KURDISTAN
YRK’ê têkildarî şer û pevçûnên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku tu hevalên wan li herêma Serdeştê şehîd nebûne û divê gelê me baweriya xwe bi wan gotegotan neyne.
KCK: Em dixwazin vê yekê bi eşkere destnîşan bikin; Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me ya Azadiyê emrîwawiyekê qebûl dike. Bi gotina 'Me qanûn derxist, qebûl nakin' nirxandin û ferzkirina polîtîkaya şerê taybet, wê bibe nêzîkatiyeke dûrî aqil.
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê qurbaniyên komkujiya Madimakê bi bîr anî û got, "Xwedîderketina herî rast a li bîranîna şehîdan wê têkoşîna demokrasiyê be ku nehêle komkujiya 2'ê Tîrmehê careke din rû bide."
Şêniyên Amedê gotin, ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bimeşe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, berdana girtiyên siyasî û aştiya mayinde divê dewlet gavên şênber biavêje.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê di derbarê êrîşên dawî yên hêzên Supayê Pasdaran û operasyona Mahabadê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku di encama vê operasyonê de 4 hevrêyên wan şehîd bûne.
Hemû Nûçe
-
Li Lêlîkanê çalakî, li Amedê operasyon
Li girê Lêlîkanê di çalakiya gerîla de leşkerek hate kuştin, 5 jî birîndar bûn. Li Amedê jî di çalakiya dijî operasyonê de 5 leşker hatin kuştin. Di operasyonê de 5 gerîla şehîd bûn.
-
-
Endama KJK’ê Rûken: Dema têkoşîna civakî hatiye
Zerrîn Rûken a ku di nav Koordînasyona KJK’ê de ye, diyar kir ku pêngava hatiye destpêkirin wê bi berxwedana girtîgehan negihêje encamê û got ku “Divê li Ewropa û Bakur em pêngavê veguherînin têkoşîneke civakî.”
-
-
Karasû: Di 1'ê Gulanê de divê têkoşîna hevpar bê geşkirin
Karasû: 1'ê Gulanê divê bibe ew roj ku dijberên AKP-MHP'ê, hêzên ku li dijî faşîstan têkoşîna antî-faşîst dimeşînin li hev bicivin. Di 1'ê Gulanê de divê hêzên antî-faşîst û hêzên demokrasiyê li hev kom bibin. Divê têkoşîna hevpar bê geşkirin.
-
Ocalan: Destpêkê bibin hevrê
Ocalan got, "Di nava PKK'ê de çar şêweyên zewacê pêkane" û taybetmendiya van jî bi rengê; welatparêzî, partîbûn, şervanî û rêbertî/milîtaniyê pênase kir. Ocalan ji vê jî wêdetir got, "Destpêkê bibin hevrê. Hestên milkiyetê mirovan bi paş ve dibe."
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Kesayetiya ku xwe ji barbarîzma Tirk rizgar kiriye
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kesayetiya nimûneyî ya PKK'ê weke 'kesayetiya Rêbertî' bi nav dike û dibêje, "Ji ber ku ev kesayetî di dîroka hezar salî de cara yekê ye ku xwe ji barbarîzma Tirk rizgar kiriye."
-
-
-
-
Li Mêrdînê wesayîta Kobra hate îmhakirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Mahsertêya Mêrdînê çalakiyek li dar xistin û di çalakiyê de wesayîta zirxî ya Kobra hate îmhakirin û leşkerên di nava wê de hatin kuştin.
-
-
-
-
ERGF serdana Leyla Guven kir
Mahmûd Hasan parêzerê Sekreterê Giştî yê Eniya Rizgariya Gel a Filistinê (ERGF) Ahmed Saadet, serdana Leyla Guven kir.
-
-
HPG: Li Pîran û Çelê 3 leşker hatin kuştin
Li navçeya Pîran a Amedê û navçeya Çelê ya Colemêrgê di çalakiyên gerîla de 3 leşker hatin kuştin. HPG'ê diyar kir, li herêma Zê ji ber bomberdûmana balafirên şer 2 gerîla şehîd bûn.