KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Olûç: Desthilatdarî dijminê Kurdan e
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç bal kişand ser êrîşên kîmyewî û got: “Em rû bi rûyê desthilatdariyekê ne ku dev ji dijminahiya Kurdan bernade.’’ -
‘Tirkiyeyê li ber çavê hemû cîhanê çekên qedexekirî bi kar aniye’
Meclîsa Kerkûkê ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî şermezar kir û bang li gel kir ku bi yekîtî û hevhelwestiyê li hemberî dagirkeran rabin. -
HPG: 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîlayên HPG’ê de 6 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Di çalakiyan de 2 mobese û konekî leşkerî jî hatin îmhakirin. -
KODAR: Bêdengbûna li hember şerê Tirkiyeyê, tê wateya şirîkatiya sûc
KODAR’ê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve ku herî dawî 17 gerîlayên HPG/YJA Starê şehîd bûbûn, peyamek da û diyar kir ku divê hemû gelê Kurd û azadîxwaz li ber vî sûcî rabin. -
Li Geverê ji bo bîranîna gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne, çalakiyek hate lidarxistin
Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, ji bo bîranîna gerîlayên di encama êrîşên çekên kîmyewî de şehîd bûbûn, li Geverê li dijî polîsên Tirk çalakî li dar xistin. -
Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê: Li dijî êrîşên çekên kîmyewî em dengê xwe bilind bikin!
Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê bang li her kesê xwedî wijdan kir ku li dijî vî sûcê mirovahiyê û şerê di encama bikaranîna çekên kîmyewî de hatiye kirin, dengê xwe bilind bikin û bikevin nava tevgerê. -
Nûnerê PADÊ: Li pêşiya vegera Êzidiyan astengî tên çêkirin
Nûnerê PADÊ Merwan Şengalî bal kişand ser astengiyên civaka Êzidî û diyar kir ku xelkê Êzidî dixwazin vegerin ser erdê xwe lê ji aliyê Iraq û Başûrê Kurdistanê ve astengî ji bo wan tê çêkirin. -
Desthilatdariya AKP-MHP’ê xwedîkirina heywanan qedandiye
Ji ber polîtîkayên AKP-MHP’ê li Wanê di warê xwedîkirina heywanan de, zehmetî çêdibin. Hema bibêje li bajêr karê xwedîkirina heywanan qediyaye û kesên heywanan xwedî dikin neçar dimînin ku piraniya dema xwe vala derbas bikin. -
Xelkê Ranyayê bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin
Xelkê Ranyayê, êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, protesto kirin û li dijî dagirkeriyê banga nîşandana helwestê kirin. -
Komeleya Karkerên Mezopotamyayê destgîrkirina endamên xwe, protesto kir
Komeleya Karkerên Mezopotamyayê, destgîrkirina endamên xwe ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve protesto kir. -
Serdana malbata gerîlaya YJA-Starê Ete hate kirin
Bi awayek girseyî serdana malbata gerîlaya YJA-Starê Kevser Ete hate kirin. Gerîlaya YJA Starê Kevser Ete di êrîşên çekên kîmyewî de şehîd bûbû. -
HPG: 5 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin
Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek, radarek, mobeseyek û konek hate îmhakirin. Dagirkeran 17 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî êrîş kirin. -
PJAK'ê ji bo çareseriyê danezanek weşand
PJAK'ê got, "Hêviya me ew e ku şoreşa gelên Îranê ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi ruhê pêkvejiyana azadiya gelan hêviyeke nû ji bo azadî û demokrasiyê ya hemû gelên Rojhilata Navîn bi xwe re bîne." -
Çalakiya malbata Şenyaşar didome: Berxwedan desthilatdariyê têk dibe
Platforma Demokrasî û Kedê ya Amedê serdana Malbata Şenyaşar kir û got, “Desthilatdariya AKP li hember malbata Şenyaşar têk çû.” Polîsên ku hewl dan çalakiyê asteng bikin, neçar man paş ve vekişin. -
Festîvala Çand û Hunerê ya Şengalê di roja 2’emîn de didome
Festîvala Çand û Hunerê ya Şengalê di roja 2’emîn de bi pêşangeh û çalakiyên cihê didome. -
Gerîlaya ku bi kena xwe mizgîniya serkeftinê dide: Delal Şoreş
Têkoşîna xwe bi baweriya dilê xwe û kena xwe ya li ser rûyê xwe, gihand azweriya azadiyê. Bi têkoşîna xwe ya li Zagrosan ku pir jê hêz dikir li hember mêtingerî û azadiya sexte ya ku qebûl nekir ber bi azadiyê ve meşiya. -
Karasû: Gelê Kurd divê li dijî êrîşên kîmyewî rabe ser piyan
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bang li gelê Kurd kir ku li hemberî êrîşên kîmyewî rabe ser piyan. Karasû helwesta PDK'ê jî weke 'cihê şermê' pênase kir. -
Ertugrul Kurkçu: Hulusî Akar sûcê xwe qebûl kir
Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertugrul Kurkçu bi bîr xist ku Wezîrê Parastinê Hulusî Akar diyar kir ku dema derbarê operasyona Garê de agahî didan TBMM'ê, li dijî endamên HPG'ê çekên kîmyewî hatin bikaranîn û got ku ev yek îtîrafkirina sûc e. -
Li Germiyanê ciwan li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî meşiyan
Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê li Germiyanê li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî meşiyan, ku dewleta Tirk li dijî gerîla bi kar tîne. -
Dîmenên nû yên bikaranîna bombeyên qedexekirî
Têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dîmenekî nû gihîşt ajansa me, ku bikaranîna bombeyên qedexekirî nîşan dide. -
Nûneriya HDP’ê ya Silêmaniyê: Divê hevalên me demildest bên berdan
Nûneriya HDP’ê ya Silêmaniyê, daxwaza berdana 8 kesên ji Bakurê Kurdistanê kir ku îro li Silêmaniyê hatin destgîrkirin. -
Bikaranîna çekên kîmyewî li Ranya û Qendîlê hat şermezarkirin
Li Ranya û Binarê Qendîlê bikaranîna çekên kîmyewî hate şermezarkirin. -
Li Germiyanê bikaranîna çekên kîmyawî hate protestokirin
Li Kelarê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li dijî gerîlayan, çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de bang li gelê Kurd hat kirin ku li her derê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî rabin ser piyan. -
Li Mexmûrê ji bo Zinarîn Cûdî û 16 hevrêyên wê mewlûd hat dayîn
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, ji bo gerîlaya YJA Star’ê Zinarîn Cûdî (Gûrbet Oran) û 16 hevrêyên wê ku di encama êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn mewlûd hat dayin. -
Asayîşa Silêmaniyê 8 Kurdên ji Bakur destgîr kir
Asayîşa Silêmaniyê 8 welatiyên ji Bakurê Kurdistanê ku ji ber zextên dewleta Tirkiyeyê koçî Silêmaniyê bibûn û endamên HDP’ê bûn, destgîrkirin.