KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Grevên li Başûrê Kurdistanê bi biryardarî didomin
Greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz a li Hewlêrê di roja 146'an de ye. Rewşa tenduristiyê ya Yagiz roj bi roj nebaş dibe. Grevên birçîbûnê yên li Silêmanî û Mexmûrê jî bi biryardarî didomin. -
Gerîlayê kedkar û rû li ken: Mehmet Şîrîn Îşlak
Mehmet Şîrîn Îşlak ku sala 2013'an tevlî nava refên PKK'ê bû, ji bo hilanîna tola êşên hatine kişandin, bi navê Firat Tolhildan di nava dîroka têkoşînê de deng veda. -
'Em nêzî serketinê ne'
Naîme Çelîk ku ji bo bidawîbûna tecrîdê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê kete greva birçîbûnê û piştî hate berdan jî çalakiya xwe dewam kir, anî ziman ku ew nêzî serketinê ne û bang li gelê Kurd kir ku xwedî li vîna xwe derkeve. -
Çalakiya Dagpinarê di roja 5’an de ye
Li bajarokê Dagpinar a Qersê ji bo Abûbekir Erkmen ê HDP’yî ku bi hinceta BHQ’yî ye mazbataya wî nehate dayîn, çalakiya ji bo Erkmen di roja 5’an de didome. -
KCK: Berxwedana li dijî xespkaran mafê herî rewa ye
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê nerazîbûn nîşanî xespkirina şaredariyên HDP’ê yên ji aliyê rejîma AKP’ê ve û diyar kir ku berxwedana gelê Kurd ya li dijî xespkaran mafê herî rewa yê gerdûnî ye. -
Li Amedê nerazîbûna li i dijî faşîzma BHQ’ê: YSK’ê derbeyek mezin li hiqûqê xist
Platfrorma Şaxên KESK’ê û Platforma Îxracbûyiyan yên Amedê têkildarî biryara YSK’ê ya ku mazbataeyan nadin “BHQ” iyan daxuyanî da û diyar kirin ku derbeke giran a li dijî hiqûqê ye. -
Li Iraqê goreke komî ya din jî hat vekirin
170 km nêzî bajarê Semawe yê girêdayî wîlayeta Mûtanna ya Iraqê goreke komî ku termê bi dehan kesan tê de ne, hate vekirin. -
Li Başûrê Kurdistanê qurbaniyên qirkirinê têne bibîranîn
Li Başûrê Kurdistanê qurbaniyên Enfalê yên dema rejîma Sedam têne bibîranîn. -
HPG'ê li herêma Serhedê li konvoya wesayitên zirxî xist
Gerîlayên HPG/YJA Starê, li ser rêya Bazîd-Îdirê li konvoyeke ji wesayitên zirxî ya artêşa Tirk xistin. Di çalakiyê de derbên giran li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hatin xistin. -
Polîsan li Amedê ciwanek qetil kir -NÛ BÛ I
Polîsên Tirk doh êvarê li Amedê gule berdan serê ciwanê bi navê Recep Hantaş û ew qetil kirin. -
KCD'ê şehîdên Enfalê bibîr anîn
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), şehîdên komkujiya Enfalê ku 33 sal beriya niha ji hêla rejîma Seddem Huseyîn ve hatibû kirin, bibîr anîn. -
Sîser heval bû, yek bû, yekîtî bû, fedayî bû
Nîsan bû. Xakurkê bi rengê kesk xemilî bû. Min ew li vir nas kir, yek ji wan kesan bû ku gelekî hez ji jiyanê dikir. Ji Geverê bû. Yek bû, yekîtî bû. Di fînalê de fedayiyek bû. -
Parêzer Zeytûn: Daxwazên berxwedêran qanûnî ne
Serokê ÎHD'ê Şaxê Amedê parêzer Abdullah Zeytûn li ser çalakiyên greva birçîbûnê axivî û got, "Çalakgerên greva birçîbûnê xwedî daxwazên gelekî rewa û qanûnî ne." -
Weqfa Tahir Elçî hate avakirin
Li ser navê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku li Sûrê hatibû qetilkirin “Weqfa Tahir Elçî” hate avakirin. -
Li Amedê di bin dorpêça polîsan de tecrîd hate protestokirin
Ligel dorpêçkirina polîsan endamên HDP’ê û xizmên girtiyan li Amedê hatin ba hev û tecrîd protesto kirin û ji bo grevên birçîbûnê bang kirin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Çetîner hate veşartin
Li Dêrsimê di êrîşa hewayî de gerîlayê HPG’ê Mûsa Çetîner (Çetîn Serhat) şehîd bûbû. Piştî 10 mehan cenazeyê wî li Sêwregê hate veşartin. -
Polîs nahêlin ku HDP’yî li ser tecrîdê daxuyaniyê bidin
Polîsan dora avahiya bajêr a HDP’ê girtin û destûrê nadin ku parlementer û hevşaredarên HDP’ê li ser tecrîd û grevên birçîbûnê daxuyaniyê bidin. -
Daxwaza mazbataya Barinç ê HDP’yî kirin
Di hilbijartina xwecihî de Selahattîn Barinç ê piştî ji bo endamtiya Meclîsa Giştî ya HDP’ê ya Şirnexê hate hilbijartin û şûnde mazbata xwe girt, bi hinceta bi BHQ’ê ji erkê hatiye girtin, daxwaza mazbata wî hate kirin. -
Balafirên şer ên Tirk Zap û Avaşîn bombe kirin
HPG’ê ragihand ku balafirên şer ên Tirk deverên Zapê û Avaşîn bombe kirine. HPG’ê anî ziman ku di bomberdûmanê de ti ziyan negihiştiye hêzên wan. -
Di navbera Heşdî Şebî û DAÎŞ’ê de şer rû da
Li Qaneqînê di navbera Heşdî Şebî û çeteyên DAÎŞ’ê de şer rû da. Di şer de 4 endamên Heşdî Şebî birîndar bûn. -
Ji radyoyê min guhdar kir; Kamûran şehîd bûye
Kamûran ber bi Şehrîbanê ve çû, ya ku tim ew dixwest, pêşniyar dikir û li bendê bû, ez jî ber bi Cûdî ve. Rojekê dema ku min li radyoyê guhdarî dikir hate gotin, şehîd bûye. Kamûran, romana wê nivîsîbû. -
Berxwedana Yagiz di roja 144'an de ye
Greva birçîbûnê ya li Başûrê Kurdistanê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn destpêkirin bi biryardarî didome. Berxwedana Yagiz di roja 144, Fedîle Tok 84, Herêm Mehmûd 49 û Gulebax Celal jî 28’an de ye. -
Ahmet Turk wê mazbataya xwe bigre
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Ahmet Turk wê mazbataya xwe bigre. Parêzerê Turk Erdal Kûzû got; “Muwekîlê min wê rojên pêş mazbataya xwe bigre.” -
Operasyona li Cûdî paşve vekişiya: Li herêmê yekîneyên veşartî hatin danîn
Artêşa Tirk a dagirker 9’ê Nîsanê li Çiyayê Cûdî bi beşdarbûna bi hezaran leşker û cerdevanan operasyonek berfireh dabû destpêkirin. Operasyon paşve vekişiya û li herêmê yekîneyên veşartî hate hiştin. -
Li Şengalê gorekî din a komî hate dîtin
Li Şengalê ya çeteyên DAÎŞ’ê qirkirin pêk anî, piştî bi salan gorekî din a komî hate dîtin.