KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gelê Kurd ber bi Cûdî ve dimeşin, leşkerên Tirk êrîş dikin
Gelê Kurd, ji bo Meşa Cûdî ya li dijî “Xerakirina Şer û Talankirina Xwezayê’’ li Şirnexê hatin ba hev. Gel di meşê de israr dike, leşkerên Tirk ên dagirker êrîş dikin. -
PJAK û KODAR’ê li dijî qetilkirina Jîna Emînî bang kir
PJAK û KODAR li dijî qetilkirina Jîna Emînî banga tevlêbûna xurt a ji bo çalakiyan kir û got: “Êşkence, girtin, darvekirin û kuştina jinan bûye karê rojane yê rejîma faşîst; eger ku civak pêşiya vê negire wê berdêla wê giran be." -
HPG’ê ji bo bîranîna Alî Çîçek û Delal Nûrhak 25 çalakî kir: 19 dagirker hatin cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir hêzên HPG’ê ji bo bîranîna yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Çîçek û Delal Nûrhak 25 çalakî kirine, herî kêm 19 dagirker hatine cezakirin, dronek jî hate îmhakirin. -
HPG: 5 gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir dewleta Tirk di 4’ê Tîrmehê de bi çekên kîmyewî êrîşek kiriye û di êrîşê de 5 gerîla şehîd bûne. -
Kesên li Pirsûsê hatibûn destgîrkirin, hatin girtin
Li Pirsûsê 4 kes hatibûn destgîrkirin, hatin girtin. Hate hînbûn ku yek ji kesên hatine girtin, li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê karê boyaxê dikir û berê sîxûrî lê hatiye ferzkirin. -
Meclisa Gel a Mexmûrê: Îdiayên MÎT’a Tirk ne rast e
Meclisa Gel ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê diyar kir îdiayên dewleta Tirk a dagirker ya ku dibêje, MÎT li Mexmûrê operasyon li dar xistiye, ne rast e. -
Eşkerenekirina kujeran rê li ber cînayetên nû vekir!
Salek ji ser şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukrî Serhed) ku bi destê MÎT’a Tirk li Silêmaniyê pêk hatibû re borî, lê hê jî kujer nehatine eşkerekirin. Eşkerenekirina kujeran rê li ber cînayetên din vekir. -
Jina ku bi pereyan li ber avahiya HDP’ê rûdinê vê carê ji bo kurê xwe kar xwest
Dema ku Suleyman Soylû hate Wanê kesa ku her de pê re bû û di dema serdana esnafan de xwe wekî keseke ji gel dida nîşandan, derket holê ku ew jî li pêşiya avahiya HDP’ê rûdinê û kurê wê çend meh berê di şaredariya qeyyûm de xistine kar. -
Mihemed: Ji ber rexnegirtina li desthilatê cezayê siyasî li me birîn
Hunermendê Şanoger Yûsif Mihemed: “Heta nefesa xwe ya dawî ez ê bêyî ku cudahiya neteweyî û ayînî ya di nava pêkhateyan de, di xizmeta bajarê xwe de bim.” -
‘Polîtîkayên ji nû ve Tirkkirinê ya bi destê qeyûman di meriyetê de ye’
Hevşaredarê HDP’ê yê Kayapinarê Davût Kesen, diyar kir ku li Kurdistanê polîtîkayên qirkirina civakî yên bi destê qeyûman dewam dikin û got, “Polîtîkayên Tirkkirinê dîsa ketin dewrê û hevsengiya civakê xera bû.” -
Li çiyayên Botanê gerîlayekî Tirkmen
Haydar Erdogan di nav malbateke Tirkmen de ji dayik bû û tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Ji xebatên avakirina civakî kete zindanan û ji wir jî berê xwe da çiyayên Botanê. -
Di 30 salan de 38, di çar mehan de 10 helîkopter hatine xistin
Di 30 salan de 48 helîkopterên artêşa Tirk hatin xistine. Di çar mehen dawîn de 10 helîkopterên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine xistin. -
Li Kerkûkê li ser çanda Suryanî semînerek hat lidarxistin
Li Kerkûkê bi armanca nasandina çanda pêkhateya Suryanî bi dirûşmeya “Çand û mîrateya şaristaniya Suryanî” semînarek hat lidarxistin. -
15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin!
Di çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Sîda ya girêdayî Zapê ber bi pêş ve biçin de, 15 dagirker hatin cezakirin û 5 jî hatin birîndarkirin. -
Olûç: HDP mifteyek e ku wê hemû deriyan veke
Serokparlamenterê koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku hilbijartin ji bo wan gelek girîng e û got: “HDP mifteyek e ku wê hemû deriyan veke.” -
Sancar li Erziromê ye: Em ê di 24’ê Îlonê de nexşerêya xwe eşkere bikin
Hevserokê Giştê yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser girîngiya Tifaqa Ked û Azadiyê û got: “Em ê di 24’ê Îlonê de bi pîrozbahiyek mezin, nexşerêya xwe eşkere bikin.” -
Îranê kolberek din qetil kir
Li bajarê Kîrmanşahê di êrîşa hêzên Îranê de, kolberek hat qetilkirin. -
Rêxistinên civakî yên sivîl: Mirin li girtiyan tê ferzkirin
ÎHD, THÎV, OHD û Baroya Amedê jî di nav de rêxistinên civakî yên sivîl diyar kirin ku mirin li girtiyên nexweş tê ferzkirin. -
Dagirker bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîş dikin
Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 6 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 9 caran bi balafirên şer û 40 caran jî bi helîkopterên êrîşê bombardûman kir. -
Li 3 bajaran ji bo rojnamevanên Kurd ên dîl hatine girtin çalakî hate lidarxistin
Li Amed, Wan û Mêrsînê ji bo rojnamevanên Kurd ên dîl hatine girtin çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyê de ji rojnamevanên girtî re kart, name û pirtûk hatin şandin. -
Nobeda Şenyaşar di roja 557'an de ye
Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe 557 roj in daxwaza edaletê dike. -
Dîmenê çalakiyeke gerîla ya li Girê Amediyê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya li Girê Amediyê weşand, ku tê de dagirkerek hate cezakirin. -
Çavrê Firîşte: Firîşteyek evîndara çiya
Gerîlaya YJA Starê Çavrê Firîşte ku bi temenê xwe yê ciwan tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurd bû, di têkoşîna xwe ya ji 16 salan de wezîfeyên xwe hemû bi cih anî û bû milîtaneke heqîqetê. -
Fermandarê ku dijmin li Zapê tengav kir
Roja 17'ê Nîsanê yê ku li ser girên berxwedanê yên Zapê destpêkê bersiv da dagirkeran, Fermandar Agir bû. Nehişt dagirker nêzî tunelên berxwedanê bibe. Piştre jî jiyaneke ji raperînê li pey xwe hişt. -
Jinên Kerkûkî: Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e
Jinên ji bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan kirin.