KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Em fermandar Bedreddîn û Aydin bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê fermandarên pêşeng Bedreddîn Amanos û Aydin Amanos ên li Amanosan şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Di şexsê van fermandarên me yên leheng de em soza xwe dubare dikin ku şoreşa xwe ya azadiyê bi serketinê tacîdar bikin." -
Girtiyên siyasî jî tevlî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûn
Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê her diçe belav dibe. Doh bi şev pêla serhildanê giha Girtîgeha Evîn a yek ji girtîgehên herî mezin ên Îranê ye ku girtiyên siyasî lê ye. Fikar hene ku gelek girtî hatibin qetilkirin. -
'Iraqê serweriya xwe ji dest daye'
Çavdêrê siyasî Hesen Baram bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser serweriya xaka Iraqê û têkdana ewlehiya herêmê û got: "Ew parçebûna li nava Iraqê rê ji êrîşên herêmî û navdewletî re vedike. Iraqê serweriya xwe ji dest daye." -
Mouînî: Divê têkoşîna gelan bibe yek
Hevserokê PJAK'ê Mouînî, bûyerên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê diqewimin weke şoreşa jinan nirxand û got, "Em di serdemeke dîrokî de ne. Divê têkoşîna gelan bibe yek." -
'Gelên Rojhilat û Îranê pişta xwe nadin ti hêzê; bi hêza xwe daxwaza azadiyê dikin'
Hevseroka KODAR'ê Gulan Fehîm anî ziman ku gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pişta xwe nadin ti hêzê, bi hêza xwe ji bo azadiyê têdikoşin û got, eger dewleta Îranê guh bibe gel, wê karibe pirsgirêkan bi rengekî demokratîk çareser bike. -
'Desthilata Başûr rê dide dewleta Tirk ku li ser axa Kurdan welatparêzan qetil bike'
Çalakvanên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bal kişand ser êrîşên sîxûrî yên bi rêya sûîqestan ên li Başûrê Kurdistanê û gotin: “Desthilata Başûrê Kurdistanê bûye sedem ku Tirkiye li ser axa Kurdan, welatparêz û şoreşgeran şehîd bikin.” -
Tevgera Azadî: Divê em hişyar bin û çalakiyên mezin bikin
Tevgera Azadî têkildarî îtîraf û gefên Sefîrê Bilind ê Tirk ê Iraqê daxuyanî da û got: “Divê gelê me li hemberî van planên dewleta faşîst hişyar be, divê em çalakiyên mezin bikin.” -
KCK: Bûyera li Bartinê qetlîam e û kujer jî AKP û MHP ye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê sersaxî ji malbatên karkerên ku di qezaya madenê ya Bartinê de jiyana xwe ji dest dane xwest û got “Bûyera li Bartinê qetlîam e û kujer jî AKP û MHP ye.” -
Dagirker bi bombe û çekên qedexe êrîşî qadên gerîlayan dikin
Dewleta Tirk a dagirker ya ku li hemberî berxwedana gerîla nikare li ber xwe bide, 36 caran Qadên Berxwedanê bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bombe kir. Artêşa Tirk 2 caran bi balefirên şer û 22 caran jî bi helîkopteran êrîş kir. -
Aydenîz: Heta dawiyê em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ji bo çareserkirina doza Kurdan divê Ocalan azad bibe û got “Em ê heta dawiyê ji bo vî tiştî têbikoşin.” -
‘Bi têkoşînê re wê êşkenceya li girtîgehan biqede’
Komeleya Mafên Mirovan di çarçoveya ‘Girtîgeh û pêvajoya darizandinê’ civînek li dar xist. Di civînê de hate diyarkirin bi têkoşînê êşkenceya li girtîgehan dikare biqede. -
2 girtî piştî êşkenceyê hatin sirgunkirin
2 girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê piştî êşkenceyê sirgûnî girtîgeheke din hatin kirin. -
Dîmenên dema dewleta Tirk çekên kîmyewî û qedexe bi kar tîne
Em dîmenên 14 êrîşên çekên kîmyewî û bombeyên qedexe yên ku dewleta Tirk a dagirker li herêmên Parastinê yên Medyayê bikar anîne, pêşkêşî we dikin. -
KCK’ê serokkomarê Iraqê Reşîd pîroz kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Serokkomarê nû yê Iraqê Dr. Abdullatîf Reşîd pîroz kir û got “Hêviya me ew e ku rêzdar Letîf Reşîd hem ji bo gelê Iraqê û hem jî gelê Kurd ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan ên bi rêyên demokratîk sûdên mezin bide.” -
Hêza fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd ji bo hemû jinên cîhanê bû diyariyek. Îro jî jinên ku li heqîqeta xwe digerin, li dora çarçoveya van fikir û ramanan kom dibin. -
Kenê wî diyariya şehîdan e
Şehîd Aso yê ku rêwitiya wî li Kirmanşanê dest pê kiribû heta Botanê domiya. Wî diyar dikir kenê wî diyariya wan şehîdan e ku ji bo azadiyê canê xwe dane. -
Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê
Dozgeriyê di dosyeya têkildarî qetilkirina 3 ferdên malbata Şenyaşarê de, der barê 19 kesan de biryara neşopandinê daye. -
HPG: Sîxurê MÎT'ê Ozan Çîftçî hate cezakirin
HPG: Ajanê MÎT'ê nokerê dijmin Ozan Çîftçî ku hate tespîtkirin di şehadeta fermandarên me yên Eyaleta Serhedê de Evîndar, Eylem û Senar rola xwe heye, ji aliyê tîma me ya tolhildanê ya otonom ve hate cezakirin. -
Terora bi wesayita zirxî: Zarokekî din birîndar bû
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, wesayiteke zirxî ya polîsan li zarokekî xist. H.A. yê 17 salî bi giranî birîndar bû. -
Hêzên paramîlter şandin Rojhilata Kurdistanê: Gule li gel direşînin
Ji bo tepisandina serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê milîsên Besîc ên paramîlîter ketin dewrê. Hêzên paramîlter guleyan li gel direşînin. -
Qirkirina siyasî ya li Amedê: Hejmara kesên hatine destgîrkirin zêde dibe
Li Amedê hejmara kesên hatine destgîrkirin derket 8’an. Hate hînbûn, ku tekildarî 30 kesî biryara destgîrkirinê hatiye dayin. -
Hêzên Îranê kolberekî din qetil kirin
Hêzên Îranê li herêma Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşand û kolberek qetil kir. -
HPG: Bi Fedaîtî tevlî berxwedana dîrokî bûn
HPG'ê nasnameya 4 şehîdên Zapê eşkere kir û got, "Hevrêyên me Mîrxan, Fûat, Şiyar û Serhed bi fedaîtî tevlî berxwedana dîrokî bûn, pêşengî kriin û derbên giran li dijmin xistin." -
Di operasyona qirkirina siyasî de li Amedê 4 kes hatin destgîrkirin
Li Amedê di operasyona qirkirina siyasî de 4 kes hatin destgîrkirin ku yek ji wan hunermend Sarya Ertaş e. -
Li Hewlêrê ji ber qezaya trafîkê 5 kes mirin
Li Hewlêrê di encama qezayeke trafîkê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.