KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji bo dengên HDP’ê bên betalkirin AKP’ê ji telefonê peyam şand!
Plana namzetê AKP’ê yê Wêranşarê Salih Ekîncî derket holê yê ku ji bo dengên HDP’ê werin betalkirin. -
Endamên meclîsê yên HDP'ê hatin destgîrkirin
Li Wêranşarê bi çarçoweya operasyonên qirkirina siyasî endmaên meclîsa şaredariyê yên HDP'ê Celîl Çelebî û Ramazan Dîrîl jî di nav de 8 kes hatin destgîrkirin. -
Keskîn: Dinya bi berxwedêran diguhere
Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir, ew bi hêvî ye berxwedana greva birçîbûnê bigihêje encamê û got, "Dinya bi berxwedêran diguhere. Ev berxwedan jî wê vê cografyayê biguherîne." -
Pirtûka li ser fermandar Adil: Duelloya Pîrozî û Lanetê
Di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de gelek fermandar rabûne. Yek ji van fermandaran jî Adil Bilîka ye. Rêhevalê wî Îskan Amed ji me re qala şertên wê demê û qala pirtûka xwe ya bi navê ‘Duelloya Pîrozî û Lanetê’ kir. -
Dayikên çalakgeran: Bila tecrîd tavilê bi dawî bibe
Dayikên Tirk û Kurd ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, xwestin ku tavilê dawî li tecrîdê were anîn. -
Li Erdîşê piştî hejmartina dengan a 7 rojan, HDP bi ser ket
Li Erdîşê HDP di hilbijartinê de serketibû, tevî îtîraza AKP’ê jî piştî 7 rojên hejmartina dengan dîsan HDP bi serket. -
Artêşa Tirk li Çiyayê Cûdî dest bi operasyonê kir
Artêşa Tirk a dagirker li Çiyayê Cûdî bi beşdarbûna bi hezaran leşker û cerdevanan operasyonek berfireh da destpêkirin. -
'Kurdan û HDP'ê li Tirkiyeyê derî li demokratîkbûnê vekirin'
Endama Koordînasyona PAJK'ê Koçerîn Amed têkilî encamên hilbijartina 31'ê Adarê axivî û got, "Hilbijêrên Kurd û HDP'ê deriyê demokratîkbûnê heta dawiyê li Tirkiyê vekirin." -
Ji Hevşaredarên HDP'î re hîn jî mazbata nehatiye dayin
Ji Hevşaredarên HDP'î yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û 4 navçeyên navendî re hîn mazbata nehatiye dayin. -
ÎHD: 743 zarok tevî dayîka xwe di girtîgehê de ne!
Komîsyona Zarokan a Şaxa ÎHD ya li Amedê diyar kir ku Tirkiye peymanên navneteweyî bin pê dike û got ku “Herî kêm 743 zarok tevî dayîka xwe di girtîgehê de ne.” -
Zagros: Faşîzm dibe ku bêhtir êrîş bike
Ji fermandarên YJA Starê Sorxwîn Zagros diyar kir, faşîzma AKP-MHP'ê ku di hilbijartinê de têk çû wê bêhtir êrîşkar bibe. -
AKP li Wanê dek û dolaban digerîne
Li Wanê, hîn jî mazbataya Hevşaredarên Bajarê Mezin ên HDP'î nehatiye dayin. Li Erdîşê jî jimartina dengan hîn didome. Ev yek nîşan dide ku AKP dek û dolaban digerîne. -
Leyla Guven hêjayî xelata Îbrahîm Ehmed hate dîtin
Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 152’an a greva birçîbûnê de ye hêjayî Xelata Îbrahîm Ehmed a her salê tê dayîn bû. -
Hevşaredarên HDP’ê li gelek bajaran mazbatayên xwe stendin
Hevşaredarên HDP’ê li Qers, Mêrdîn, Êlih û Cizîrê mazbatayên xwe stendin. -
Ji bo cenazeyên hatibûn revandin, malbatan serlêdan kirin
Dewleta Tirk Goristana Xerzanê ya li Bedlîsê hilweşandibû û cenaze ji goristanê revandibû. 10 malbatan ji bo cenazeyan serlêdan kirin. -
YSK’ê serlêdana HDP’ê ya ji bo Tetwanê red kir
HDP’ê ji bo hejmartina dengên li Tetwanê serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dabû. -
Li Milazgirê 6 kes hatin destgîrkirin
Li gundên navçeya Milazgîr a Mûşê di serdegirtina malan de 6 kes hatin destgîrkirin. -
YSK'ê îtiraza HDP'ê ya ji bo Mûşê red kir
Ji bo jinûve jimartina dengên li Mûşê HDP'ê serî li YSK'ê dabû, lê belê serlêdan hate redkirin. -
Hevserokê HDP’ê û hevşaredar çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û hevşaredarên nû, li avahiya HDP'a Amedê çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê. Parlementerê HDP'ê Tayîp Temel bal kişand ser encamên hilbijartina 31'ê Adarê û got: "Hêza vî gelî dikare hemû tarîtiyan biçirîne." -
Mezlûm Heften: Îbadeta mezin ew e ku mirov alîkariya hev bike
Endamê Konseya Rêveber a KODAR’ê Mezlûm Heften têkildarî lêhiya li Rojhilatê Kurdistanê axivî û got; “Îbadeta herî mezin û bi nirx ew e ku mirov demên hestiyariyê de alîkariya hevdu bike û bi erkê mirovahiyê rabe.” -
Hevseroka navçeyê yê HDP’ê ya Silopiyê hate girtin
Hevseroka navçeyê yê HDP’ê ya Silopiyê Fatma Gunduz a ku di operasyonên qirkirina siyasî de hatibû destgîrkirin, hate girtin. -
'Bila DAÎŞ'î li dadgeheke navneteweyî bên darizandin'
PADÊ, TAJÊ, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Meclîsa Rêveberiya Demkî ya Şengalê xwestin, ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ'ê yên hatine girtin dadgeheke navneteweyî were avakirin. -
Feraseta me ya demokrasiya radîkal wê Komara Demokratîk biafirîne
Temellî bi hevşaredaran re civiya û got, "Nêrîna me 'demokrasiya radîkal' e. Feraseta me ya demokrasiya radîkal wê Komara Demokratîk biafirîne. Cihê ku ev yek pêk were rêveberiyên xwecihî ye." -
Grevên birçîbûnê yên li Başûr bi biryardarî didomin
Grevên birçîbûnê yên li Hewlêr, Silêmaniye, Mexmûr û Kelarê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên, bi biryardarî didomin. -
Serlêdana MHP'ê ya li Îdirê hate redkirin
Serlêdana namzetê MHP'ê yê ji bo Şaredariya Îdirê Îsa Yaşar Tezel a ji bo betalkirina hilbijartinên xwecihî yên li Îdirê ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Bajêr ve hate redkirin.