KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê girtiyê hate qetilkirin Keve hate veşartin
Cenazeyê Bariş Keve ê li Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê li hucreya yek kesî hate qetilkirin, li Şaxê hate veşartin. -
Di tatbîqata Hêzên Gulan de sivîl bûn hedef
Di dema tatbîqatek leşkerî ya Hêzên Gulan de ku yekîneyên girêdayî mala Barzan in, li gundê Bînawî dayîkek û keça wê birîndar bû û ziyanek mezin gihiştiye malan. -
HPG: Dagirker her roj bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi kar tînin
HPG’ê diyar kir dewleta Tirk a dagirker her roj bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi kar tîne û got “Qadên Berxwedanê 32 caran bi bombeyên qedexe yên şîddeta wan zêde û bi çekên kîmyewî hatine bombekirin.” -
Asayîşa Silêmanî daxuyaniya parêzeran a ji bo Ocalan asteng kir
Hêzên asayîşa Silêmanî rê nedan ku parêzerên Başûrê Kurdistanê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî bidin. -
Malbata Şenyaşar bang li hikumetê kir: Dest li darazê wernede
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin, nobeta edeletê digire got, “Daxwaza me ew nîne ku destwerdanê li darazê bikin, qetlîamê bişopînin. Destli dozgeran wernedin.” -
HPG'ê nasnameya şehîdên Kato Marînos eşkere kir
HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li Kato Marînos şehîd bûn eşkere kir û got, "Ev hevrêyên me, mîna meşaleyekê di têkoşîna azadiyê ya gelê me de rêya me ronî dikin." -
Li ser Mexmûrê balafirên şer û keşfê digerin
Ji danê siharê û heta niha balafirên keşfê û yên şer li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û herêmê digerin. -
Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo Jîna Emînî greveke giştî dest pê kir
Li Tehranê ya ku paytexta Îranê ye hefteya borî jina ciwan a bi navê Jîna Emînî ji aliyê ‘Polîsên exlaq’ hatibû qetilkirin. Ji bo protestokirina qetilkirian Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê greveke giştî hate destpêkirin. -
Li rojnamevan Şahîn 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn
Li rojnamevan Hatîce Şahîn 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn. -
Li Girê Şehîd Pîrdoxan dîmenên teqandina çekên kîmyewî
Li Girê Şehîd Pîrdoxan a li Metînayê artêşa Tirk a dagirker li dijî tunelên şer bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî bi kar dianî. Dîmenê van êrîşan hate qeydkirin. -
MLKP: Em ê hesabê hevrêyê xwe bipirsin
Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP'ê Rêzan Amed bi bîr anî û got, "Wê bibe rûmet û hêza me ya şerkirinê." -
Atabay: Divê perwerde bi Kurdî be
Hevserokê Egîtîm Senê yê Şaxê Wanê Mûrat Atabay destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin a perwerde û hîndekariyê ew e, ku zarokên Kurd nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin. -
Li dijî qetilkirina Jîna Emînî banga greva giştî hat kirin
Gelek partî û rêxistinan, li dijî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê hêzên Îranê ve, banga greva giştî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê kir. -
Li Geverê êrîşa dagirkeriyê: 10 gundî hatin destgîrkirin
Artêşa Tirk a dagirker di saetên serê sibehê de li gelek gundên Gever a Colemêrgê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Di êrîşê de 10 gundî hatin destgîrkirin. -
HPG: 8 dagirker hatin cezakirin, droneyek hate îmhakirin
Di 8 çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn. Droneyek jî hate îmhakirin. -
Nûçegihanên ku li Silêmaniyê hatin destgîrkirin nehatine berdan
Nûçegihanên Rojnews’ê Botan Germiyanî, Birwa Esed û kamerevanê Şîrketa Chetr’ê Mihemed Ezîz ku doh ji aliyê asayîşa giştî ya Silêmaniyê ve hatin destgîrkirin, hînê nehatine berdan. -
Dîmenê çalakiya li ser qereqola Kanî Masî hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li ser qereqola dagirkeran a li Kanî Masî ya Metînayê weşand. Di çalakiyê de 2 dagirker hatibûn kuştin. -
'Li dijî êşkenceya li girtîgehan pêwîstî bi helwesteke hevpar heye'
Endamê OHD'ê Firat Taşkin diyar kir ku li dijî polîtîkayên zext û êrîşa li ser girtiyên siyasî yên li girtîgehan, divê rêxistinên sivîl ên di warê hiqûq û mafan de dixebitin, bi helwestek hevpar tevbigerin. -
Li Seqizê xwepêşandêrek hate qetilkirin
Doh bi armanca şermezarkirina qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî (Mehsa) welatiyên bajarê Seqizê daketin kolanan. Hêzên Îranê gule li xwepêşanderan barand ku di encamê de çend welatî birîndar û welatiyek jî jiyana xwe ji dest da. -
Li Colemêrgê çewlika mirîşkan
Rabîa û Resûl Îhtiyatoglû yên Colemêrgî tevî krîza aboriyê çewlikeke mirîşkan bi derfetên xwe ava kirine û bi vî rengî hem malbata xwe xwedî dikin hem jî tevkariyê li hilberînê dikin. -
Di merasîma bîranînê ya şehîd Şukrî Serhed de, nûçegihanên Rojnewsê û Çetirê hatin destgîrkirin
Di dema şopandina merasîma bîranînê ya şehîd Şukrî Serhed (Yasîn Bûlût) de, du nûçegihanên Rojnewsê û kamarevanekê kompanyaya Çetirê hatin destgîrkirin. -
Polîsekê li Wanê êrîşê xwediyê malê kir: 3 kes birîndar bûn
Li Wanê polîsekê bi xwediyê malê re yê ku jê dixwest mala lê dimîne bar bike, şer kir. Piştre kesekê ku xwe çawişê pispor da naskirin, mudaxeleyî bûyerê kir. Xwediyê malê û xizmên wî hatin darbkirin. -
Li Mexmûrê merasîma bîranînê: Em ê li pey doza şehîd Mardîn bin
Şêniyên Mexmûrê bi merasîmek girseyî gerîlaya YJA-Starê Mardîn Penaber (Beybûn Kara) û 4 hevrêyên wê yên ku di encama êrîşa çekên kîmyewî de şehîd bûn bi bîr anîn. -
Tirsa polîsên Tirk a ji Meşa Cûdî: 11 saetan rawestandin!
10 kesên ku xwestin tevlî Meşa Cûdî bibin, ji aliyê polîsan ve 11 saetan hatin rawestandin. Polîsan nehiştin ku ji avahiyên DBP û HDP’ê derbikevin. -
Li Silêmaniyê çalakî hat lidarxistin: Bila kujerên şehîd Şukrî Serhed bên eşkerekirin
Li bajarê Silêmaniyê ji bo kujerên Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed bên eşkerekirin, çalakiyek hat lidarxistin. Hêzên YNK’ê êrîşê rojnamevanan kir.