KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 615'an de ye
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Riha hatin qetilkirin têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, bal kişand ser pêwîstiya sîstemeke mirov û civakê. -
HPG: 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku nikarin li hemberî hêzên gerîla li ber xwe bidin, 5 caran bi bombeyên qedexekirî, 6 caran jî bi çekên kîmyewî êrîş kirin. -
HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd ragihand
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Zap û Metîna şehîd bûne eşkere kir û got, “Ew bi helwesta xwe ya li dijî dijmin, bûne nûnerên xeta Apoyî û bi têkoşîna xwe ruh dane xeta berxwedanê ya ji Metîna heta Avaşînê.” -
Bazên Metropolan li Amedê li wesayiteke polîsan xistin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî ya Bazên Metropolan diyar kir ku li Amedê li wesayiteke zirxî ya polîsan xistine. -
Li Hezexê dagirkeriya qeyûm hate şermezarkirin
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, desteserkirina şaredariya HDP'î di sala 3'an de bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
KCK: Têkoşîna li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, divê mezintir bibe
KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk hîn jî rojane çekên kîmyewî bi kar tîne û got, "Gelê Kurdistanê yê welatparêz li her cihê ku lê ye divê li dijî dewleta Tirk a mêtinger qirker, helwesta xwe xurtir bike û têkoşînê mezintir bike." -
Kûrbûna li ser rêbaza şehîd Dr. Sîrwan garantiya serketinê ye -3
Bi giştî hevalan bi dîtina heval Dr. Sîrwan pir dilxweş û şad bûn. Ew coş û morala ku me di heval Dr. Sîrwan de dît têr dikir ku em bênavber bi salan têkoşîn bikin. -
Warê ku ji aliyê 12 siwariyan ve ji qirkirinê hate rizgarkirin
Di sedsala 21’ê de 12 gerîlayên PKK’ê ku li ser bîr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe perwerde kiribûn û weke 12 siwariyan dihatin pênasekirin, pêşî li qirkirina civaka Êzidî girtin û ew ji qirkirinê rizgar kirin. -
PKK: Meşa PKK’ê ya 45 salan karwanek a şehîdan e
Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê “Şehîdên Meha Mijdarê” bi bîr anî û ragihand; “Şehîdên me yên leheng karîn meha Mijdarê bikin meheke berxwedanê ya hêjayî rastiya PKK’ê.” -
KJAR’ê ji bo rêveberina şoreşa jinê ya li Rojhilat û Îranê projeya xwe eşkere kir
Koordînasyona KJAR têkildarî xwepêşandana piştî qetilkirina Jîna Emînî ya bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpê kir û piştre veguherî şoreşa jinê, bi daxuyaniyekê proje pêşniyara xwe eşkere kir. -
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sûîqestê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sûîqestê ya li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê weşand. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em ê Şengaleke azad û xweser ava bikin!
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê di peyama xwe ya bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê de got, “Em soz didin gel û şehîdên xwe ku berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê Şengaleke azad û xweser ava bikin.” -
Fermandariya YBŞ'ê salvegera 7'an a rizgarkirina Şengalê pîroz kir
Fermandariya YBŞ'ê salvegera 7'an a rizgarkirina Şengalê pîroz kir û destnîşan kir ku li dijî fermanên nû yên ku bi destê dewleta Tirk û xiyanetê li ser wan tê ferzkirin, wê hîn bi xurtî li ber xwe bidin û têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin. -
Şahidên rizgarkirina Şengalê: Bi saya gerîla em hene
Welatiyên Êzidî yên di operasyona rizgarkirina Şengalê de cihê xwe girtibûn, bal kişandin ser berxwedana gerîla ya ji bo rizgarkirina civaka Êzidî ji qirkirinê û dîsa rizgarkirina Şengalê û gotin ku ew bi saya gerîla hene. -
Bazek li ser çiyayên bilind ên welêt
Mûhammed Elîzade yê ji Rojhilatê Kurdistanê yek ji hezaran şehîdan bû ku xak û welatê xwe parast. Elîzade jiyana di bin dagirkeriyê de red kir û ji bo parastina xaka xwe berê xwe da çiyayên Kurdistanê. -
Nagihan Akarsel li Silêmaniyê hat bîranîn
Nagihan Akarsel a ku li ber mala xwe ya li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, di roja 40’emîn a şehadeta xwe de hat bîranîn. -
Şêniyên Mexmûrê êrîşên kîmyewî protesto kirin
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, li dijî êrîşên kîmyewî yên ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla pêk tîne, meşiyan. -
5 leşkerên Tirk hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Di şeran de 2 gerîla şehîd bûn. -
Alavên leşkerî yên li Qada Şehîd Rêber hatine desteserkirin
Li Qada Şehîd Rêber gerîlayan çalakiyek kiribûn. Gerîla Tv dîmenê çalakiya desteserkirina alavên leşkerî weşand. -
Ji bo lêkolîna kîmyewî, NY mecbûr e peywirê bide saziyan
Endamê OHD'ê parêzer Berdan Acûn diyar kir ku divê Neteweyên Yekbûyî ji bo ku rêxistinên navneteweyî yên ku dixwazin li ser bikaranîna çekên kîmyewî lêkolînan bikin lê tên asteng kirin, tevdîran bigire û bi xwe erk û peywirê bide saziyan. -
'Rêber Apo hêviya azadiyê ya gelên cîhanê ye'
Endamên Meclîsên Gel ên Şengalê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û gotin: ”Rêber Apo hêviya azadiyê ya gelên cîhanê ye.” -
Xidir: Gerîla xeyala rizgarkirinê Şengalê pêk anî
Endama TAJÊ Kinê Xidir jî diyar kir ku berxwedana Şengalê bi saya gerîlayên azadiya Kurdistanê pêk hat û got, "Di fermanê de tenê gerîla li cem me bûn, wan jî xeyala me ya rizgarkirina Şengalê pêk anî." -
Dîroka artêşa Tirk: Leşkerên xwe bi saxî şewitand, bi mayînan ew qetil kir
Artêşa Tirk a ku li Zapê cenazeyên leşkerên xwe şewitandin, di sala 2011’an de li Farqînê jî 13 leşkerên xwe bi saxî şewitandibû. Di sala 2009'an de li Çelê di encama teqîna mayineke ku ji aliyê Fermandarê Tûgayê ve hatibû bicîkirin 7 leşker miribûn. -
Li Binarê Qendîlê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn
Li Binarê Qendîlê bi boneya 25’ê Mijdarê jinan daxuyanî da û banga têkoşîna hevpar li dijî zilmê, li jinan kir. -
Li Girtîgehên Erziromê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
Girtiyên di Girtîgeha Dûmlûyê ya Hejmara 1'ê de û Ramazan Kayayê di Girtîgeha Erziromê ya Tîpa H'yê de li dijî binpêkirinên mafan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.