KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Qirkirina siyasî ya li dijî KCD'ê: Biryara girtina 101 kesî dan
Dozgeriya Tirk, di lêpirsîna dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de biryar da ku 101 kes bên girtin. Gelek kes heta niha hatine destgîrkirin. -
HPG'ê Partîzan Semsûr bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê gerîlayê HPG'ê Parîzan Semsûr (Ramazan Topaloglû) bi bîr anî ku di 15'ê Mijdarê de li Zapê şehîd bû. -
Edîtora Jinnewsê Roza Metîna hate destgîrkirin
Edîtora servîsa Kurdî ya Jinnewsê û nivîskar Roza Metîna li mala xwe hate destgîrkirin. -
Li Amedê operasyona qirkirina siyasî
Li Amedê bi operasyona qirkirina siyasî Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bûnyanîm Şeker jÎ di nav de 17 parêzer hatin destgîrkirin. -
'Şer zirara mezin herî pir wê bide Kurdan'
Şêniyên Başûrê Kurdistanê li dijî polîtîkayên PDK'ê ku hêza çekdarî li Gare bi cih kriiye, helwest nîşan dan û gotin şer zirara mezin wê bide Kurdan. -
'Êzidî êdî desthilatdariya kesî qebûl nake'
Ji rayedarên Meclîsa Xweser a Şengalê Faris Herbo diyar kir, ku hêzên Şengal di nava lepên DAÎŞ'ê de hiştin, li şûna ku lêborînê ji Êzidiyan bixwazin, hewl didin rêxistiniya heyî ya Şengalê belav bikin û got, "Êzidî êdî desthilatdariya kesî qebûl nakin." -
Mirovê herî temendirêj Ehmed Sofî di 138 saliya xwe de mir
Mirovê herî temendirêj ê cîhanê Kurdê bi navê Ehmed Sofî yê ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê, di 138 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. -
Ciwanên Başûr li dijî provakasyonên PDK’ê li Qeladizê stand danîn
Endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li navçeya Qeladizê li dijî provakasyon û hewldanên şer ên PDK’ê standek a agahdarkirinê danîn û belavok belavkirin. -
Qeyûmê Nisêbînê gel ceza dike
Li Nisêbîna Mêrdînê ji ber binesaziya kêm a navçeyê payîz ji bo gel dibe êşkence. -
Ji bo Mamedoglû yê HDP’î 10 sal, 7 meh cezayê girtîgehê hate birîn
Ji bo endamê Meclîsa Partiya HDP’ê Eşref Mamedoglû bi hinceta ji ber hinceta du sûcan 10 sal, 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hate birîn. -
Dagirkeran li gundê Bîkdawîda yê Kanî Masî sivîlek birîndar kirin
Wesayîtên hewayî yên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker gundê Bîkdawîda yê navçeya Kanî Masî ya Başûrê Kurdistanê bomberdûman kir. Di êrîşê de sivîlê bi navê Suleyman Şêxo yê ji gundê Bêdihê birîndar bû. -
Li Metîna û Heftanînê liv û tevgera PDK'ê û dewleta Tirk
Dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe yên leşkerî li baregeha li Kanî Masiyê zêde dike. Bi taybetî van 15 rojên dawî bi rêya helîkopteran hêzên nû li baregeha navborî bi cih dike. -
Nijadperestan êriş birin ser Rêxistina HDP'ê ya Erzînganê
Nijadperestan êriş birin ser avahiya HDP'ê ya Erzînganê û navê MHP'ê û nîşaneya nijadperestiya Tirk li ser tabelaya avahiyê partiyê nivîsandin. -
Pasdarên Îranê 2 kolberên din kuştin
Pasdarên Îranê li ser sînor gule li kolberan reşandin. Di encamê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest dan. -
Heyeta KNK'ê serdana Tevgera Goran kir
Heyeta KNK'ê ya bi serokatiya Hevserok Ehmed Qeremus, ku li hemberî alozî û rageşiya ji ber êrişkariya PDK'ê rû da, serdana Başûrê Kurdistanê kiriye, bi rayedarên Tevgera Goran re hevdîtin kir. -
Li Şengalê liv û tevgera balafirên keşfê
Li ser Şengalê liv û tevgera balafirên keşfê zêde bûne. -
Ji ber ku nexweş miayene kir, 4 sal û 2 meh ceza li bijîşk hate birîn
Serokê Odeya Tabîban a Şirnexê bijîşk Serdar Kunî di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê de bi hinceta ku ‘endamên rêxistinê’ tedawî kiriye, 4 sal û 2 meh ceza lê hate birîn. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li Dînartê barandin
Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li gundên Dînartê yê Akrê barandin. -
Emîne Şenyaşar: Ev çi edalet e?
Emîne Şenyaşar, ku parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz 2 kurên wê û hevserê wê kuştin, nerazîbûn nîşan da û got, "Piştî sal û nîvekê tenê kesek girtin. Yên din li derve digerin. Ev çi edalet e?" -
Doz li wan rojnamevanan vekirin ku protestoyên qeyûm dişopandin
Li Mêrdînê ji ber şermezarkirina tayînkirinan qeyûm 5 rojnamevan jî di nav de bi giştî li 8 kesan doz hat vekirin. -
Saziya Tenduristiyê ya Şengalê tevî derfetên kêm xizmeteke mezin dike
Saziya Tenduristiyê ya Şengalê ku piştî fermana 2014’an bi derfet û hejmara kêm hate vekirin, tevî astengiyan jî bê navber xizmeta civaka Êzidî dike. Xebatkaran ji bo alîkariyê û dermanan bang kirin. -
Hunermendên Kurd: Serketin bi yekîtiya neteweyî dibe
Hunermendên Kurd bal kişandin ser zerara mezin a şerê navxweyî bide Kurdan û gotin, "Ne bi şerê nav xweyî, tenê bi yekitiya neteweyî serketin dikare pêk were." -
Ciwanên Başûr bi gotina ‘PKK gel e, gel li vir e’ çalakî kirin
Tevgera Ciwanên Welatparêz li Ranya û herêma Raperîn pankartên ala PKK’ê ku li ser ‘PKK gel e, gel li vir e’ li gelek cihên bajar daliqandin. -
Hevserokê KNK’ê Qeremûs sersaxî li malbata Sofî da
Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs sersaxî li malbata Waliyê Hewlêrê Firset Sofî, Hikûmeta Herêma Kurdistan û welatiyên Başûrê Kurdistanê da. -
Ciwanan li Kerkûk û Helebçe çalakî kirin
Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer di çaroveya meşa 20’ê Mijdarê de li Kerkûk stand dan û belavok belavkirin, her wiha li Helebçeyê jî pankart hatin daliqandin.