KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li gelek gundên Geverê zilma leşkeran
Li gelek gundên navçeya Geverê ya Colemêrgê leşkerên Tirk gelek kes bi êşkence destgîr kirin. -
Buldan: Yên ku Kurdan înkar bikin wê têk biçin
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir li Cizirê serdana esnafan kirin. -
HPG: 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Qadên Berxwedanê 20 caran bi bombeyên qedexekirî, çekên kîmyewî û gazên îsotê, 11 caran jî bi balafirên şer, bi dehan caran bi obusan hatin bombekirin. -
Li Rojhilatê Kurdistanê 7 kes hatin qetilkirin
Li Tehranê xwepêşandanên ji bo şermezarkirina kuştina jina Kurd Jîna Emînî tên lidarxistin, belav dibe. Li Rojhilatê Kurdistanê hejmara mirovên ji aliyê hêzên Îranê ve hatin qetilkirin bû 7 kes. -
HPG: Rê nedan dagirkerî û qirkeriyê
HPG'ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir û got, "Li Bakurê Kurdistanê gelek çalakî li dijî dijmin kirin û nîşan dan ku wê ti carî rê nedin dagirkeriyê û polîtîkayên qirkirinê." -
Xizmên Girtiyan: Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe çalakiya xwe bidomînin
Xizmên girtiyan ên ku Nobeta Edaletê didomînin gotin “Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji bo azadiya girtiyan çalakiya xwe bidomînin.” -
OHD û Komeleya Jinan a Rosayê serdana malbata Şenyaşar kir
Şaxa OHD’ê yê Amedê û Komeleya Jinan a Rosayê, çû serdana malbata Şenyaşar a di Nobeta Edaletê de ne. -
Delal Nûrhak li Mexmûrê hate bîranîn
Endama Konseya PAJK’ê û Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Delal Nûrhak a ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû li kampa penaberan a Mexmûrê hate bîranîn. -
'Eger berxwedana li Rojhilat û Îranê dewam bike, wê pêvajoyeke nû destpê bike'
Endama Meclîsa PAJK'ê Ronahî Serhat got, "Eger berxwedan dewam bike û rê li ber bernameyeke guherînê ya siyasî veke wê li Îranê pêvajoyeke nû destpê bike." -
Cenazeyê şehîd Merwan bi merasîmekê li Derbendîxanê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Ehmed Cemal ê bi nasnav Merwan Derbendîxan, li Rojavayê Kurdistanê şehîd bûbû, piştî ji Rojava ber bi warê lê dayik bûyî hate rêkirin, bi merasîmekê hate veşartin. -
TAJÊ: Em ê bi têkoşînê dîwarên Îmraliyê hilweşînin
TAJÊ bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir, ku ew bi fikrên Ocalan bûne xwedî îrade, lewma ew ê bi têkoşîna xwe dîwarên Îmraliyê hilweşînin. -
Elî Kerîmî di pirtûka xwe ya nû de qala xiyaneta 'Qiyade Moqete' dike
Nivîskarê Rojhilatî Elî Kerîmî di pirtûka xwe de ya bi navê "Sinûrên jêr pê xirawekan", qala siyaseta PDK'ê ya di 'Qiyade Moqete' (Rêveberiya Demkî) dike, ku li hemberî Rojhilatê Kurdistanê kir. -
Ayata: Tirkiye bûye navenda terorîzmê
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir ku ji ber rêveberiya AKP-MHP'ê Tirkiye bûye navenda terorîzma cîhanê û got, çavkanî, têkilî, fînansman, perwerde û stargehên ji bo vê terorîzmê, ji aliyê hikumeta Tirk ve têne pêşkêşkirin. -
Bûldan: Em ê heta dawiyê girêdayê têkoşîna Apê Mûsa bin
Nivîskarê Kurd Mûsa Anter di 30’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Di bîranînê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û got: “Tiştên ku tu ji bo wan têkoşiyayî wê bêk bê.“ -
Mele Nezîr du sal in bêyî sedem di girtîgeha PDK’ê de girtî ye
Mele Nezîr ê ku endamê KNK’ê ye û di heman demê de berpirsê YNK’ê yê Zaxoyê ye, du sal berê hate girtin û 7 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. KNK’ê xwest sedema girtina wî were eşkerekirin. -
Paylan: Li Sûrê xiyanet li dîrokê kirin û modela girtîgehê çêkirin!
Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan anî ziman ku li Sûrê avahiyên dîrokî hatin xerakirin û avahiyên mîna girtîgehan çêkirin. Paylan got, "Em ê dîroka Amedê ji nû ve lê vegerînin." -
HPG: 16 dagirker hatin cezakirin, kîrpiyek û droneyek hatin îmhakirin
HPG'ê ragihand ku di çalakiyên gerîla de yên 19 û 20'ê Îlonê 16 dagirker hatine cezakirin, ku 3 ji wan kontra bûn. Her wiha wesayiteke leşkerî ya bi tîpa kîrpî û droneyek hatin îmhakirin. -
Mûsa Anter hate bîranîn
Nivîskarê Kurd Mûsa Anter di sala 30'emîn a kuştinê de li cihê lê hate qetilkirin, hate bîranîn. -
Malbat li pêşiya girtîgehê ne: Ev pirsgirêk a temamiya civakê ye
Malbatên ku li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê Nobeda Edaletê dewam dikin gotin, "Ev pirsgirêk ne tenê ya malbatan e, ya temamiya civakê ye." -
Siyasetmedarê Kurd Ayhan li ser gora xwe hate bi bîr anîn
Siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Ayhan di 4'emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hate bîranîn. -
'Li Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanan de 5 kes hatin qetilkirin'
Li Rojhilatê Kurdistanê, hêzên dewletê bi rojane êrîşî xwepêşandanan dike, ku ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî têne lidarxistin. Hate ragihandin ku di van êrîşan de 5 kes hatine qetilkirin. -
Malbata Şenyaşar: Sedema mezinbûna krîza heyî bêedaletî ye
Malbata Şenyaşar a ku 561 roj in ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna edaletê didin, diyar kirin ku sedema mezinbûna krîza heyî ya li Tirkiyeyê 'bêedaletî ye'. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Şehîd Pîrdogan weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya li hemberî dagirkerên li dora çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdogan weşand. Di serê meha Îlonê de tîmên gerîla ev çalakî kiribû. -
Ayata: Berxwedana me pêdiviyeke dîrokî bû
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûzaffer Ayata diyar kir heta ku projeya tunekirina gelê Kurd bi dawî nebe wê şer û berxwedan bidome û got “Berxwedana me ne encameke biryareke kêfî bû, pêdiviyeke dîrokî bû.” -
Cenazeyê girtiyê hate qetilkirin Keve hate veşartin
Cenazeyê Bariş Keve ê li Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê li hucreya yek kesî hate qetilkirin, li Şaxê hate veşartin.