KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Wanê xefika AKP, cerdevan û axayan: Bazirganiya narkotîk û fûhûşê
Di bazirganiya narkotîk û fûhûşê de Wan piştî Stenbol û Edeneyê bûye bajarê sêyemîn. Ji ber ku axayên hin eşîran, cerdevan û çawişên pispor li pişt hene, bazirganiya narkotîk û fûhûşê ewçend bi hêsanî li Wanê tê kirin. -
Li hemberî çekên kîmyewî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Nimreya 1’ê ya Amedê li hemberî çekên kîmyewî dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Greva girtiyan didome. -
Sûcê şer ê dewleta Tirk dewam dike
HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 3 caran bi bombeyên qedexekirî, 7 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir." -
Malbatan nerazîbûn nîşanî 'dijminatiya' li girtiyan dan
Malbatên girtiyan ku li Amedê ji bo berdana girtiyên nexweş di Nobeda Edaletê de ne, nerazîbûn nîşanî 'dijminatiya' li girtiyan dan. -
Karayilan: Em ê tola hevalên xwe bistînin
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk ji bo şikandina berxwedana gerîla bikaranîna çekên kîmyewî wekî metodekê daye ber xwe û got “Wê dagirker tu carî negihêjin armanca xwe.” -
HPG: Bi fedaîtî şer kirin û bûn pêşengên berxwedanê
HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Hevrêyên me Rêvan, Xwînda, Êrîş, Reşît û Mem li dijî êrîşên bi rêbazên qirêj ên dijmin bi fedaîtî şer kirin û bûn pêşengên berxwedanê." -
Tîmên Tolhildanê li hemberî êrîşên kîmyewî çalakî kirin
Tîmên Tolhildanê li dijî êrîşên kîmyewî li Amedê çalakiyên rêgirtinê lidar xist û peyama “Bêdengmayîn sûc e” dan. -
Jinên Şengalî: Bi êrîşan hewl didin pêşî li vegera Şengaliyan bigirin
Jinên Şengalî bal kişandin ser vegera xelkê Şengalê ya li warê xwe û diyar kirin ku ji ber vê dema dawiyê veger zêde bûye, dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê êrîşên xwe zêde kiriye. Jinan gotin, wê heta dawiyê li dijî van pîlanan li ber xwe bidin. -
Nameyên Rûken Zelal û Sara Tolhildan ên ku çalakiya fedaî kirin
Rojnameya Serxwebûnê nameyên gerîla Sara Tolhildan (Dilara Urper) û Rûken Zelal (Emel Feremez Hisên) weşand, ku li navçeya Mezîtlî ya Mersînê di 26’ê Îlona 2022’an de li hemberî navenda polîsan çalakiya fedaî kirin. -
Komek ji xwendekarên zanîngeha Sine tevlî nava refên gerîla bû
Di vê pêvajoyê de ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo guhertin, demokrasî û azadiyê gel rabûne ser piyan, komek ji ciwanên Rojhilatê Kurdistanê yên li zanîngeha Sine dixwendin, berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sabotajê weşand ku li qada Mamreşo li hemberî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo hate kirin. -
Zîlan Vejîn: Serhildana jinan li Îranê bandor li hemû cîhanê kir
Hevseroka PJAK’ê diyar kir: Divê hêzên muxalefeta Kurd û Îranê di vê qonaxê de eniyeke yekgirtî pêk bînin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî wê di berjewendiya gelê Kurd û gelên Îranê de be. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Şengalê kir
Dewleta Tirk a dagirker, bi balafirên biçek ên bêmirov Qubeya Hesin Meman a li navenda Şengalê bombe kir. -
Li Amedê berxwedana li Kobanê hat silavkirin
Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn, di çalakiya ji bo Roja Kobanê ya Cîhanî de axivî û got: “Bi berxwedana li Kobanê, xeyalên hemû desthilatan xirab bûn û têkoşîna Kobanê belavî hemû cihanê bû.“ -
HPG: 4 dagirker hatin cezakirin, konek hate îmhakirin
Di çalakiyên tîmên gerok de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û konek jî hate îmhakirin. Dagirker bi bombe û çekên kîmyewî yên qedexe êrîş dikin. -
Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 603’an de ye
Nobeta Edaletê ya ku di 9'ê Adara 2021'an de ji aliyê Malbata Şenyaşar ve li ber edliyeya Rihayê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 603'an de dewam dike. -
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Şervanan hemû cîhan parastin
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê di salvegera 8’an a 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê de bal kişande ser êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê, bêdengiya navneteweyî û hêzên garantor. -
HDP û DBP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kirin
HDP û DBP’ê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşandin û gotin "Divê li hemberî êrîşên dagirker têkoşîn were geşkirin." -
'Da ser şopa Hakî Karer û Kemal Pîr'
Ji Fermandarên HPG'ê Bêzar Semsûr, yek ji fermandarên pêşeng ên HPG'ê Bedreddîn Amanos bi bîr anî û got, "Hevalê Bedreddîn da ser şopa Hakî Karer û Kemal Pîr." -
Ciwanên Şengalê li dijî êrîşên dewleta Tirk meşiyan
Ciwanên Şengalê li dijî êrîşên hewayî nerazîbûn nîşan dan û bêdengiya raya giştî û cîhanê şermezar kirin. -
'Em ê sînorên ku faşîzm datîne ber me, ti carî qebûl nekin'
Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy destnîşan kir ku wê sînorên desthilatdarî datîne ber wan ti carî qebûl nekin û daxwazên xwe yên rewa timî bînin ziman. -
Ji bo protestokirina çekên kîmyewî li Çemçemal çalakî
Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ji bo protestokirina êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker, çalakî hat lidarxistin. -
HPG: Dagirkeran 21 caran bi bombeyên qedexe û 11 caran jî bi çekên kîmyewî êrîş kirin
Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 21 caran bi bombeyên qedexe, 11 caran jî bi çekên kîmyewî, 13 caran bi balefirên şer, 51 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran bi obus û çekên giran bombe kirin. -
Cenazeyê Ehettîn Kaynar hate veşartin
Cenazeyê girtiyê nexweş Ehettîn Kaynar hate veşartin. -
YRK: Di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk de 4 gerîla şehîd bûn-NÛ BÛ
YRK’ê ragihand ku di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ku di dîrokên cuda de li herêma Asosê pêk anîn de bi giştî 4 gerîla şehîd bûne.