KURDISTAN
Bi deh hezaran kes tevlî mitînga li Amedê bûn. Hevserokên DEM Partî û DBP’ê gotin, “Tu zext nikare meşa azadiyê ya gel birawestîne. Îradeya ku li vir bilind dibe, îradeya hevpar a her kesên ku jiyaneke demokratîk dixwazin e.”
Di Konferansa Zimanê Kurdî de, biryar hat girtin ku saziyên zimanê Kurdî di bin banê konfederasyonê de werin yek kirin, Kurdî bibe zimanêkî sereke di saziyan de û du salan carekî konferans were lidarxistin.
Bi hezaran welatî bi dehan wesayîtan ve ji Xarpêt, Dêrsim, Êlih, Çewlîg û ji Sêrtê ji bo “Mitînga Azadiyê” ya bi daxwaza Rêber Apo tê lidarxistin, ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Di rûniştina duyemîn a Konferansa Zimanê Kurdî de xebatên ku divê ji aliyê şaredariyan ve bên meşandin, hatin rêzkirin. Di konferansê de hate destnîşankirin ku rexneyên giran ên Rêber Apo têkildarî ziman hene.
Di Konferansa Zimanê Kurdî de li ser siberoja zimanê Kurdî nîqaş hatin kirin, encamên qedexekirina ziman hatin nirxandin û banga xwedî derketina li zimanê Kurdî hate kirin.
Hemû Nûçe
-
-
HPG’ê şehîdên Çelê bibîr anî
HPG’ê gerîla Nûrûllah Ekeren (Berxwedan Kiçî) û Merwan (Gabar Qendîl) ên di çalakiya 17’ê Îlonê ya li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Şehîd Bîlal a navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbûn de şehîd ketin, bibîr anî.
-
KNK: Em li dijî şerê navxwe ne
Hevserokê KNK'ê Ahmed Qeremûs bi Seroka Parlamentoya Herêma Başûrê Kurdistanê Rêwaz Fayeq re rûnişt û got, ''Em KNK destekê didin xebatên parlamentoyê û li dijî şerê navxwe ne.''
-
-
-
-
Wê gerîla sedsala Kurdan misoger bike
Wexta ku nikare şerê gerîla bike, şerê di navbera Kurdan de amade dike, wexta ku nikare, pêşiya berxwedana Kurdan bigre, Tecrîd û qirkirinê rewa dike.
-
-
Bêyî fêhmkirina Ocalan hiqûq ne pêkan e?
Parêzer Newroz Uysal behsa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mînakên tecrîdê yên di dîrokê de, behsa hincetên redkirina serlêdanên ji bo hevdîtinê û maneya, 'Yasayên Ocalan' kir.
-
-
Siyasetmedar Ceylan li Amed spartin axê
Siyasetmedarê Kurd Hanîfî Ceylan ê 8’ê Mijdarê li Lozan a Swîsreyê ji ber vîrûsa koronayê rehmet kir, piştî merasîma li Lozanê û şûnde li gundê Xuruç a navçeya Pasûr a Amedê spartin axê.
-
-
-
-
Malbata Kurkut: Bila tavilê biryarê bidin
Kekê Kemal Kurkut ku Newroza 2007'an hate qetilkirin, Cîhan Kurkut li ser medya dîjîtal daxuyaniyek da û diyar kir, "Li her dadgehê êşkenceyeke zirav tê kirin" û ji dadgehê xwest ku tavilê biryarê bide.
-
-
-
-
-
-
Bû parçeyek ji welatê ku lê dijî
Mazlûm Dûman li nava gêrîla nasnavê Şerzan Kato radike. Li dijî dijminê ku zextê li malbat û gelê wî dike berxwedanek mezin raber dike û li Botanê tevlî karwanên şehîdan dibe.
-
Li Erziromê 2 HDP’î hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî ya li 2 taxên navçeya Xoresan a Erziromê rêveberên HDP’î Necmettîn Aydin û Adem Gozungu hatin girtin.
-
-
-
Celaliyan di nava 6 mehan de 4 caran revandin
Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê heta heta ya girtinê lê hatî birîn, di nava 6 mehan de 4 caran hatiye revandin û niha jî birine Girtîgeha Yezd.