya mirinê ya 30'ê Nîsanê li dijî tecrîdê dest pê kir, didome. 10'ê Gulanê wê 15 girtiyên din jî tevlî rojiya mirinê bibin. -
Li Amedê dayik li dijî tecrîdê meşiyan
Tevî astengiya polîsan jî dayikên li Amedê meşiyan û xwestin, tecrîd bi dawî bibe. -
Leşkerên derketin operasyonê derb xwarin: 13 leşker mirin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li herêma Gabarê li dijî leşkerên derketin operasyonê çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de 13 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Xizmên girtiyan li gel zexta polîsan jî çalakiyên xwe didomînin
Dayikên girtiyan ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê xwestin li Parka Koşûyolûyê çalakiyê bikin, lê belê polîsan li qada Batikentê ya Amedê dor li wan girtin. Li ser vê yekê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. -
Giyanê veşartî yê Ocalan: Hakî Karer
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: Gelek kes Hakî Karer weke çalakgerekî nas nake. Lê ew fermandarek bû, çalakgerek bû. Gelek çalakiyên li Dîlokê, şer û bombekirin bi yekîneya ku wî bi xwe bi rêxistin kir, pêk anî, pêşengî jê re kir. -
Rejîma AKP'ê dixwaz şaredariyên HDP'ê bike qereqol
Rejîma AKP'ê cîhazên X-ray û kulûbe danîn ber avahiyên şaredariyên HDP'î yên Cizîr, Hezex û Silopiyayê. Midûrekî emniyetê jî pişta xwe spart polîtîkaya bêcezahiştinê û diyar kir ku ew li dijî qanûnan tevdigere. -
'Rojiya mirinê fermana bilindkirina berxwedanê ye'
Ji fermandarên HPG'ê Rohat Amed diyar kir, rojiya mirinê ya li dijî tecrîdê ji bo wan fermana xurtkirina berxwedanê ye û got, "Bi navê HPG'ê em ê jî di vê çarçoveyê de tevbigerin." -
Ete yê HPG'yî piştî 9 mehan bi lîlandinan hate veşartin
Gerîlayê HPG'ê Alî Ete (Zagros Bahoz) ku 6'ê Tebaxa 2018'an bi êrîşeke hewayî li Dersimê şehîd bûyî, li Mêrdînê li gel zext û zordariya polîsan jî bi lîlandinan hate veşartin. -
Sedîq Sipêrtî: Berxwedana gelê Kurd wê faşîzmê têk bibe
Sedîq Sprêtî ku di greva birçîbûnê ya Mexmûrê de cihê xwe digre anî ziman, ku berxwedana gelê Kurd wê faşîzmê têk bibe. -
Ger û geşt jî li bajarên Kurdistanê qedexe ye
Di navbera Wan-Agirî û Wan-Îdirê de bi dehan bendên kontrolê hene. Ji ber van bendên kontrolê mirov nikarin bi hêsanî bigerin. Rewş ne kêmî Rewşa Awarte ye. -
'Ji bo bidawî bibe bila hikumet bêje; tecrîd bi dawî bûye'
Wekîlên HDP'ê yên bi mehan e di greva birçîbûnê de ne diyar kirin, ku ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin divê hikumet eşkere bike ku dawî li tecrîdê hatiye. -
Xizmên girtiyan bal kişandin ser rojiya mirinê
Endamên Şaxê ÎHD'ê yê Dîlokê û xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Girtî Tîpa H a Dîlokê bal kişandin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê. -
Li Êlihê êrîşî xizmên girtiyan kirin: 19 kes hatin destgîrkirin
Polîsan li Êlihê êrîşî xizmên girtiyan kir ên ku dixwestin li pêşiya Girtîgeha Tîpa M a Êlihê daxuyaniyê bidin. Polîsan 19 kes destgîr kirin. -
Nasnameya 2 gerîlayan hate eşkerekirin
Nasnameya 2 gerîlayên YJA Starê ku 1'ê Gulanê li Pîranê ya Amedê şehîd bûbûn hate eşkerekirin. -
Dadgeriya Tirk biryar da ku rojnamevan Kîbriye Evren dîl bimîne
Di rûniştina doza rojnamevan Kîbriye Evren de ku di greva birçîbûnê de ye, dadgeriya Tirk biryar da ku 'dîl' bimîne. -
Gerîla ji hewayê ve li Qereqola Girê xist
Gerîlayên HPG/YJA Starê ji hewayê li Qereqola Girê ya li Çelê xistin. Avahî û çeperên li nava qereqolê gelek caran hatin bombekirin. -
Li pêşiya Şaredariya HDP'î polîs hatin bicihkirin
Wezareta Karên Hundir a Tirk li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya HDP'î polîs bi cih kir. -
Kalkan: Gotinên dawîn ên Denîzan gelekî girîng e
Dûran Kalkan: Rêber Apo gotinên dawîn ên Denîz Gezmîşan ji xwe re kiribû wekî wasiyetekê. Rêber Apo ji bo wê demê digot “Bîra min û wijdanê min qebûl nedikir ku ez li hemberî wê rewşê bêhelwest bim. Lêgerîna min, li ser wî esasî dest pê kir.” -
Çeteyên DAÎŞ'ê li Kerkûkê êrîş kirin: 3 polîs mirin
Çeteyên DAÎŞ'ê li Kerkûkê êrîşî nuqteyeke polîsan kirin. Di êrîşa çekdarî de 3 polîsên Iraqî mirin, 2 jî birîndar bûn. -
NPG'ê gerîlayên tevlî çalakiya Bêzokê bûn pîroz kir
Fermandariya Biryargeha NPG'ê gerîlayên tevlî çalakiya li dijî Qereqola Bêzokê bûn, pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em hevrêyên Apoyî yên fedayî ku tevlî vê çalakiyê bûne û ev çalakî bi şêweyekî afirîner pêk anîne careke din pîroz dikin." -
Andok: Pêngava heyî ji bo bidawîkirina faşîzmê ye
Endamê Rêveberiya KCK'ê Xebat Andok diyar kir, faşîzm bi tecrîdkirinê şênber bûye û got, "Pêngava hatiye destpêkêkirin ji bo bidawîkirina faşîzmê ye." Andok got, " Di demeke wiha de pêwîste mirov wijdan û hestên xwe di ber çavan re derbas bike." -
'Ez ji bo zarokên xwe li ber xwe didim'
Hayriye Demîr ku kurê wê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, anî ziman ku emrê wê i ber deriyê zindanan derbas bûye. Demîr got, "Em naxwazin mirov li zindanan bimirin, lewma divê tecrîd tavilê bi dawî bibe." -
'Tecrîd bi dawî nebe, berxwedan jî bi dawî nabe'
Ergîn Akhan ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherand rojiya mirinê, diyar kir ku heta tecrîda di şexsê Ocalan de li gel tê ferzkirin bi dawî bibe, wê berxwedan bidome. -
KCK: Tecrîd bi dawî nebûye, daxwazên berxwedêran bi cih nehatine
KCK: Tecrîd bi dawî nebûye, daxwazên berxwedêran bi cih nehatine. Tenê ji bo bidawîkirina zextên raya giştî ya hundir û derve ya berxwedêran pêkanî û lewazkirina berxwedanê, parêzer hatine şandina Îmraliyê. -
Artêşa Tirk Şêladizê bombe kir
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û topan derdora Şêladizê bombe kir.