KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KCK: Werin em bi berxwedaniya bi ruh û şêwaza PKK'ê têkoşînê bilind bikin!
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: Gelê Kurdistanê bi coş salvegera 44'emîn a PKK'ê pîroz dike, divê bi ruh û şêwaza PKK'ê ya li hemberî êrîşên qirkirinê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, têkoşîn were geşkirin. -
Kara: Jin hêza xwe ya cewherî ji Rêber Apo û şehîdan digirin
Xantûr Kara destnîşan kir ku eger jinên Kurd xwe bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd rêxistin nekiriba, wê îroj ne xwediyê tu destkeftiyan bûya. -
Derewên qeyûm ên li ser deyn û razemeniyê
Qeyûmê ku Şaredariya Colemêrgê ya HDP’ê xesp kir, budçeya wê li rêyên leşkerî û qereqolan û AKP’ê û alîgirên wê xerc kir, xizmetên xeyalî nîşan da. -
PKK: Li dijî êrîşên qirkirinê divê li her qadê berxwedana azadiyê were geşkirin
Komîteya Navendî ya PKK’ê bi wesîleya salvegera 44’emîn a avakirina PKK’ê daxuyaniyek da û banga mezinkirina berxwedana azadiyê ya li her qadê kir. -
Mêran piştgirî dan bangên têkoşîna jinan
Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Jinan de komek mêrên azadîxwaz bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku ew li gel hemû bangên jinan ên têkoşîna li dijî tundiya li jinan dikin. -
Li Mexmûrê mêran banga bilindkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê kirin
Mêrên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi wesîleya 25’ê Mijdarê bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” meşek girseyî li darxistin û banga bilindkirina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê kirin. -
HPG: 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên ji bo silavkirina salvegera 44'an a damezrandina PKK'ê dewam dikin. Di çalakiyan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn. -
Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî daxwaza edaletê dikim
Emîne Şenyaşar ku li Rihayê ji bo xizmên xwe yên hatin qetilkirin çalakiya Edaletê dimeşîne, diyar kir ku ew ji bo her kesî daxwaza edaletê dike. -
Li Qoserê êrîşên dagirkeriyê hat protestokirin
Li navçeya Qoser ya Mêrdinê, êrîşên dagirkeriyê yên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat protestokirin. -
Besê Erzîncan: Li dijî dewleta bi serweriya mêr, em bi hev re li ber xwe bidin û bi ser bikevin
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan got, "Ya ku jinan, gelên me azad bike xweparastin e, xwerêveberî ye. Li dijî dewleta mêr a serwer, em bi hev re li ber xwe bidin û bi ser bikevin." -
Çalakiyên ji bo silavkirina 27'ê Mijdarê: 9 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi armanca silavkirina salvegera 45’emîn a PKK’ê çalakî li dar xistin. 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek û mobeseyek jî hatin rûxandin. -
Li Amedê Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş didome
Li Amedê Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş 373 roj li pey xwe hişt. -
Bazên Metropolê li Amedê li kulûbeya nobedê xistin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Memyan Hazro ya Bazên Metropolê ragihand ku li Amedê bi bombeyan li hemberî polîsên li kulûba nobedê ya qereqolekê çalakî kirine. -
Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya çalakiyên şermezarkirinê de ku zêdeyî du meh û nîv e dewam dikin, greva giştî destpê kir. -
Şînê: Berxwedana jinan a li Îran û Rojhilat wê azadiyê bi xwe re bîne
Endama Koordînasyona KJAR'ê Çîmen Şînê diyar kir ku berxwedana jinên Îran û Rojhilat wê azadiyê bi xwe re bîne. Şînê got, "Guhertin û veguhertin ji bo mêran jî ferz e. " -
HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir û got, "Hevrêyên me Dilgeş û Mazlûm ku pêşengî ji berxwedana xeta fedaî ya li dijî dijmin re kirin, mîrateyeke mezin a têkoşînê ji hevrêyên xwe re hiştin." -
Li Mexmûrê liv û tevgera zêde ya hewayî
Li ser wargeha penaberan a Mexmûrê ji danê sibê ve liv û tevgerekî zêde ya balafiran heye. -
Milîsên HBDH'ê li Amedê li wesayiteke zirxî xistin
Milîsên Şehîd Çiyager ên HBDH'ê ragihandin ku li Amedê di şeva 21'ê Mijdarê de li "polîsên ku teror dikirin" xistine. -
Leşkerên Iraqê wê li ser sînorê Tirkiye û Îranê bên bicihkirin
Hikûmeta Iraqê ragihand, ku wê hêzên parastina sînor ên hikûmeta federal li ser sînorê Tirkiye û Îranê bên bicihkirin. -
Di 11 mehên dawî de 21 karker bûn qurbaniyên cînayetên kar
Ciwanên Kurd ên ku neçar dimînin di înşaetên ku ewlehiya kar lê tuneye bixebitin, dibin qurbaniya cînayetên kar. Di 5 rojên dawî de 4 karker, di 11 mehên dawîn de jî herî kêm 21 karkerên ji Wanê di înşaetan de jiyana xwe ji dest dan. -
NPG: Di sala 45'an de berê me li azadiya Rêber Apo û gelê me ye
NPG: Em, neferên fedaî yên Apoyî ku berê xwe li azadiya Rêber Apo û gelê xwe ye, di sala 50'î ya pêngava Rêbertî ya Apoyî û sala 45'an a damezrandina fermî ya partiya me PKK'ê de, em ê wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih bînin. -
Çetîn: Ev şoreş wê jiyaneke azad û demokratîk bi xwe re bîne
"Em bi hev re dikarin bi rengekî rêxistinbûyî li dijî zîhniyeta zilamsalar têbikoşin û bi yekîtiyê dikarin vê şoreşê misoger bikin. Wê ev şoreş ji bo hemû civakên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jiyanek azad û demokratîk bi xwe re bîne." -
HPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir
HPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir û got, "Li her qada têkoşînê mîrateya têkoşînê ya fermandarên me yên pêşeng Hakî Karer û Kemal Pîr meşand û xwest bigihîne gelên Tirkiyeyê." -
HPG: Artêşa Tirk a dagirker êrîşên bi çekên kîmyewî dewam dike
HPG: Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 5 caran bi bombeyên qedexekirî û 8 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kir. -
Fûad Bêrîtan: Armanc demokratîkkirina Îranê ye, kes nikare pêşî li vê bigire
Hevserokê KODAR'ê Fûad Bêrîtan got, “Gelê me bi çalakiyên xwe yên demokratîk, însanî û exlaqî daxwaza mafên xwe dike. Tu kes nikare vî mafî ji destê gelê me bigire. Armanc demokratîzekirina Îranê ye.”