KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Artemêtanê faşîzma YSK’ê hate protestokirin, polîsan êrîş kirin
Tevî ku şaredariya Artemêtanê HDP’ê bi destxistiye, lê bi hinceta BHQ’ê şaredariyê didin AKP’ê ya windakirî. Bi daxuyaniyeke çapemeniyê û çalakiya rûniştinê ev hate protestokirin. -
Baroya Amedê ji bo grevên birçîbûnê pêşniyara ‘navbeynkariyê’ kir
Alîkara Seroka Baroya Amedê Gazel Bayram Kolûman di derbarê çareseriya grevên birçîbûnê, diyar kir ku ji bo navbeynkariyê amade ne. Kolûman daxwaz kir ku daxwazên girtiyan bên bicihanîn. -
Rewşa dawî ya grevên birçîbûnê yên li Başûr
Li Hewlêrê greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz kete roja 143'yan û li Mexmûrê ya Fadîle Tok kete roja 83'yan. Her wiha komên nû grevên birçîbûnê yên dorveger didomînin. -
Steve Clark û Ogmûndûr Jansson çûn serdana HDP û Yagiz
Endamê Partiya Karkerên Sosyalîst a Emerîka Steve Clark û Endamê Komîteya Partiya Komunîst a Îngîltere Ogmûndûr Jansson hate serdana Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê û piştgirî da Nasir Yagiz ê ku 144 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. -
AKP têkilî Ahmet Turk îtîrazeke gosirmet kir
AKP'ê derbarê Hevşaredarê Şaredariya Mezin a HDP'ê ya Mêrdîn Ahmet Turk îtîrazeke gosirmet kir. -
HPG: Em şehîdên Zagrosan bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê 5 gerîlayên li Zagrosan şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir, "Em soz didin ku em ê ala berxwedanê ya şehîdên xwe bi azadiyê tacîdar bikin." -
Li Zapê û Avaşînê êrîşa hewayî
Balafirên şer ên Tirk qadên Zapê û Avaşînê bombe kirin. Di êrîşê de ti ziyan negiha ser hêzên gerîla. -
Foza Yûsif: DAÎŞ ne tenê pirsgirêka me ye
Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif diyar kir, DAÎŞ hîn jî gefê li dinyayê dixwe û got, "Sûcên wan li vê cografyayê hatin kirin. Ji ber vê yekê divê li vir bên darizandin. Ji bo wê jî şert e ku dadgeheke navneteweyî bê avakirin." -
Li Amedê ciwanek hate destgîrkirin
Polîsên Tirk li Kayapinarê ya Amedê bi ser malekê de girtin, bi lêdanê ciwanekî bi navê Cotkar Amara Yurek destgîr kirin. -
Dayikên çalakgeran: Daxwazên zarokên me daxwazên me ne
Dayikên girtiyên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, diyar kirin ku ew li pişt daxwazên zarokên xwe ne. -
Ceylan: YSK'ê kemîn danî pêşiya me
Hevşaredarê Baglarê Zeyyat Ceylan nerazîbûn nîşanî biryara YSK'ê da ku mazbatayên hevşaredarên hatine îxrackirin nadê û li şûna wan dide namzetên AKP'î. Ceylan got, YSK'ê xefik daniye pêşiya wan. -
Endamê MYK’ê yê HDP’ê Mîmkara û 4 kesên pêre hatin girtin
Endamê Meclîsa Ciwanan û MYK’ê ya HDP’ê Çerko Kîmkara û 4 kesên pêre, piştî destgîrkirina 12 rojan û şûnde ji aliyê edliyeya Rihayê ve hatin girtin. -
Cangoriyên Enfalê hatin bibîranîn
Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê bi wesîleya salvegera Qetlîama Enfalê, çalakiyên bibîranînê hatin lidarxistin. -
Li Baglar û Tatosê biryara YSK’ê hate protestokirin
Ji ber ku hevşaredar berê bi KHK’ê hatibûn îxrackirin, YSK mazbatayê nade wan. Vê biryara YSK’ê li Baglara Amedê û li Tatosa Erziromê hate protestokirin. -
Hevşaredarên bajarê mezin ên Wanê dest bi wezîfeya xwe kirin
Hevşaredarên bajarê mezin ên Wanê yên HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mûstafa Avci piştî ku mazbatayên xwe wergirtin, dest bi peywira xwe kirin. -
Li Wanê 7 kesan li dijî tecrîdê greva birçîbûnê dan destpêkirin
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê li Wanê 7 kesan dest bi greva birçîbûnê kirin. -
HDP’ê ji bo protestokirina YSK’ çalakiya rûniştinê dan destpêkiri
HDP’ê ji bo biryara YSK’ê ya nedana mazbatayan protesto bike, li pêşiya Şaredariya Baglarê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. -
HDP'iyan serdana xizmên girtiyan kirin ên di grevê de ne
Parlamenter û hevşaredarên HDP'î serdana xizmên girtiyan kirin ên li Baroya Amedê di greva birçîbûnê de ne. -
Endama DRN'ê ya HDP'ê Hulya Ertaş hate destgîrkirin
Endama Desteya Rêveber a Navendî (DRN) ya HDP'ê Hulya Erştan bi hinceta ku biryara girtinê li ser heye, hate destgîrkirin. -
'Em ê bi hev re di dilê heqîqetê de ji bo azadiyê lê bidin'
Bêrîkirin, hesta ku jan dide dilê mirov, her dişewitîne lê nake xwelî û naqedîne. Heta ger bigihîje wateya xwe ya rastîn mirov ji nû ve dide afirandin. -
Heyeta HDP'ê bi CPT re hevdîtin kir
Ji bo heyetek bi lezgînî biçe Îmraliyê, HDP'ê bi rayedarên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re hevdîtinek kir. -
HDP’ê ji bo Wêranşarê serî li YSK’ê da
HDP’ê li Wêranşarê ji bo hejmartina 6 hezar û 607 dengên ku hatine betalkirin serî li YSK’ê da. -
HDP’yiyan ji bo Şaredariya Wanê mazbatayên xwe stendin
Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) mazbatayên hevşaredarên HDP’ê yên Bajarê Mezin a Wanê dan. Li gelek bajarên ku HDP’ê bi ferqek mezin qezenc kirî hê jî mazbata nehatiye dayîn. -
Dosyayên çalakgerên greva birçîbûnê kirin yek
Dosyayên dozên kû ji ber çalakiya greva birçîbûnê bi ''propagandaya rêxistinê'' hate dîtin, kirin yek. -
HPG: Li Qilabanê leşkerek hate kuştin, 3 jî birîndar bûn
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Qilabanê li leşkerên derketin operasyonê xistin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.