KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG'ê şehîdên Operasyona Şoreşgerî ya Elkê bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, şehîdên Operasyona Şoreşgerî ya Elkê bi bîr anî. -
PDK'ê Kurdê ku bi êrişa dewleta Tirk birîndar bû xiste zindanê
PDK'ê, sivîlê bi navê Silêman Mele Şêxo yê ji ber êrişa hewayî ya dewleta Tirk li herêma Kanî Masî birîndar bû, li şûna ku tedawî bike, xiste zindanê. -
'Em ji gel, gel jî ji me piştrast e'
Gerîla Dîren Sema bal kişand ser girîngiya qada Heftanînê û destnîşan kir ku gerîla ji bo parastina nirxên Kurdan şer dike. Dîren Sema diyar kir ku gel ji wan, ew jî ji gelê xwe piştrast e û got, "Gelê Başûr wê rê nede dagirkeriyê." -
Dewleta Tirk li gundên herêma Bradostê dide
Artêşa Tirk a dagirker, bi fîşekan li gundên herêma Bradostê ya li Başûrê Kurdistanê dide. -
Ûgûr Kaymaz hate bîranîn
Ûgûr Kaymaz ê ku ji aliyê polîsan ve bi 13 guleyan hîn 12 salî bû 21’ê Mijdara 2014’an li Qosera Mêrdînê ku hatibû qetilkirin û bavê wî Ahmet Kaymaz li ser gora xwe hatin bibîranîn. -
Akkopru yê ku ket xendeqa leşkeran jiyana xwe ji dest da
Li Seraya Wanê Adnan Akkopru dema ku xwest sînorê Îranê derbas bike, ket xendeqa ku leşkeran kolabû. Akkopru nikarî ji vê xendeqê derkeve û jiyana xwe ji dest da. Leşkeran jî îddîa kirin ku guran Akkopru parçe kirine û kuştine. -
MLKP: Li dijî PDK û dewleta Tirk em piştgiriyê bidin PKK’ê!
MLKP’ê nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re da û got, “Em banga piştgiriya ji bo gerîlayên HPG û PKK’ê dikin.” -
'Kî şerê navxwe derxîne Kurd wê efû nekin'
Mazlûm Ebdî li Şêwira Pêkanîna Diyaloga Neteweyî a KNK’ê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê (KPU) axivî û got, ''Kî şerê navxwe derxîne Kurd wê wan efû nekin, ev şer wê tesîrê li ser hemû Kurdistanê bike.'' -
Gerîla Yilmaz: Giyanê li Botanê dagirker kuştin
Gerîla Mîhralî Yilmaz, bal kişande ser operasyona dagirkeriyê ya li Botanê û got, ''Li ber çavê me gelek leşkerên kuştî hebûn. Ev giyanê mezin, ev giyanê vejînê ye.'' -
Xizmên windayan aqûbeta Înan ê 26 sal in winda ye pirsîn
Xizmên Windayan vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Înan ê sala 1994’an li Sêrtê ji aliyê kesên bi çek ve bi zorê hate revandin û 26 sal in ti agahiyek jê nayê girtin, pirsîn. -
Bahoz Erdal: Em amade ne ku bi PDK’ê re diyalogê bikin
Endamê Fermandarıya Biryargeha Navendî Bahoz Erdal bang li hêzên pêşmerge kir û di şereke gengaz de wê di berjewendiyên AKP-MHP’ê de be û got: ‘Bi lîstikan nexapin’. Erdal anî ziman ku ji diyalogê re amade ne. -
Ji ber berfê rêya 31 gundan hate girtin
Li Dersimê ji ber berfê rêya 31 gundan hatin girtin. -
‘Peymana hatî çêkirin vîna azad a Êzidiyan dike armanc!’
Herbo: Yên ku Şengal parastin, li ber xwe dan û civak rêxistin kirin dikarin li ser navê Êzidiyan û Şengalê biaxivin, ew jî îradeya niha Şengalê heyî ye, ew nûnertiya Êzdayetiyê dikin. -
Balafirên şer ên Tirk Bradost bombe kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker çiyayê Xakurk û Şakîv ên li herêma Bradostê bombebaran kirin. -
Gerîla Eylem xwîna xwe rijand ser axa xwe
Min xwest xwedî li dil, hest û eşqa heval Xelîl Dag derkevim… Kêliyên ku çawa dest da gerîla, her kêliya wê çawa nivîsand, li me da heskirin ev çiya û gerîla nemir kir… -
Dayikên Aştiyê PDK û dewleta Tirk protesto kirin
Dayîkên Aşitiyê hevkariya PDK û dewleta Tirk protesto kirin. -
Aydin: Oparasyon tê wateya tol hilînê
Baroya Amedê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî ya di saetên sibehê de bi hinceta lêpirsîna KCD’ê pêk hatin, da. -
KNK bi rewşenbîr û rûspiyên Raperînê re civiya
Şandeya KNK’ê ya di çarçoveya hevdîtinên pêşîgirtina provakasyon û şerekî gengaz ên di navbera Kurdan de berê Xwe dabû Başûrê Kurdistanê di vê çarçoveyê de li ser metirsiya şer û girîngiya, bi rewşenbîr û rûsipiyên Herêma Raperîn re civiya. -
Cenazeyê Dînç 5 sal in nadin malbatê
Cenazeyê Nevîn Dînç ku li Geverê di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bû, 5 sal in nadin malbata wê. MEBYA-DER'ê nerazîbûn nîşanî vê yekê da. -
Meşa ciwanan a ber bi Garê ve tê astengkirin
Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrişkariya PDK'ê û hewldanên provokasyonê yên li hemberî qadên gerîla, li hev kom bûn û xwestin ber bi herêma Garê ve biçin. Lê belê Asayîşa Teqteqê nehiştin ku ciwan bimeşin. -
HPG: Artêşa Tirk êrişî gelê Başûrê Kurdistanê dike
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji bo herêmê vala bike êrişê dibe ser gundan. -
Qirkirina siyasî: Destgîrkirî îfadeyê didin
Kesên ku di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin li emniyetê îfadeyê didin. -
ÎHD'ê nerazîbûn nîşanî qirkirina siyasî da
Şaxê ÎHD'ê yê Amedê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û diyar kir ku azadî û ewlehiya mirovan tên binpêkirin. -
'Reforma dadgeriyê bi destgîrkirinê dest pê kir'
Baroya Amedê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên vê sibehê da û diyar kir ku 'Reforma dadgeriyê' bi destgîrkirina parêzeran û nûnerên rêxistinên civaka sivîl dest pê kiriye. -
Danişîna komkujiyê ya bi ser Malbata Şenyaşar de dest pê kir
Danişîna doza têkilî komkujiya zêrevan û xizmên Wekîlê AKP'ê Ibrahîm Yildiz ve dest pê kir.