KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Demîr: Cezayê îdamê di pratîkê de heye
Parêzer Cemal Demîr diyar kir ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî, di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de veguheriye cezayê îdamê yê pratîkî. -
Şandeya KNK’ê serdana parlamentoya Başûrê Kurdistanê kir
Şandeyek KNK’ê serdana parlamentoya Başûrê Kurdistanê kir û bi komên siyasî re li hev civiya. -
Çalakiyên ji bo bîranîna Akîf Yilmaz û Delal Nûrhak: 4 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên tolhildanê de yên ji bo bîranîna Akîf Yilmaz û Delal Nûrhak hatin lidarxistin, 4 dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn. -
Malbatên girtiyan: Dewlet zilm û qirkirinê dike
Xizmên girtiyan li ber edliyeya li Amedê li hev kom bûn û gotin, "Dewlet zilmê li Kurdan dike. Ya ku tê kirin jî parçeyek ji polîtîkaya qirkirinê ye." -
Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê çalakiya 'bêdengiyê' pêk anî
Ferît Şenyaşar yê ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna edaletê didomîne, vê carê jî çalakiya bêdengiyê li dar xist. -
Şehîd û konên xwe bi hev re radikirin!
Ji roja yekem a avakirinê Saziya Malbatên Şehîdan bûye bîrdariyeke ya şehîdan û navenda rêxistinkirin û perwerdekirina civakê. -
Bîlançoya şer a 5 mehan: 2132 dagirker hatin cezakirin, 10 helîkopter hatin xistin
HPG'ê bîlançoya şer a 5 mehan eşkere kir. Li gorî vê yekê di 1881 çalakiyan de 2132 dagirker hatin cezakirin, 10 helîkopter hatin xistin. Artêşa Tirk a dagirker ku tengav bûye, sûcên şer kir û çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anî. -
HPG: Fermandar Amara Ronahî şehîd bû
HPG'ê nasnameya şehîdekê eşkere kir û got, "Di şexsê hevrê Amara de em soza xwe dubare dikin ku tola şehîdên azadiyê hemûyan hilînin û di her kêliya jiyanê de xwedî li bîranîna şehîdan derkevin." -
'Ev welat bi polîtîkayên tecrîdê têk diçe‘
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay ku li Dersimê bi rêxistinên civaka sivîl re civiya bal kişand ser Tifaqa Ked û Demokrasiyê û got: "Tecrîd di serî de li Girava Îmraliyê, li ser birêz Abdullah Ocalan, û bi giştî jî li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye." -
Gunay: Wê HDP berpirsiyartiya xwe ya dîrokî pêk bîne
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay ku li Dêrsimê bi gel re hat ba hev bal kişande ser girîngiya Tifaqa Ked û Azadiyê û got, “Wê HDP berpirsiyartiya xwe ya dîrokî pêk bîne.” -
HPG: 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîla de 7 dagirker hatin cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin. HPG'ê her wiha ragihand ku nûçeya medya şerê taybet a Tirk ku îdîa dike, li Mexmûrê operasyoneke taybet kirine, derew e û got, ev herdu kes beriya niha xiyanet kiribûn. -
'Bila her kes li ber talana ekolojîk rabe'
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li dijî talana ekolojîk bang kir. -
Xelkê Mexmûrê li ber tecrîda li Îmraliyê rabû
Xelkê Mexmûrê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. -
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn, eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Dîren, Arjîn û Êrîş em sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin." -
Malbatên girtiyên nexweş li ber Saziya Tipa Edlî kom bûn
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyane lê nayên berdan li pêşiya Saziya Tipa Edlî ya Amedê kom bûn û Nobeta Edaletê domandin. -
Li Silopiyayê qirkirina siyasî: 5 kes hatin destgîrkirin
Li Silopiyayê di operasyona qirkirina siyasî de vê sibehê 5 kes hatin destgîrkirin. -
Ferhat Goyî yê li Efrînê şehîd bûbû li Mexmûrê hat bibîranîn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Ferhat Goyî yê ku di 3’ê Adara 2018’an de li Efrînê şehîd bûbû hate bîranîn. -
Li Girtîgeha Wanê kesên sivîl û yên bi unîforma her saet digirin ser qawîşan
Girtiyê nexweş Seyfettîn Demhat ê li Girtîgeha Ewlekariya Zêde ya Wanê diyar kir kesên sivîl û bi unîforma her saetê digirin ser qawîşan û got “Dema bi şev hevalên me dibin, em êdî nikarin agahiyan ji hevalên xwe bistînin.” -
NPG'ê gerîlayên li Avaşîn û Girê Cûdî pîroz kir
Fermandariya Biryargeha NPG'ê fermandar û şervanên li Avaşîn û Girê Cûdî şer dikin, ji ber çalakiyên xwe yên serketî pîroz kir. -
Ji qeyûman re serbest e, lê ji şaredariyên Kurdan re sûc e
Wezareta Karên Hundir a Tirk biryara meclîsê ya sala 2014'an weke sûc pênase kir û tevî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya yê 7 sal in girtî ye 11 kes xiste ber lêpirsînê. -
Di Meşa Dirêj de şehîdên şoreşê hatin bîranîn
Ciwanên ku ji Essenê berê xwe dan Aachenê, roja sêyemîn a meşa dirêj li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Dusseldorfê bi bîranîna şehîdan bi dawî kirin. -
Şehîd Jiyan li Mexmûrê hat bibîranîn
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Şehîd Jiyan Sîvas (Zeynep Erdem) û 3 gerîlayên ku sala 2014’an di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûn, hatin bibîranîn. -
‘Astengkirina perwerdehiya Zimanê Kurdî sûc e’
Rêxistinên HDP’ê yên Semsûr û Dîlokê ji bo bi dawîkirina zextên li ser Zimanê Kurdî daxuyaniyek hevpar dan. -
Meclîsa Gel a Sinûnê ya ku hatibû bombekirin, ji nû ve tê avakirin
Meclîsa Gel a Sinûnê a nêzî Şingalê ku dewleta Tirk a dagirker ew bombe kiribû, ji nû ve tê amadekirin. -
Rûniştina doza Emîne Şenyaşar hat dîtin: Ev dewleteke çawa ye?
Emîne Şenyaşar a ku bi îdiaya “heqaret” li Îbrahîm Yildiz ê AKP’yî kiriye, tê darizandin bertek nîşan da û got, “Ev çi dewlet e, ev çi desthilatdarî ye.”