KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dozger xwest cezayê girtîgehê li parlementera berê ya HDP'ê Demîrel were birîn
Derbarê parlementera berê ya HDP’ê Çaglar Demîrel di çarçoveya xala 301’emîn de cezayê girtîgehê hate xwestin. -
PAJK: Serkeftin wê ya jinên berxwedêr û tevgera me be
Koordînasyona PAJK'ê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana dîrokî ya gerîla û got: “Serkeftin wê ya tevgera me ya ku bi hêza berxwedana jinê, gelê Kurd û îdeolojiya azadiyê têdikoşe be." -
HPG: Di çalakiyên gerîla de 2 dagirker hatin cezakirin
HPG'ê bi daxuyanieykê ragihand ku di çalakiyên gerîla de yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin kirin, 2 dagirkerên din hatine cezakirin. -
Malbata Şenyaşar li aqûbeta dîmenan pirsî
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin nobeda xwe didomînin, pirsa ka çima dîmenên komkujiyê nehatin dîtin û li ku ne kirin. -
15 sal cezayê girtîgehê ji endamê Koma Aştiyê Tûnç re hate xwestin
Ji bo endamê Koma Aştiyê Mehmet Şîrîn Tûnç 15 sal cezayê girtîgehê hate xwestin. -
Projeya Erdogan ku wê pez bidaya gundiyan derew derket
Serokkomarê Tirk Erdogan wê li Ebexê pez bidaya gundiyan. Kaymakam berê ji muxtaran lîsteya navan xwestibû û piştre gotin ‘Em hatine xapandin'. -
Li ser buhayê 'bikaranîna xwe' bi hev ketin
Kesên ku bi 10 hezar lîreyî ji aliyê MÎT û Emniyetê ve hatin kirîn û li ber avahiya HDP'ê hatin rûniştandin, li ser pereyên ji dewletê distînin bi hev ketin. -
'Em ê bi encamên mezin vî şerî bi ser bixin'
Gerîlayê HPG'ê Hogir Serhat işaret bi berxwedana dîrokî ya li Zap, Avaşîn û Metînayê kir û got, "Me bi hêviyeke mezin dest bi vî şerî kir. Em ê bi encamên mezin vî şerî bi ser bixînin." -
HPG: 2 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkoptereke êrîşê hate xistin
HPG'ê ragihand ku di çalakiyên gerîla de herî kêm 2 dagirker hatine cezakirin. Her wiha derb li helîkopeterek dagirkeran hate xistin. -
HPG: Bi rengekî fedaî têkoşiyan
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Amedê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Dîren, Adar û Dîcle ku bi têkoşîna xwe bûn hêvî ji jinan û gelan re, weke fermandarên pêşeng ên YJA Starê li Amedê bûn xwedî meşeke fedaiyane." -
Serdema perwerdeyê ya 2022-2023'an a li Mexmûrê destpê kir
Dibistanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) dest bi perwerdeya sala nû ya 2022-2023’ê kirin. -
'Eger me zilm qebûl kiriba, em koçber nedibûn'
Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê nerazîbûn nîşanî hikûmeta Iraqê dan ku dixwaze wargehê bi têlan dorpêç bike û gotin: "Çi pêwîst be em ê bikin û em rê nedin ku wargeh bê dorpêçkirin." -
KCK'ê hikumeta Paşînyan şermezar kir
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku desthilatdariya Ermenistanê Atîlla Çîçek (Leheng) û Huseyîn Yildirim (Elîşer) radestî dewleta Tirk kiriye û hikumeta Paşînyan şermezar kir. -
Hêzên Îranê herêma Bîradostê bombebaran dikin
Hate diyarkirin ku hêzên girêdayî rejîma Îranê herêma Biradost a Herêma Federal a Kurdistanê bombebaran kirin. -
Cenazeya gerîlaya YJA-Starê Sûcîn spartin axê
Cenazeya gerîlaya YJA-Starê Hacer Sûcîn a ku 20’ê Îlonê şehîd bû, li warê wê hate veşartin. -
Bertek nîşanê destgîrkirina rojnamevanan hat dayîn
DFG û MKGP’ê diyar kirin ku rojnamevan ji aliyê dewletê Îranê ve hatin destgîrkirin û wiha gotin: ‘’Tu rejîmek nikare rê li ber derketina holê ya rastiyê bigire.’’ -
‘Mirinên li girtîgehan kuştinên siyasî ne, divê raya giştî deng der bixe’
Rêvebirê TÛHAY-DER’ê Selîm Ekîcî diyar kir ku mirinên li girtîgehan kuştinên siyasî ne û got: “Divê raya giştî deng der bixe.” -
Heften: Avakirina eniyeke demokratîk a cemawerî pêwîstiyeke hewce ye
Endamê Meclîsa PJAK’ê Mezlûm Heften bal kişande ser xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê û diyar kir ku li Îranê avakirina eniyeke demokratîk a cemawerî û li Kurdistanê jî avakirina eniyeke Kurd û Kurdistanê ya di vê çarçoveyê de pêwîst e. -
Xizmên windayan li aqûbeta Zozan û Orhan pirsîn
Xizmên windayan li aqûbeta Zozan û Orhan pirsîn ên ku 25 sal berê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin windakirin. -
Li Rojhilat û Îranê berxwedan mezin dibe
Berxwedana ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî dest pê kir, li bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav dibe. -
HPG: 8 leşkerên Tirk hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin
Di 6 çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek û çekeke bombeavêj hate îmhakirin. -
Malbatan cenazeyên gerîlayên YJA Starê Sûcîn û Kîye wergirtin
Cenazeyên gerîlayên YJA Starê Hacer Sûcîn û Aliye Kîye ji aliyê malbatên wan ve hatin stendin. -
HPG: Ermenistanê hevalê me Leheng û Alîşêr teslîmî Tirkiyeyê kir
HPG’ê diyar kir hevrêyên wan Leheng û Alîşer ji aliyê Ermenistanê teslîmî Tirkiyeyê hatiye kirin û bal kişand ser vî tiştî MÎT’a Tirk ji bo îtîbarê bistîne dixwaze vê bûyerê wekî serkeftina xwe bide nîşandan. -
Şenyaşar: Yên ku li dijî dayikan derkevin wê têk biçin
Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê didomînin gotin: “Dilê dayikan naşibe ti tiştî. Ev kesên ku li hemberî vê hêza dayikan derkevin wê têk biçin. -
Hevseroka KNK’ê bi hevserokên PJAK û KODAR'ê re rûnişt
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Muradî tevî şandeyeke ji KNK’ê, bi Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn, Endama Desteya Rêveber a KODAR’ê Zeyneb Xoresan û Endamê Meclisa PJAK’ê Mazlum Heften re rûnişt.