KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Rêxistinên Elewiyan çûn serdana Leyla Guvenê
Komeleyên Elewiyan çûn serdana hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku 167 roj in di greva birçîbûnê de ye. -
Koma nû çalakiya li Wanê wergirt
Ji bo xwedîlêderketina grevên birçîbûnê çalakî hatibû destpêkirin. Koma 5’an çalakî dewr girt. -
Li Êlihê 20 xizmên girtiyan hatin destgîrkirin
Hêzên dewleta Tirk êrîş birin ser malbatên girtiyan ên dixwestin li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Polîsên dewleta Tirk herî kêm 20 kes destgîr kirin. -
140 gundên Biradostê daxwaza derketina artêşa Tirk kirin!
Welatiyên 140 gundên Biradostê ya Başûrê Kurdistanê, bal kişandin ser dagirkeriya dewleta Tirk û nameyek bi îmzeya 2 hezar kesî pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî, civaka navneteweyî, hikumetê Iraqê û herêma Kurdistanê kirin. -
'Êdî dema têkçûna Erdogan hatiye'
Gerîlayên HPG’ê di derbarê berxwedanên grevên birçîbûnê de gotin ku wê ev giyana berxwedêr dawî li faşîzmê bîne. -
Grevên birçîbûnê yên li Başûrê Kurdistanê didomin
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Başûrê Kurdistanê grevên birçîbûnê hatibûn destpêkirin. Greva birçîbûnê ya li Başûr didome. -
Dayik Teke: Em bibin dengê girtiyan
Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ku ji 1'ê Adarê ve di çalakiyê de ye girtî Mazlûm Teke ye. Dayika Teke Nezahat Teke got, "Ji bo bidawîbûna tecrîdê divê her kes rabe ser piyan. Werin em bi hev re bibin dengê girtiyan." -
'Pêngava berxwedanê wê bi 1'ê Gulanê re bigihêje asta bilind'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, gelê Kurd bi rengekî topyekûn li ber xwe dide û got, "Pêngava me ya berxwedanê ya li Kurdistanê wê bi 1'ê Gulanê re bigihêje asta bilind û di rêya serketina mayinde de wê bi pêş ve biçe." -
Ciwanên Şoreşger piştgiriya bi çalakiyên grevan re didomîne
Bi armanca şikandina tecrîda li ser Ocalan û piştevaniya bi grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven re destpê kiribû, Ciwanên Şoreşger ên Başûrê Kurdistanê çalakiyên xwe didomîne. -
Şehîd Bedran, Mehmet, Mûrat, Osman û Abdulkerîm hatin bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê şehîd Saît Tanit bi nasnav Bedran Cûdî û 4 milîsên bi navê Mehmet Tanit, Mûrat Atak (Zekî), Osman Îlhan û Abdulkerîm Îzer ên di encama êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastina Medyayê şehîd bûbûn li ser gora xwe hatin bibîranîn. -
Guneş: Her roja diçe rewşa Yagiz a tenduristî giran dibe
Her roja diçe rewşa tendirustiyê ya Nasir Yagiz ê li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 153 roj in di grevê de ye giran dibe. -
Girtiyê ku 108 roj in di grevê de ye sewq kirin
Selman Buyuktop ê 108 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de bêyî daxwaza xwe sewqî Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa T a Rihayê hat kirin. -
PAJK: Wê hêrsa gelê Kurd wekî volkanan biteqe
Koordînasyona PAJK’ê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê û diyar kir ku ew ê tu kes nikaribe pêşiya berxwedanê bigire. -
Li Dêrikê sê girtiyên hatine berdan, greva birçîbûnê didomînin
Girtiyên ku hatine berdan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malên xwe didomînin. Mahsûn Şen 108 roj, Mûrak Aksin 39 roj û Gûrbet Ektîren jî 98 roj in di çalakiyê de ne. -
Fermandariya NPG'ê çalakiya gerîla ya li Çelê pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) çalakiya gerîlayan a di 19’ê Nîsanê de pîroz kir a ku li dijî hêzên dagirker ên Girê Koordîneyê ya Qada Zapê hatibû lidarxistin. -
Li Kelarê çalakiya ciwanan a li dijî tecrîdê
Ciwanên herêma Kelarê ya Başûrê Kurdistanê li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiyek pêk anîn. -
121 salên medya Kurd
Rojnamevanê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê li ser "Roja Rojnamevanên Kurd" axivîn û diyar kirin, karê rojnamevaniyê û têkoşîna azadiyê ya gel bi hev re dimeşin, lewma wan hemû berdêl dane pêş çavên xwe. -
Gerîla Rûken: Berxwedan wê bi ser bikeve, tecrîd wê bi dawî bibe
Gerîlaya YJA Starê Rûken bal kişand ser bêdengiya dewletên dinyayê ya li pêşberî grevên birçîbûnê û destnîşan kir, hêviya wan ji kesî nîne, ew ê bi hêvî û têkoşîna xwe bi ser bikevin û dawî li tecrîdê bînin. -
Pîrînççîoglû: YSK ketiye bin sêwana AKP’ê
Hevşaredarê Peyasê Necatî Pîrînççîoglu diyar kir ku biryara YSK'ê ya têkildarî biryarnameyan wê civakê bişikîne û got: "YSK bi vê biryarê tam ketiye dibin sêwana AKP’ê û ji saziya serbixwe derketiye.” -
Çalakgerên li Wanê: Em xwedî li daxwazên wan derdikevin
Greva birçîbûnê ya li Wanê didome. Çalakgerên ku bi dorê tevlî grevê dibin, bang kirin. -
Kalkan: Erdogan hewl dide têkçûna xwe veşêre
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê pêvajoyeke nû dest pê kiriye û got, Erdogan hewl dide têkçûna xwe ya mezin a hilbijartinê veşêre. -
Li Qersê deynên şaredariyê li avahiya şaredariyê hate daliqandin
Şaredariya Qersê ya ku ji destê MHP’ê hatibû stendin, deynê wê bi pankarteke mezin li avahiya şaredariyê hate daliqandin. Di lîsteyê de tê dîtin ku 330 milyon û 380 hezar TL deynê şaredariyê heye. -
Li Amedê ciwanan rêya trafîkê girtin
Li navçeya Yenîşehîr a Amedê bi dehan ciwanan ji bo balê bikêşin li ser grevên birçîbûnê rêya trafîkê girtin. -
HPG: Gerîla ketin nava çeperên dijmin, 12 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiya 19'ê Nîsanê ya li Çelê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di çalakiyê de herî kêm 12 leşker hatine kuştin ku yek jê fermandar bû. -
Ayten Amed: Bêdengî xiyanet e
Endama Rêveberiya KJK'ê Ayten Amed got, "Bêdengiya li pêşberî greva birçîbûnê ku 7 hezar kesî bedena xwe dane ber mirinê, xiyanet e. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê çi ji destê kê tê divê bike."