KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir û got, "Ewladên leheng ên gelê me hevrêyên me Cûdî, Dijwar û Yûsûf bi şehadeta xwe ji bo me bûn hinceta têkoşîneke hîn mezintir." -
Ji bo Nagihan Akarsel konê sersaxiyê hate danîn
Li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê ji bo endama Akademiya Jineolojî û Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li cihê lê şehîd ketî, konê sersaxiyê hate danîn. -
PKK: Sala 25'an a têkoşîna li dijî komployê wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo
PKK: Sala 25'an a têkoşîna li dijî komployê wê bibe sala têkbirina teqez a komployê, sala hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê ku hewl dide komployê dewam bike, sala parçekirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. -
Dewleta Tirk Kampa Serdeşt da ber bombeyan
Dewleta Tirk, Kampa Serdeşt a li Şengalê ku Êzidiyên ji êrîşê DAÎŞ’ê rizgar bûne lê dijîn, da ber bombeyan. -
KCK: Ji bo têkbirina komployê em di asta herî jor de têbikoşin!- NÛ BÛ
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê: “Ji bo şikandina tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo, pûçkirina planên şer ên topyekûn ên dewleta Tirk û têkbirina komployê di sala nû de bang li her kesî dikin ku di asta herî jor de têbikoşin.” -
Şêniyên Amedê wê li dijî komploya navneteweyî bimeşin
Li Amedê ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” meşek were lidarxistin. Ji bo meşê banga tevlîbûnê hate kirin. -
Li Wanê ji bo girtiyên nexweş bang hate kirin
Li Wanê 20 partiyên siyasî, komele, rêxistinên sivaka sivîl û sendîka ji bo balê bikêşin ser girtiyên nexweş, daxuyaniyeke hevpar dan. -
HPG: 6 dagirker hatin cezakirin, 2 gerîla şehîd bûn
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Li Metînayê di şer de 2 gerîla şehîd bûn. -
KONGRA-GEL: Em têkoşînê geş bikin
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL ji ber salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û got, "Bi şîara azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em têkoşînê geş bikin." -
Li rojnamevan Kûrşûn 13 sal cezayê girtîgehê hate birîn
Li xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a bi biryarnameyê hate girtin Çetîn Kûrşûn 13 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn. -
Fermandariya YRK'ê: Li qadên êrîş lê hate kirin hêzên me nîne
Fermandariya YRK'ê ragihand ku li qadên Pênciwîn, Şarbajar û Çarta yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bombekirin, ti hêzên wan nîne û nerazîbûn nîşanî hin saziyên çapemeniyê yên Başûrî da ku bi karê sîxurtiya dagirkeran radibin. -
Gerîlaya YJA Starê: Moralê gerîla gelekî bilind e
Gerîlaya YJA Starê Roza Tolhildan anî ziman ku gerîla bi moral û motîvasyoneke bilind şer dikin û destnîşan kir ku ev rastî di kapasîteya çalakiyan de tê dîtin. -
'Sîstema me ji bo çar parçeyan bingeha perwerdeya bi zimanê dayikê ye'
Hevberdevka Qada Perwerdeyê Bêrîvan Kaya bi bîr xist ku 27 sal in li Kampa Mexmûrê perwerdeya bi zimanê dayikê didin û got, sîstema perwerdeyê li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin. -
Alkan: Azadiya fîzîkî ya Rêbertî, wê bersiva me ya li komployê be
Ji fermandarên YJA Starê Ferîde Alkan destnîşan kir ku komplogerên 9'ê Cotmehê li hemberî têkoşîna 24 salan têk çûn û got, "Niha jî bi îmhakirina gerîla dixwazin armancên xwe pêk bînin." -
Şehîd Sara û Rûken li Wargeha Mexmûrê hatin bîranîn
Şehîd Sara Tolhildan (Dilara Urper) û Şehîd Rûken Zelal (Emel Feremez Hisên) ku li Mersînê çalakiya fedayî kiribûn, li Mexmûrê hatin bîranîn. -
HPG: 10 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin
Di 17 çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de herî kêm 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn. Çeperek jî hate îmhakirin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yilmaz li Rihayê hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yilmaz Arslan ku di şerê li herêma Besta ya Şirnexê de şehîd bibû, ji aliyê malbata wî ve hat wergirtin û li Rihayê hate veşartin. -
Navenda PENa Kurd qetilkirina nivîskar Nagîhan Akarsel şermezar kir
Navenda PENa Kurd qetilkirina Endama Navenda Lêkolînan ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şermezar kir û got: "Eger ev êrişa terorê neyê rawestandin, li Başûrê Kurdistanê tu nivîskar û rojnamevan nikare bêtirs bixebite." -
'Bazên Metropolan' bi bombeya deng li polîsan dan
Yekîneyên Tolhildanê yên Mehmet Sevgat ên Bazên Metropolan diayr kirin ku li Amedê bi bombeya deng li hemberî polîsên tîmên taybet çalakî kirine. -
'Em ê şopdarê doza zarokên xwe bin'
Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de ne gotin, "Heta ku em sax bin, em ê li ser şopa doza zarokên xwe bin." -
HPG: Remza nemir a berxwedana me ne!
HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên li Zapê şehîd bûn eşkere kir û got, "Bi rengekî fedaî tevlî berxwedanê bûn, mîsyona xwe ya dîrokî bi rengekî hêja bi cih anîn û di berxwedana me ya li ser xeta serketinê de bûn remza nemiran." -
Bi çekê êrîşî avahiya HDP’ê ya Kanîreşê hate kirin
Li Kanîreşê bi çekê êrîşî avahiya HDP’ê hate kirin. Êrîşkar Tanjû Bîngol hate destgîrkirin. -
Li Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya: Bi sedan kes birîndar bûn
Li parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê vê sibehê erd hejiya. Li gorî agahiyên destpêkê 276 kes birîndar bûne. -
Li Şengalê zexta bi sotemeniyê
Li Şengalê di asta ambargoyê de şêniyên herêmê ji mazot û benzînê bêpar têne hiştin. Xelkê Şengalê bang li rêveberiya Bexdayê dike ku vê ambargoyê ji ser wan rake. -
PAJK: Em ê bi geşkirina têkoşînê xwedî li Nagîhanan derkevin
Koordînasyonoa PAJK'ê qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şermezar kir û got, "Jîna Emînî wê bêdeng nemîne, Nagîhan wê bêdeng nemîne. Em ê li her derê têkoşînê geş bikin û xwedî li wan derkevin."