Yek jê payebilind 12 dagirker li Zapê hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya girêdayê Zapê li dagirkerên Tirk xist. Yek jê payebilind 12 dagirker di çalakiyan de hatin cezakirin. Cenazeyên dagirkerên cezakirî di bin kontorla gerîlayan de ye.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên HPG’ê hatin wergirtin, gerîlayan li Qada Girê Cûdî ya Girêdayî herêma Zapê çalakiyên bi bandor li dar xistine û di encama çalakiyên ku yek jê payebilind 12 dagirker hatin cezakirin de pevçûn çêbûye. Hat diyarkirin ku cenazeyên dagirkeran di bin kontrola gerîlayan de ye û pevçûn berdewam in.