KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Silêmanî kesek dest bi rojiya mirinê kir
Li Silêmanî ciwanekî bi navê Memdûh Ozdemîr li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi rojiya mirinê kir. -
Li Wêranşarê 13 kes hatin destgîrkirin
Li Wêranşara Rihayê ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî 13 kes hatin destgîrkirin. -
DGH û DGKH'ê li Amedê çalakî pêk anîn
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Zulkuf Gezen û Şehîd Ayten Beçet li Amedê li dijî polîsên Tirk çalakiya bi bombeya deng pêk anîn û dirûşm nivîsîn. -
Karasû: Rojiya mirinê mîna 14'ê Tîrmehê dîrokî ye -NÛ BÛ
Karasû: Li ser hevdîtina bi Rêber Apo re spekulasyon tên kirin. Ev yek li navendên şerê taybet ê afirandin ku di kontrola AKP'ê de ne. -
Malbatên girtiyan li Amedê gotin: Îro hûn dengê me nebihîsin...
Malbatên berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê berxwedana xwe ya li Amedê îro jî domandin. Malbatan bang li raya giştî kir û got, "Heke îro hûn dengê me nebihîsin, wê sibe ti kes dengê we jî nebihîse!” -
Li Avaşînê di êrîşên hewayî de du gerîla şehîd bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî kirine û di van êrîşan de du gerîla şehîd bûne. -
HPG’ê hişyariya ‘karên kontrayî’ yên li Geverê kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk li Geverê karên kontrayî dike û banga bihistyariyê li gel kir. -
Çeteyên DAÎŞ'ê li Xaneqînê du kes ji malbatekê kuştin
Li gundekî Xaneqînê, du kesên ji malbatekê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatin kuştin. -
Akin: Berxwedana me wê sîstemê tengav bike
Sedat Akin ê 128 roj in di greva birçîbûnê de ye: Berxwedana me gihîştiye wê astê ku sîstemê tengav bike. Ji ber ku mînakeke din a berxwedaneke bi vî rengî ya dîrokî nîne. Berxwedan bi bawerî û dilsoziyeke bêhempa didome. -
Temellî: Heke tecrîd ranebe wê hemû welat mehkûmî tecrîdê be
Hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, diyar kir ku heke tecrîdkirina Ocalan ranebe wê hemû welat mehkumî tecrîdê bibe. Temellî got, “Êdî tecrîd li her derê ye!” -
Çalakiyên Roja Dayikan: Heta ku tecrîd rabe em di berxwedanê de ne
Dayikên girtiyan bi wesîleya Roja Dayikan li gelek bajar û navçeyan daketin qadan û xwestin bila tecrîda li ser Ocalan were rakirin. -
Gerîla li Bestayê çalakiya suîkastê kir
Gerîlayên HPG'ê li herêma Bestayê ya Şirnexe li dijî leşkerên Tirk çalakiyeke suîkastê kir. Hate gotin di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. -
Dîmenê çalakiya gerîla ya li Bêzokê
Dîmenê çalakiya gerîla ya 4'ê Gulanê hate weşandin, ku li Şemzînanê li dijî baregeheke leşkerî pêk hat. -
Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê: Berxwedana dayikan pîroz e
Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê: Tevlîbûna dayikên Kurd li berxwedana zindanan helwesteke lehengî ye, pîroz e. Xwedîderketina li berxwedana lehengî ya dayikên Kurd, wê dawî li tecrîdê bîne û derba dawî li faşîzmê bixîne. -
Greva birçîbûnê li Mexmûrê didome
Greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) didome. Di roja 148'an de koma 50'î dest bi greva birçîbûnê kir. -
Gulseren 68 roj in li Asayîşa Hewlêrê girtî ye, malbat bi fikar e
Veysî Gulseren ê ji ber zext û zordariya dewleta Tirk ji Bakurê Kurdistanê berê xwe da Başûrê Kurdistanê, li Hewlêrê hate girtin û 68 roj in li asayîşa giştî ya Hewlêrê ye. Malbat ji rewşa Gulseren bi fikar e. -
Li ser şopa bavê xwe yê gerîla ye
Sozdar Çiya li ser şopa bavê xwe ku li nava refên PKK'ê şehîd bû, tevlî nava gerîla bû û got, "Min soza xwe bi cih anî, e jî li Çiyayê Gabarê tevlî gerîla bûm, di heman rê de meşiyam, min pişta xwe spart heman tehtî." -
Gelê Mexmûrê nameyek ji Leyla Guven re şand
Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi nameyekê piştevaniya xwe ji bo pêşenga greva birçîbûnê Leyla Guven nîşan da û got: “Çalakiya we ya bi giyanê fedayane hatî destpêkirin wê bigihe armanca xwe û berxwedana we, wê zincîrên koledariyê bişkîne.” -
Li Îdirê operasyona şoreşgerî: 19 leşker hatin kuştin.
Gerîlayan di çarçoveya Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger a Eyaleta Serhedê li Îdirê çalakiyeke berfireh li dar xistin. Di çalakiyê de panzêrek hate îmhakirin û bi giştî 19 leşker hatin kuştin. -
HPG: Artêşa TC’ê bi zanabûn Bîlen ên bira qetil kirin
HPG’ê ragihand ku li Silopiyayê birayên bi navê Servet û Diyar ji aliyê artêşa Tirk ve bi pilankirî hatin qetilkirin. HPG’ê diyar kir ku di serî de wê hesabê vê êrîşê, dîsa qetlîam, zext û êşkenceyên tên kirin bipirsin. -
Xizmên windayan êrîşa polîsan a ser dayikan şermezar kirin
Xizmên Windayan li Amed û Êlihê li dadmendiyê pisîn. Di çalakiyê de êrîşên li ser dayikan ku xwedî li zarokên xwe xwedî derkevin, şermezar kirin. -
Altûn: Siyaseta li ser Rêbertî qirkirina civakê ye
Riza Altûn: Siyaseta li ser Rêbertî tê wateya qirkirina li ser civakê. Dema ku siyaseta li ser Rêbertî were dîtin wê qirkirina li ser civakê were fêmkirin û sekinandin. -
Dest danîn ser hatinên Amedsporê
Ji ber ku nekariye hatinên stadê bide, dest danîn ser hatinên Amedsporê. -
Tirsa Walîtiya Sêrtê ya ‘Grevên birçîbûnê’
Walîtiya Sêrtê ragihand ku çalakiyên balê dikişînin ser grevên birçîbûnê ‘qedexe’ kirine. -
Greva Yagiz di roja 172’an de ye
Nasir Yagiz ê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê 172 roj in di grevê de ye.