KURDISTAN
Bi deh hezaran kes tevlî mitînga li Amedê bûn. Hevserokên DEM Partî û DBP’ê gotin, “Tu zext nikare meşa azadiyê ya gel birawestîne. Îradeya ku li vir bilind dibe, îradeya hevpar a her kesên ku jiyaneke demokratîk dixwazin e.”
Di Konferansa Zimanê Kurdî de, biryar hat girtin ku saziyên zimanê Kurdî di bin banê konfederasyonê de werin yek kirin, Kurdî bibe zimanêkî sereke di saziyan de û du salan carekî konferans were lidarxistin.
Bi hezaran welatî bi dehan wesayîtan ve ji Xarpêt, Dêrsim, Êlih, Çewlîg û ji Sêrtê ji bo “Mitînga Azadiyê” ya bi daxwaza Rêber Apo tê lidarxistin, ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Di rûniştina duyemîn a Konferansa Zimanê Kurdî de xebatên ku divê ji aliyê şaredariyan ve bên meşandin, hatin rêzkirin. Di konferansê de hate destnîşankirin ku rexneyên giran ên Rêber Apo têkildarî ziman hene.
Di Konferansa Zimanê Kurdî de li ser siberoja zimanê Kurdî nîqaş hatin kirin, encamên qedexekirina ziman hatin nirxandin û banga xwedî derketina li zimanê Kurdî hate kirin.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
Dîsa gorek hate veguhestin
Abdulhamît Keskîn ê ku di bihara 1995’an de di şer de şehîd bûbû, cihê gora wî ya li Nisêbînê bi daxwaza Fermandariya Jendirmeyan a Nisêbînê, veguhestin goristaneke din.
-
-
-
HPG'ê şehîdên Amedê bi bîr anî
HPG'ê gerîlayên YJA Starê Amara Ronahî (Muzeyyen Aydinli) û Doga Rizgar (Eylem Moço) yên 3'ê Cotmehê li Amedê şehîd bûn bi bîr anî.
-
'Divê PDK dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne'
Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir diyar kir ku rageşiya heyî ya li Başûrê Kurdistanê rageşiya navbera PDK'ê û gelê Kurd e û destnîşan kir ku divê PDK êdî dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne û xizmetê ji xelkê Kurdistanê re bike.
-
‘Na ji şerê navxweyî re’
Îro li Silêmaniyê rêxistinên civaka sivîl, hinek ji nûnerên aliyên siyasî û kesayetiyên navdar ên Silêmaniyê li dijî hewildanên şerê navxweyî kom bûn, daxwaza yekîtiyê kirin û xwestin pirsgirêk bi rêya diyalogê were çareserkirin.
-
PDK’ê Hewlêr kiriye hêlîna Baasiyan
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ne tenê Kurdistan vala kiriye ji ber ku ji bo dewleta Tirk a dagirker û sîxurên wê Hewlêr kiriye stargeh ji bo wan Baasiyên ku destên wan bi xwîna Kurdan sor bûne.
-
-
-
-
Xelkê Mexmûrê banga rawestandina aloziyan kirin
Xelkê Mexmûrê bal kişand ser sewqiyata leşkerî û provakasyonên PDK’ê û li hemberî siyasetên PDK’ê ya rê li ber şerê navxweyî vedike bertek nîşan dan û diyarkirin ku ew ê bi xwe wenda bikin.
-
PDK li Metîna baregehên nû çêdike û xwe bi cih dike
PDK dev ji povakasyonên xwe bernade vê carê jî hêzên bi ser PDK’ê ve baregehek nû li Gundê Tirwanêş ya girêdayî navçeya Kanî Masî avakirine. Balkêşe bi cihbûna hêzên PDK’ê re liv û tevgera artêşa Tirk jî zêdetir dibe.
-
-
-
-
-
-
-
HPG: Li Şemzînanê 4 kontra hatin cezakirin
HPG'ê ragihand ku li Şemzînanê li dijî kontrayan, li Heftanînê jî li dijî leşkerên dagirker ji 2 baskan ve çalakî hatine lidarxistin. Li gorî daxuyaniyê, li Şemzînanê 4 kontra hatin cezakirin, li Heftanînê jî kozikek tevî dagirkerên tê de hate îmhakirin.
-
PDK'ê vê carê jî hêza xwe şand bejahiya Ranya-Rewanduzê
PDK'ê ku beriya niha hêzeke xwe ya çekdar şand herêma Garê û ji ber ku hewl da bikeve kampa gerîla alozî derket, vê carê jî li qadeke din gaveke metirsîdar avêt. Hêzên çekdar ên PDK'ê li bejahiya Ranyayê bi cih dibin û hewl didin qada gerîla dorpêç bikin.
-