KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Pîranşarê kolberek hat qetilkirin
Hêzên dewleta Îranê li herêma Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberek din qetil kir. -
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê: Sefîrê Bilind ê Tirk a Bexdayê, qetlîam girt ser xwe
KCK’ê diyar kir ku Sefîrê Bilind ê Tirk ê Bexdayê qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel, qebûl kir û got ku dewleta Tirk qetlîamên li Iraq/Başûrê Kurdistanê pêk anîne û wê pêk bîne jî. -
HPG: 12 dagirker hatin cezakirin, 2 mobese hate îmhakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de 12 dagirker hatine cezakirin, 11 dagirker jî birîndar bûn. Di çalakiyan de 2 pergalên kameraya mobese hate îmhakirin, derb li kepçeyekê, 2 konên leşkerî û çeperekê hate xistin. Di şeran de 2 gerîla şehîd bûn. -
Sefîrê Bilind ê Fransayê serdana Şengalê kir
Sefîrê Bilind ê Fransayê yê li Iraqê Eric Chevalier serdana Şengalê kir û karên çêkirina nexweşxaneyekê lêkolîn kir. -
Dag û Er dawî li rojiya mirinê anîn
Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên li Girtîgeha Hewlêrê girtî ne, piştî ku daxwazên wan hate qebûlkirin dawî li rojiya mirinê anîn. -
Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar dewam dike
Dayika Emîne Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê de got ku kesê ji xwe re dibêje mirov, nikare li hemberî zilma li pêşiya edliyeyê bêdeng bimîne. -
Xizmên girtiyan nerazîbûn nîşanî partiyên siyasî dan ên 'soza xwe bi cih nînin'
Xizmên girtiyan di Nobeta Edaletê de diyar kirin ku hin partiyên siyasî soz dane wan, lê soza xwe bi cih neanîne. -
'Kampên Başûrê Kurdistanê ne cihê miletê me yê Êzidî ye'
Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi fikrê azad ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew li Şengalê yekîtiya xwe çêdikin û bi gotina "Kampên Başûrê Kurdistanê ne cihê miletê me ye" banga vegerê li koçberan kir. -
Li Bane kolberek hate qetilkirin, 2 kolber jî birîndar bûn
Li herêma Bane ya Rojhilatê Kurdistanê di êrîşa hêzên çekdar ên dewleta Îranê de kolberekî jiyana xwe ji dest da, 2 kolber jî birîndar bûn. -
Dewleta Tirk çeteyan dibe qadên gerîla û dide şerkirin
Eşkere bû ku dewleta Tirk bi sedan çeteyên li Wanê li otelan bi cih kir, bi wesayitên taybet destpêkê birin Colemêrgê, ji wir jî birin Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo şer bikin. -
Li Wanê 12 hezar avahiyên derz lê ketine hê jî nehatine hilweşandin
Ligel ku di ser erdheja Wanê re 11 sal derbas bûne jî 12 hezar avahiyên ku zirar dîtine hîna nehatine hilweşandin û her wiha avahiyên zêrfiroş û bankeyan ên ku di salên 1950'î de hatine çêkirin, ligel ku xisar dîtine jî hê dest nedane. -
Kalkan: Di sala 25'an de Komploya Navneteweyî wê teqez bê têkbirin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku sala 25'an wê bibe saleke ku berxwedana li dijî komployê gihîştiye asta herî bilind. -
Andok: Heke ciwan dixwazin azad bibin divê tevlî nav refên gerîlayan bibin
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok diyar kir divê her ciwanên Kurd divê di nav têkoşîna azadiyê de cih bigire û tevlî nav refên gerîlayan bibe. -
8 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper hatin rûxandin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Di çalakiyên gerîla de 8 dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û mobesseyek hatin îmhakirin. -
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Ji helwesta wan a milîtanî heta tevlêbûna wan a fedaî ya di şer de, ev hevalên me her dem bûne pêşeng. Meşa li ser şopa wan û jiyîna bîranîna wan, wê peywira me ya herî sereke be.” -
Sal zivirî salê Iraq bê hikûmet e!
Sala borî 10’ê Cotmehê weke îro li Iraqê û herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta nû, hilbijartinek pêşwext di nava rewşek ne aram de li Iraqê pêk hat. -
Asayîşa Êzidxanê: Em ê nehêlin ku kes destê xwe dirêjî Şengalê bike
Asayîşa Êzidxanê di salvegera 2'emîn a Peymana 9'ê Cotmehê de biryardariya xwe ya ji bo parastina Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand û got, "Em ê rê nedin ku kes destê xwe dirêjî Şengalê bike û xwe bike xwediyê Şengalê." -
KCK’ê şehîdên 10’ê Cotmehê bi bîr anî
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK: Divê tevgera demokrasiyê were mezinkirin û ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê çareseriyên demokratîk werin avakirin. Ev tişt ji bo şehîdên 10’ê Cotmehê di serî de, şertekî girêdayîna bi şehîdên şoreş û demokrasiyê ye. -
'Li welat cihekî ji bo min çêbikin'
Yek ji kesên ku li gel Rêberê Gelê Kurd perwerde dîtî Rûbar Spêndarokî diyar kir ku Ocalan bi komployên li ser dihatin gerandin pê hesiyabû û her koma dihat ji bo wan digot: “Li welat cihek ji bo min çêbikin.” -
Dilek tije eşqa niştîman: Adil Amed
Gerîlayê HPG'ê Adil Amed 16 salan ji Başûr heta bi Bakur bênavber têkoşiya. Sala 2021'ê tevlî Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê bû. Di êrîşa dewleta Tirk de li Wanê şehîd bû. -
Kalkan: PKK bû hêza çareseriyê
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, PKK li hemberî neçareseriya sîstema modernîteya kapîtalîst a global, bi xeta neteweya demokratîk xwe kiriye hêza çareseriyê. -
Tirkiye li xwe mikur hat ku Nagihan Akarsel qetil kiriye
Konsolosê Iraqê yê Tirkiyeyê Alî Riza Guney, li xwe mikur hat ku wan akademîsyen, rojnamevan Nagihan Akarsel qetil kiriye. -
Li Silêmaniyê Komploya 9’ê Cotmehê hat protestokirin
Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Silêmaniyê bi çalakiyan hat protestokirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat kirin. -
Li Wanê tevî dorpêça polîsan jî komplo hat şermezarkirin
Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Wanê bi dirûşmeyên “Ji tecrîdê re na” û “Bila bimre komplo” hat şermezarkirin. -
Li Amedê komplo hat şermezarkirin
Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Amedê hat şermezarkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.