KURDISTAN
Bi deh hezaran kes tevlî mitînga li Amedê bûn. Hevserokên DEM Partî û DBP’ê gotin, “Tu zext nikare meşa azadiyê ya gel birawestîne. Îradeya ku li vir bilind dibe, îradeya hevpar a her kesên ku jiyaneke demokratîk dixwazin e.”
Di Konferansa Zimanê Kurdî de, biryar hat girtin ku saziyên zimanê Kurdî di bin banê konfederasyonê de werin yek kirin, Kurdî bibe zimanêkî sereke di saziyan de û du salan carekî konferans were lidarxistin.
Bi hezaran welatî bi dehan wesayîtan ve ji Xarpêt, Dêrsim, Êlih, Çewlîg û ji Sêrtê ji bo “Mitînga Azadiyê” ya bi daxwaza Rêber Apo tê lidarxistin, ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Di rûniştina duyemîn a Konferansa Zimanê Kurdî de xebatên ku divê ji aliyê şaredariyan ve bên meşandin, hatin rêzkirin. Di konferansê de hate destnîşankirin ku rexneyên giran ên Rêber Apo têkildarî ziman hene.
Di Konferansa Zimanê Kurdî de li ser siberoja zimanê Kurdî nîqaş hatin kirin, encamên qedexekirina ziman hatin nirxandin û banga xwedî derketina li zimanê Kurdî hate kirin.
Hemû Nûçe
-
-
-
HDP'ê ji bo diyalog û danûstandinan bang kir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar bal kişand ser rageşiya li Başûrê Kurdistanê ku ji ber êrişkariya PDK'ê ya li herêma Garê rû da û destnîşan kir ku ji bo diyalog û danûstandinan HDP amade ye bi erk û berpirsyariya xwe rabe.
-
Êzîdiyan bang li PDK'ê kirin: Bes xayintiyê bikin
Êzîdiyan li dijî PDK'ê ku ji bo Şengalê bêstatû bihêle bi Bexdayê re peyman îmze kirin helwest nîşan dan û gotin, "PDK tim îxanetê li Êzîdiyan dike." Êzidiyan bang kirin ku dev ji îxanetê biqere.
-
-
Qadir Hacî Elî koça dawî kir
Qadir Hacî Elî yek ji siyasetmedarên navdar ê Başûrê Kurdistanê bû ku di 65 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
-
-
-
-
Li Erzîromê 2 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Xorasan a Erzîromê di operasyonên qirkirina siyasî de yên li dijî HDP'ê, rêveberên HDP'ê yên navçeyê Necmettîn Aydin û Adem Gozungu hatin destgîrkirin.
-
-
'Partiyên Başûr divê li gorî berjewendiyên hevpar tevbigerin'
Aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn bal kişand ser dek û dolabên ji bo şerê navxweyî yê Kurdan tên gerandin û got, "Ji rijandina xwîna Kurdan bi destê Kurdan tiştekî zehmet û girantir nîne." Zelal Bîlgîn ji bo dawî li zimanê şerxwaziyê bê anîn bang kir.
-
Azê fermandarek, şoreşgerek û zanyareke çiyayî bû
Ew fermandar û şoreşgereke jin e. Li Îzmîr ji dayik dibe, zaningehê diterikîne, di sala 1997’an de beşdarê nav refên PKK’ê dibe. Jineke şoreşger û çiyayî ye. Di 11’ê Mijdara 2017’an de tevî 12 hevrêyên xwe di şer de şehîd dikeve.
-
-
-
Ciwanên Başûr li dijî helwesta PDK’ê rabûn
Tevgerên ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî hewldanên provakatîf û şerê Kurd bi Kurdan a PDK’ê û nerazîbûn nîşanî girtina ciwanên Mexmûrê çalakiyek lidar xistin. Ciwanên ku xwestin kon vedin hatin astengkirin û rê nehate dayîn kon vedin.
-
-
-
Nesir El Mubîn: Sivîlek şehîd bû, şervanek jî birîndar bû
Hêzên Nesir El Mubîn ragihand ku di êrişa doh êvarê ya balafirên şer ên dewleta Tirk de sivîlekî ku ji bo bîra avê karê sondajê dikir şehîd bû û şervanekî wan ê li ber herêmê bû birîndar bû. MÎT û PDK weke berpirsyarê êrişê hatin nîşandan.
-
-
Li Sinûnê hevdîtin û protesto
Heyetek ji hikumeta Iraqê bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re hevdîtin kir. Şêniyên Şengalê jî lihevkirina Hewlêr-Bexdayê şermezar dike.
-
-
-
Li Cizîrê 10 kes hatin destgîrkirin
Li Cizîra Şirnexê di operasyonên qirkirina siyasî de Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tûnç û Hevşaredar Bêrîvan Kûtlû ya ku qeyyûm li şûna wê hatibû peywirdarkirin jî di nav de 10 kes hatin destgîrkirin.
-
'Ne ji gerîla be wê dewleta Tirk Zaxo û Duhokê jî dagir bike'
Ji berxwedêrên Cenga Heftanînê gerîla Serdar Silopî dagirkeriya li Efrînê û Serêkaniyê bi bîr xist û destnîşan kir ku eger gerîla nebe wê dewleta Tirk xwe berde nava Duhok û Zaxoyê û dagir bike. Serdar Silopî got, wê heta dawiyê gelê xwe biparêzin.