Li Silopiyayê qirkirina siyasî: 5 kes hatin destgîrkirin

Li Silopiyayê di operasyona qirkirina siyasî de vê sibehê 5 kes hatin destgîrkirin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, polîsên tevgera taybet vê sibehê avêtin ser gelek malên li taxên Cûdî û Başakê. Di serdegirtinê de Nûrşen Şen, Mahsûn Onûk û 3 kesên navê wan nehate hînbûn hatin destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Silopiyayê.

Tê gotin ku hejmara kesên hatine destgîrkirin dibe ku zêde be.