KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Malbata Şenyaşar: Heta em encam negirin em ê jiyana asayî nedomînin
Ferît Şenyaşar got, “Mala dayikê hatiye xerakirin, wê çawa vê zilmê qebûl bike û biçe malê û weke tiştek nebûyî jiyana xwe bidomîne.” -
HPG: Wê her tim di têkoşîna me de bijîn
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, "Hevrêyên me Mahîr, Toprak, Delîl û Destan wê her tim di têkoşîna me de bijîn." -
KCR: Ciwan û jin li dijî gef û êrîşan çalakiyên xwe xurtir dikin
Komalên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) bal kişande ser êrîşên tund û tirsandinê yên Komara Îslamî ya Îranê û got: “Di serî de jin û ciwan hemû pêkhate li ber êrîş û gefan çalakiyên xwe xurtir dikin.” -
Gerîla TV dîmenê çalakiya sekvaniyê weşand
Gerîla TV’yê dîmenê çalakiya sekvaniyê ya li Metînayê weşand. Di çalakiyê de leşkerekî Tirk ê dagirker hatibû cezakirin. -
Li ser navê 'gera xwendekaran' otobus dan ji bo komcivîna Alperanan
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyyûm desteser kiribû li ser navê xwendekaran otobusek da ji bo çûna komcivîna Alperanan a li Enqereyê. -
Bayik: Gotin û pratîka PKK’ê yek e
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got, “Rêber Apo û PKK’ê çi gotine, di pratîkê de ew tişt kirine. Ew ne tenê li ser retorîk an jî tenê pratîkê bûn. Gotin û tevgera wan eyek e. Ev diyalektîk di asteke bilind de xist meriyetê.” -
KCK’ê Seyît Riza bi bîr anî û dewleta qirker şermezar kir
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê di salvegera darvekirina wan de Seyît Riza û 6 hevrêyên bi wî re bi bîr anî û dewleta Tirk a qirker bi nefreteke mezin şermezar kir. -
Li Pirsûsê di salvegera dagirkeriya şaredariyê de daxuyanî hate dayîn
Hevserok Abdullah Polat li Pirsûsê di salvegera dagirkeriya şaredariyê de axivî û got “Li hemberî kesên ku dixwazin stûyê me xwar bikin, em ê gavekê jî bi paş ve neavêjin.” -
Nobeta malbatên girtiyan li Amedê dewam dike
Malbatên girtiyên nexweş ku di roja 364. de çalakiya Nobeta Edaletê didomînin gotin, “Zarokên me terkê mirinê tên kirin.” -
HPG: 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîlayan de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran 6 caran Qadên Berxwedanê bi bombeyên qedexe bomberdûman kirin. -
5 meh cezayê girtîgehê li Parlamentera berê ya HDP'ê Demîrel hate birîn
Parlamentera berê ya HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel ku rûniştina wê li 14'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Amedê hat dîtin, bi hinceta dewleta Tirk "biçûk xistiye” 5 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. -
Bazên Metropolan li Amedê li wesayita polîsan xistin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Kasim Engîn a Bazên Metropolan ragihand ku li Amedê li hemberî wesayiteke polîsan bi bombeyan û fîşekên hewayî çalakî kiriye. -
HPG'ê bîlançoya şerê 7 mehan eşkere kir: 2544 dagirker hatin cezakirin, 11 helîkopter hatin xistin
HPG'ê bîlançoya şerê 7 mehan eşkere kir. Di 2553 çalakiyên gerîla de 2544 dagirker hatin cezakirin, 11 helîkopter hatin xistin, 2 tank hatin îmhakirin. Dagirkeran 2837 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîş kirin. 174 gerîla şehîd bûn. -
KCK: Bi êrîşa Taksîmê re AKP û MHP li pey planên tarî ne
KCK: Tu eleqeya tevgera me bi vê êrîşê re tune. Dixwazin vê êrîşê têxin stûyê tevgera me û ev jî diyar dike ku AKP û MHP’ê planên nû yên tarî çêkirine. Divê her baldar be û rastiyê bibîne û fêm bike. -
Şahan: Ev şoreş, şoreşa jinê ye û pêwîste kêlî bi kêlî bê xurtkirin
Gerîlayê YRK’ê Şahan serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê nirxand û diyar kir; “Daxwazên azadiyê û demokrasiyê li derdorê paradîgmaya Rêber Apo kom dibe û her ku diçe zêdetir rengê modernîteyê demokratîk li xwe digre.” -
Şêniyên Mexmûrê: Li ber hovîtiya dewleta Tirk rabin
"Dewleta Tirk ewqasî teng bûye ku bi çekên kîmyewî êrîşê zarokên me dike. Her welatparêz li ku dibe bila bibe divê rabe ser piyan." -
Bayik: PKK ji destpêkê ve tevgereke bawerî û îmanê ye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku PKK hîn ji destpêkê ve tevgereke bawerî û îmanê ye û got, "Tu yê ji xwe bawer bike, tu yê têbikoşe û çareseriyê biafirîne." -
KDP-Î: Di êrîşên hêzên Îranê de 2 pêşmerge şehîd bûn
Partiya Demokrat a Kurdistanê li Îranê (KDP-Î) ragihand ku di êrîşên hêzên dewleta Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane. -
Navenda Parastina Gel: Tu têkiliya me bi teqîna li Stenbolê tune - HATE NÛKIRIN
Fermandariya Giştî ya Navenda Parastina Gel diyar kir ku tu eleqeya wan bi teqîna li Taksîma Stenbolê tune û sersaxî ji xizmên kesên jiyana xwe dane re xwest. -
HPG: 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran Qadên Berxwedanê 3 caran bi bombeyên qedexekirî û 4 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kirin. -
Îranê bombe li hêzên ji Rojhilatê Kurdistanê barand
Dewleta Îranê bi fuzeyan êrîş bir ser hêzên ji Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê. Li gorî rayedaran kesekî jiyana xwe ji dest da, herî kêm 8 kes jî birîndar bûn. -
Şaho bi çîroka Bêrîtan destpê kir
Şaho Germiyanî piştî ku ji bavê xwe çîroka Bêrîtan bihîst, hewl da PKK'ê fêhm bike û biryar da ku bibe yek ji lehengên PKK'ê. -
AKP komira neçê li xelkê Colemêrgê ferz dike
Li Colemêrgê gaz nayê belavkirin û şêniyên bajêr neçarî komira bêkalîte hişt. Komira bêkalîte ya ku ji bo rantê tê firotin, ji aliyê madî ve zehmet e, hem jî hewayê gemarî dike. -
'Divê teqez hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin'
Parêzer Cemal Demîr destnîşan kir ku astengkirina hevdîtina bi Ocalan re sebra civakê difûrîne û got, "Divê teqez hevdîtin bê kirin." -
Li Qeladizê li dijî dagirkeriyê îmze hatin berhevkirin
Li bajarokê Qeladizê ya girêdayî îdareya Raperînê, ji bo piştgirîkirina Rojavayê Kurdistanê û rawestindina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk îmze hatin berhevkirin.