KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Balafirên şer ên dewleta Tirk gundekî Duhokê bombe kirin
Balafirên şer ên dewleta Tirk, bombe li derdora gundê Tehlawî yê Duhokê barandin. -
Yagiz: Divê em bi hev re li ber xwe bidin
Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz ku 157 roj in li dijî tecrîdê li ber xwe dide got, "Heta ku tecrîd bi dawî bibe ez ê li ber xwe bidim" û ji bo berxwedana bi hev re bang kir. -
Sarisaç: Tecrîd li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye
Parlamenterê HDP'ê Mûrat Sarisaç diyar kir, AKP hewl dide bi rêya tecrîdê û polîtîkaya xwe ya dijminatiya li Kurdan li ser piyan bimîne û got, "Bi tecrîdkirina Ocalan re hem gelê Kurd hem jî hêzên demokrasiyê tên tecrîdkirin." -
Li Farqînê kesek hate destgîrkirin
Di serdegirtina malan a polîsan a li navçeya Farqîn a Amedê de kesek hate destgîrkirin. -
Mala Guven bi wesayîtên zirxî û polîsan hatiye dorpêçkirin
Mala Leyla Guven a li navçeya Rezanê ya ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 169 roj in di grevê de ye, bi wesayîtên zirxî û polîsan hatiye dorpêçkirin. -
Li Licê şer: 2 serdar hatin kuştin
Li Licê di şerê navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên Tirk ên ku Polîsên Tîmên Taybet jî di nav de derketibûn operasyonê de, hate ragihandin ku 2 serdar hatine kuştin. -
Dîmenê çalakiya li Çelê
Dîmenê çalakiya gerîla ya 19'ê Nîsanê ya li Çelê hate weşandin. -
Gerîla bersiv da êrîşa li dijî dayikên Kurd: 14 leşker mirin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî zilm û êşkenceya ku hêzên dewleta Tirk li dayikên Kurd kirin, çalakî pêk anîn. Li Îdir û Sîdekanê di çalakiyan de 14 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
ÎHD Mêrdîn: Rewşa Yildirim ê 98 ji sedî astengdar e, nebaş dibe!
Şaxê ÎHD'ê yê Mêrdînê ragihand, rewşa tenduristiyê ya Serdal Yildirim ku 98 ji sedî astengdar e, nebaş dibe û xwest tavilê bê berdan. -
Li Kerkûkê di garaja otobusan de teqîn: 2 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê di garajeke otobusan de danê sibê teqînek pêk hat û di vê teqînê de 2 kes birîndar bûn. -
Yagiz 156 roj in li ber xwe dide
Rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz ku 156 roj in di greva birçîbûnê de ye, roj bi roj giran dibe. -
Li girê Kevorte yê Sîdekanê li dijî leşkerên Tirk çalakî hate kirin
Li Girê Kevorte yê Sîdekanê li dijî leşkerên Tirk ên li gir bicih bûbûn çalakiyek hate lidarxistin. Hate zanînku di çalakiyê de gelek leşker hatine kuştin û birîndar bûne. -
KNK, Tevgera Azadî û RJAK’ê serdana Yagiz kirin
KNK, Tevgera Azadî û RJAK’ê çûn serdana Nasir Yagiz ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Heyetê got; “Baweriya me heye ku hûnê bi serbikevin.” -
Li Amedê dayikan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin
Li Amedê xizmên girtiyan ku çalakiya wan hate astengkirin û hatin derbkirin, li pêşiya avahiya Meclîsa Dayikên Aştiyê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. -
Li Amedê dayik ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin
Xizmên girtiyan xwestin li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê belê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin astengkirin. -
Tecrîd li Hewlêrê li ber avahiya NY'ê hate şermezarkirin
Li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiyek hate lidarxistin û işaret bi grevên birçîbûnê hate kirin. -
Baroya Sêrtê li ser grevên birçîbûnê raporek eşkere kir
Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Sêrtê, li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê raporek amade kir. -
Li Gabar, Xakurkê û Avaşînê êrîşên hewayî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, dewleta Tirk a dagirker qada Gabarê ya Şirnexê û gelek deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. -
Li Çewlikê terora polîsan: 9 kes hatin destgîrkirin
Li Çewlikê polîsên Tirk avêtin ser avahiya HDP'ê û gelek malan. Di serdegirtinan de 9 kes hatin destgîrkirin. -
KCD: Dewleta Tirk kiryarên qirkirinê didomîne
KCD'ê li ser salvegera Qirkirina Ermenan daxuyanî da û diyar kir, dewleta Tirk kiryarên xwe yên qirkirinê didomîne. -
Kadîr Înanir û Amedî li hev civiyan
Lîstikvanê sînemayê û derhêner Kadîr Înanir li Amedê tevlî kombûnekê bû. -
47'emîn salvegera damezrandina MKP'ê hate pîrozkirin
Salvegera damezrandina MKP'ê bi merasîmekê hate pîrozkirin. Şervanê MKP'ê Cafer Kahraman li merasîmê axivî û diyar kir, wê bi xurtkirina têkoşînê hesab ji faşîzmê bixwazin. -
KNK'ê qurbaniyên komkujiya Qeladizê bi bîr anî
KNK'ê di salvegera 35'an a komkujiya Qeladizê de, hemû qurbanî bi rêzdarî bi bîr anî û hêzên kujer jî bi tundî şermezar kir. -
Deynê Şaredariya Colemêrgê 207 milyon 733 hezar û 549 TL ye
Hevşaredarên Colemêrgê Seher Kadîroglû Ateş û Cîhan Karaman deynên şaredariyê ragihand. Li gorî daneyên hatin eşkerekirin deynê şaredariyê 207 milyon û 733 hezar û 549 TL ye. -
Li Amedê daxuyaniya xizmên girtiyan ji aliyê polîsan ve hate astengkirin
Malbatên girtiyên ku bi daxwaza şkandina tecrîdê û azadiya Ocalan di greva birçîbûnê de ne xwestin li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyaniyî bidin. Daxuyaniya malbatan ji aliyê polîsan ve hate asteng kirin.