KURDISTAN
Bi hezaran welatî bi dehan wesayîtan ve ji Xarpêt, Dêrsim, Êlih, Çewlîg û ji Sêrtê ji bo “Mitînga Azadiyê” ya bi daxwaza Rêber Apo tê lidarxistin, ber bi Amedê ve bi rê ketin.
Di rûniştina duyemîn a Konferansa Zimanê Kurdî de xebatên ku divê ji aliyê şaredariyan ve bên meşandin, hatin rêzkirin. Di konferansê de hate destnîşankirin ku rexneyên giran ên Rêber Apo têkildarî ziman hene.
Di Konferansa Zimanê Kurdî de li ser siberoja zimanê Kurdî nîqaş hatin kirin, encamên qedexekirina ziman hatin nirxandin û banga xwedî derketina li zimanê Kurdî hate kirin.
Di Mitînga Azadiyê ku bi dirûşma “Bi Rêbertiyê Azad re ber bi Civaka Demokratîk” li Wanê hat lidarxistin de sînevîzyona axaftinên Rêber Apo yên berê hat pêşandan. Bi deh hezaran kesan dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Sebehat Tuncel ku di mitînga “Bi Rêbertiyê Azad re ber bi Civaka Demokratîk” a li Wanê de axivî, got, “Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet.” Keskîn Bayindir jî anî ziman ku nêzîkatiya li Rêber Apo, nêzîkatiya li pêvajo û gelê Kurd e.
Hemû Nûçe
-
Ji 43 hunermendan sirûda PKK'ê
Ji bo salvgera 42'yan a PKK'ê sirûdeke taybet hate amadekirin. Gotin û muzîka sirûdê ya Hozan Emekçî ye û 43 stranbêjan bi hev re strandiye.
-
-
'Divê Îmrali bê girtin!'
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêhiqûqî ye û got, "Girtîgeha Îmraliyê divê bê girtin."
-
-
-
Sîmir -Armanc Kerboranî
"Û Sîmir ji dûr ve weke xewnekê dîtin, dîtin ku di dilê xwe de bifirînin û mîna destmalekê di govendê de bihejînin..."
-
-
Ciwanên Rojava posterên Ocalan daliqandin
Ciwanên Rojavayê Kurdistanê ji bo 42’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê li Silêmanî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kûçe û kolanan daliqandin.
-
KNK’ê li Hewlêr bi gelek aliyan re civiya
Şandeya KNK’ê ya bi pêşengtiya Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs a ji bo Başûrê Kurdistanê ji bo çareserkirina aloziyên heyî ya li gel sazî, partî, kesayet û rewşenbîran re bê navber didome.
-
-
-
-
-
-
Dadgeha Tirk Kurdî kir zimanê ‘nenas’!
Midûrê Karê Nivîsaran ê berê yê rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban di rûniştina dozê de ya ku lê dihat darizandin, dema ku bi Kurdî axivî, axaftina wî di zabitnameyan de bi gotina ‘zimanê nenas’ hate qeydkirin.
-
Gerîla: PKK hebûn bi xwe ye
Gerîlayên HPG û YJA Starê li ser sala 43'an a damezrandina PKK'ê axivîn û gotin, "Dem dema rûniştinê nîne, dema azadiyê ye. Lewma divê her kes bi erk û berpirsyariya xwe rabe."
-
-
-
-
-
ÎMO'yê têkildarî Wanê hişyariya erdhejê da
Serokê Şaxê Wanê yê Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) Firat Dûrmaz bi bîr xist ku li Wanê di nava 10 salên dawî de sê erdhejên mezin rû dan û diyar kir ku li hemberî erdhejeke gengaz ti tedbîr nehatine wergirtin.
-
'Di her serketina PKK'ê de keda şehîdan heye'
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel: Tevgera gel ku bi pêşengiya partiya me PKK'ê geş bûyî êdî xwedî hêzeke wiha ye ku dikare polîtîkayên şerê taybet ên mêtingeran hemûyan li bin bixe.
-
-
-