KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Komîteya Tendirustiyê ya Şengalê: Dewleta Tirk sûcên şer dike
Komîteya Tendirustiyê ya Şengalê, têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve, daxuyanî da û banga rawestandina êrîşên hovane li rêxistinên mafên mirovan kir. -
Dayika Şehîd: PDK’ê dest nedaya ser maskeyan keça min şehîd nedibû
Emîne Abdullah a dayika Delal Şoreş anî ziman ku maskeyên PDK’ê dest danîn ser, bigihîştina gerîlayan wê keça wê şehîd nebûya. -
Li Kurdistanê çalakiyên protestokirina êrîşên kîmyewî - HATE NÛKIRIN
Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî gerîla, li Bakurê Kurdistanê tên protestokirin. -
Serdana malbatên gerîlayên di êrîşên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane hat kirin
Malbatên endamên HPG'ê Yahya Şen û Alî Darga yên di êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk de şehîd bibûn, hatin ziyaretkirin. Bav Mûrat Şen got, "Em bi kurê xwe serbilind in. Em ê zêdetir têbikoşin. " -
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û qedexekirî bênavber dewam dikin
Artêşa Tirk a dagirker ku nikare berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi şikîne bênavber bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar tîne. Dagirkeran 19'ê Cotmehê 16 caran li hemberî tunelên şer bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar anîn. -
Li Silêmaniyeyê li wesayitekê teqîn çêbû
Li taxa Alî Nacî ya Silêmaniyeyê di wesayitekê de teqînek çêbû. Li gorî agahiyan ji ber teqînê birîndar hene. -
Salek û 3 meh cezayê girtîgehê li hunermend Şîlan Dora hate birîn
Hunermend Şîlan Dora ku ji ber strana 'Sê jinên Azad' di 8'ê Adarê de got, doz lê hate vekirin. Di encama darizandinê de salek û 3 meh cezayê girtîgehê li hunermend Şîlan Dora hate birîn. -
Yekîneya Tolhildanê li Wanê li polîsan xist
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çekdar Canfeda ragihand ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî wan li Wanê çalakiyek kirine. -
Li Bane kolberek hate qetilkirin
Hêzên dewleta Îranê li herêma Bane gule li kolberan reşandin. Di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da. -
PAJK: Wateya gotinê nema ye; divê derseke dîrokî ji dewleta Tirk re bê dayin
PAJK'ê diyar kir ku dewleta Tirk a qirker heta qirika xwe ketiye nava çiravê û bi piştgiriya PDK'ê û hêzên navneteweyî, bi bikaranîna çekên kîmyewî sûcên şer dike. PAJK'ê got, "Êdî wateya gotinê nema ye" û destnîşan kir ku divê derseke dîrokî bê dayin. -
Li Avaşîn û Zapê dema ku bombeyên qedexe tên bi kar anîn
Du vîdeo hatin weşandin ku artêşa Tirk li hemberî gerîlayan bombeyên qedexe bi kar tîne. -
Li gundên hatine valakirin 'hilbijêr' têne qeydkirin
Desthilatdariya AKP-MHP'ê li gundên Colemêrgê yên beriya niha hatine valakirin qeyda Sûriyeyî û leşker û polîsan çêdike. -
Gelê Şengalê: Heke hûn me neparêzin çi karê we li Şengalê heye
Gelê Şengalê bal kişand ser êrîşa bombeyî ya duh li dijî Asayîşa Êzidîxanê pêk hat û ev bang ji bo hikûmeta Îraqê kir: “Heke hun me naparêzin li Şengalê çi karê we heye?” -
Şehîd Delal Şoreş li Silêmaniyê hat bibîranîn
Delal Şoreş a li Zapê di êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Silêmaniyê hat bibîranîn. -
Meclîsa Tenduristiyê ya KCD’ê: Êrîşa kîmyewî bîoterorîzm e, sûcê li dijî mirovahiyê ye
Meclîsa Tenduristiyê ya KCD‘ê diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîla "sûcê mirovahiyê ye" û ji her kesê xwest ku li hemberî van sûcan helwestê nîşan bidin û bi hev re tevbigerin. -
Asayîşa Êzidxanê: Dema em li ser peywira xwe bûn, teqînek çêbû
Endamê Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê Hecî Xelef li ser navê Asayîşa Êzidxanê daxuyaniyek da û ragihand ku dema ew li ser erka xwe bûne, teqînek pêk hatiye. Xelef diyar kir polîs û artêşa Iraqê di vê mijarê de peywira xwe bi cih neaniye. -
HPG: 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin ceczakirin, yek jî birîndar bû. Derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin. -
Dayikên Aştiyê: Divê her kes rabe ser piyan!
Meclîsa Dayikên Aştiyê bang li her kesî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî rabin ser piyan. -
Kevana Zêrîn: Em banga berxwedana mezin dikin
Kevana Zêrîn bal kişand ser êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk û got, “Bêdengî hevkarî ye. Em banga berxwedana mezin dikin.” -
Cenazeyê Sara Tolhildan li Qilabanê hate veşartin
Cenazeyê Sara Tolhildan (Dilara Urper) ku li Mersînê çalakiya fedaî lidar xist, li Qilabanê hate veşartin. -
Partî û saziyên li Amedê: Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî em bêdeng nemînin
KCD, TJA, DBP, HDP û KKP’ê li dijî êrîşên kîmyewî banga çalakiyan kir û gotin “Wê hesabê van dîmenan were pirsîn. Kesên bêdeng dimînin şirîkên sûc in.” -
KONGRA-GEL: Li dijî terora dewleta Tirk em rabin ser piyan
KONGRA-GEL got, "Ji bo raya giştî û saziyên navneteweyî yên li hemberî terora dewleta Tirk bêdeng in bikevin nava liv û tevgerê, em rabin ser piyan. Divê em hêrsa xwe bi rêya çalakiyan di asta herî bilind de nîşan bidin." -
RJAK: Xelkê Başûr divê biherike qadan
RJAK'ê bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî dakeve qadan. -
Li Erdîşê operasyonên qirkirina siyasî
Li Erdîşê di operasyonên qirkirina siyasî de Hevseroka HDP'ê ya Erdîşê Fatma Serhatli û endamê HDP'ê Îdrîs Îşleyen hatin destgîrkirin. -
MXDŞ: Êrîşên li ser gerîla êrîşên li ser civaka Êzidiyan e
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê êrîşên li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê şermezar kir û got “Em êrîşên li ser hêzên gerîla wekî êrîşên li ser hemû mirovahiyê û bi taybetî jî wekî êrîşên li ser civaka Êzidî dibînin.”