KURDISTAN
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku li Sêrtê û bajarokê Ziyaretê tevlî civînên gel bû got, “Rêberê Gelê Kurd Ocalan di şert û mercên tecrîdê de ji bo avakirina aştiyê têdikoşe. Dewletê ku Kurdan înkar dikir, niha di maseya muzakereyê de ye.”
Çetîn Arkaş di konferansa MÎA-FED de axivî û got, ya ku berpirsyariyê li civakê bar dike, exlaq e.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyê wê têkoşîna xwe dewam bikin û got, "Di maseya muzakereyê de em ê Birêz Ocalan bi tenê nehêlin."
Ji bo fermandarê YBŞ'ê Emîn Kartal bi nasnav Kawa Şengalî li Hezexê taziye hate danîn û girseya gel serdana malbata Kartal kir.
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê ragihand ku fermandar Kawa Şengalî şehîd bûye got, "Em teqez dikin ku em ê xeyal û armancê wî pêk bînin û diyarî wî û hemû cangoriyên xwe yên hêja bikin."
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk kolberekî Kurd qetil kir
Li ser sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê leşkerên dewleta Tirk a dagirker gule li kolberekî ji Rojhilatê Kurdistanê barandin û di encamê kolber hat qetilkirin.
-
-
-
-
-
Bayindir: Em di demeke stratejîk de ne
Hevserokê DBP'ê Bayindir anî ziman ku ew di demeke stratejîk de ne, divê kar jî li gorî vê yekê bê kirin û bal kişand ser girîngiya afirandina atmosfereke civakî û siyasî ya ku Abdullah Ocalan karibe tê de bi rola xwe ya dîrokî rabe.
-
Xebatek di rêya azadiyê de
Armanca Xebat Çilçema yê HPG'î azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistanê û gelê Kurd bû. Ji bo vê jî bi salan têkoşiya. Di 16'ê Cotmeha 2016'an de li gel 13 hevrêyên xwe tevlî karwanê şehîdan bû.
-
Wefa Elî Ebas gihişt malbata xwe
Keça Êzidî Wefa Elî Ebas a ku di qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de hatibû rizgarkirin, li Xanesorê gihişt malbata xwe.
-
-
-
-
Wê dîsa kujer bibin mexdûr, Emîne Şenyaşar bersûc be!
Dayê Emîne Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên di sala 2018’an de li Rihayê hatin qetilkirin di Nobeda Edaletê de ye, bi îdiaya ‘heqaret’ li Parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ê ku bû sedema qetlîama Malbata Şenyaşar kiriye, wê bê darizandin.
-
-
-
Eksîk: Derî li xelkê Îdirê hatiye girtin
Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk bi bîr xist ku Îdir li ser sînorê sê welatan e, lê belê tevî vê yekê jî yek ji wan bajaran e ku bazirganiya wê herî lawaz e, xizanî, birçîbûn û bêkarî di asta herî bilind de ye.
-
'Divê dawî li bêhurmetiya li cenazeyan bê anîn'
Adnan Orhan anî ziman ku dema dît, cenazeyê Hakan Arslan di hundirê kîsekî de radestî bavê wî hate kirin, xizmên wî yên di salên 1990'î de bi gulereşandinê hatin qetilkirin, hate bîra wî.
-
Zozan Çewlig: Gefa îmhaya fîzîkî li ser Rêbertî heye
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlig diyar kir ku êrîşên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihîştiye asta herî bilind û got, "Eger em rejîma faşîst a AKP-MHP'ê hilneweşîne, wê îmhakirina fîzîkî ya Rêbertî bikeve rojevê."
-
Dikandarên Kerboranê Soylû protesto kirin
Serdana dikandaran a ku wê Wezîrê Karên Hundirîn ê Tirkiyeyê Silêman Soylû li Kerboranê bikira ji ber ku dikandaran bi armanca protesto kirinê dikan venekirin, nîvco ma.
-
Yek jê payebilind 12 dagirker li Zapê hatin cezakirin
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya girêdayê Zapê li dagirkerên Tirk xist. Yek jê payebilind 12 dagirker di çalakiyan de hatin cezakirin. Cenazeyên dagirkerên cezakirî di bin kontorla gerîlayan de ye.
-
-
-
HPG: 3 dagirker hatin cezakirin
Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 11 caran bi bombeyên nukleer ên taktîkî û çekên kîmyewî, 10 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kir.
-
-
-
HPG: Pêşengî ji berxwedanê re kirin
HPG'ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir û got, "Bi her awayî tevlî vî şerî bûn, pêşengî ji berxwedanê re kirin ku li dijî êrîşên dijmin her roj mezin dibe û bi vê pêşengiyê gihîştin asta şehadetê."