KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YRK: Rêheval Simko weke Qendîla serbilind mohra xwe li dîrokê da
Fermandariya YRK’ê bi boneya salvegera 11’emîn a şehadeta fermandarê mezin Simko Serhildan daxuyaniyek da. YRK’ê diyar kir ku şehîd Simko bi tevlêbûna xwe tevlî vê şoreşa ku Rêber Apo pêşxistî bû û heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî têkoşiya. -
Karayilan: Bi şehîdxistina heval Ebûzêyd hedef welatparêziya Mexmûrê ye
Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan bi wesîleya şehadeta Ebûzêyd Ebdullah nameyeke sersaxiyê da û got “Dijmin di şexsê hevalê Ebûzêyd de welatparêziya Wargeha Ş. Rustem Cûdî kiriye hedef.” -
Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 544’an de ye
Nobeta Edaletê ya ji aliyê malbata Şenyaşar ve tê lidar xistin di roja 544'an de didome. -
Pergala gel cihê şifayê ye…
Pergala ku li ser feraseta dewletparêziyê hatiye avakirin li her cihê nexweşiyan belav dike, li dijî vê pergalê civaka ku bi hişmendiya exlaqî û polîtîk tevdigere li her derê şifayê belav dike. Mînaka vê pergalê jî Nexweşxaneya Şehîd Hogir e. -
Heyetek ji Êlihê serdana malbata Şenyaşar kir
Heyetek ji Êlihê çû serdana malbata Şenyaşar û piştgirî dan çalakiya nobeta edaletê. -
HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, derb li Skorsky hate xistin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin. -
Polîsên Tirk êrîş birin ser çalakgirên li ber tiryakê rabûn
Polîsên Tirk êrîş birin ser çalakiya li dijî tiryakê ya li navçeya Bazîdê ya Agiriyê û gelek kes destgîrkirin. -
Dayik Şenyaşar: 543 roj in zilmê li me dikin
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên ku li Rihayê hatin qetilkirin têkoşîna edaletê dide, careke din xwest adaletê bê cih anîn. -
Bi tabûreke leşkerî mobesseyê bi cih dike, gerîla jî wê îmha dike
Dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi balafirên şer, helîkopter û droneyan nikare encamê bi dest bixe, vê carê jî giranî daye ser mobesseyan. Gelek mobesse ji aliyê gerîla ve hatin îmhakirin. -
HBDH’ê li Sêrtê çalakiyek kir
Milîsên Nûbar Ozanyan ên HBDH’ê li dijî kamyona ku lojîstik dibir ji dewleta Tirk a dagirker re bi bombeyên destan çalakiyek kir. -
Ciwan li Stenbolê ji bo Arslan meşiyan
Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Stenbolê ji bo Hakan Arslan ê ku hestiyên wî di kîsekî de radestî bavê wî hatin kirin, meşek meşaleyî li dar xist. -
YPS: Me Çawişê Pispor Tûrgay Kulcu ceza kir
Tîmên Bersivdanê yên Şehîd Alî Tolhildan ên YPS'ê ragihandin ku di 27'ê Tebaxê de li Dîlokê Çawişê Pispor Tûrgay Kulcu ceza kirine. -
Avahiyên dîrokî yên Kurd û Ermenan têne wêrankirin
Serokê ÇEVDER a Wanê Alî Kalçik ragihand, ku qadên ji avahiyên dîrokî yên Kurd û Ermenan bi polîtîkayeke bi zanebûn têne wêrankirin. -
Nûda: Têk çûye, lewma çekên kîmyewî bi kar tîne
Endama Koordînasyona KJK'ê Hêvî Nûda destnîşan kir ku gerîla bi ser dikeve, dewleta Tirk jî têk diçe, lewma çekên kîmyewî bi kar tîne. Hêvî Nûda got, divê bikaranîna çekên kîmyewî normal neyê dîtin. -
Polîsan li Midyadê ciwanek qetil kir
Polîsan li navçeya Midyadê bi guleyan ciwanê bi navê Adem Kara (21) qetil kir. -
Sancar: Divê em tifaqa herî mezin a li dijî şer ava bikin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê li mîtînga Silopiyayê axivî û diyar kir ku bêyî têkoşînê aştî çênabe û got: “Kî ku li Tirkiyeyê daxwaza edaletê bike divê li ber şer rabe. Divê em tifaqa herî mezin a li dijî şer ava bikin.“ -
Bûldan: Tenê rê rakirina tecrîdê ye - HATE NÛKIRIN
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, li Wanê di mîtînga 1’ê Îlonê de axivî û got: “Tenê rêya rizgarkirina welat ji van qeyranan bidawîkirina tecrîdê ye.“ -
MEBYA-DER’ê serdana malbata Arslan kir
MEBYA-DER, çû serdana malbata Hakan Arslan ê cenazeyê wî di kîs de hat dayîn. -
Li Amedê 468 rêxistinan banga aştiyeke mayînde kirin
Li Amedê 468 sendîka, rêxistinên pîşeyî û sivîl bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke hevpar dan. Rêxistinan banga çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd kirin. -
Li Kerkûkê 13 çeteyên DAÎŞ’ê hatin destgîrkirin
Li bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê 13 çeteyên DAÎŞ’ê ku hin ji wan serçete ne, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Iraqê we hatin destgîrkirin. -
Polîsan daxuyaniya xizmên girtiyan asteng kirin
Polîsan dor li xizmên girtiyan girtin ku li ber Edliyeya Wanê hatin ba hev û nehiştin daxuyanî bê dayîn. -
4 dagirker hatin cezakirin, 3 çeper û 2 mobesse hatin îmhakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 çeper û 2 sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin. -
Malbata Şenyaşar 'Pêşangeha Edaletê' vekir
Malbata Şenyaşar li ber avahiya edliyeyê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û destpêkirina sala edlî, 'Pêşangeha Edaletê' vekir. -
'Yê Serokatî dît û fêhm kir, wê heta mirinê dilsozê wî be!'
Şehîd Ebû Zêyd wiha gotibû: "Her kêlî û saeta em ber bi qada Serokatî ve diçûn, em bêhtir kelacanî dibûn. Em nêzî serokatî dibûn. Yê Serokatî dît û fêhm kir, ne mimkune jê qut bibe; girêdan heta mirinê ye." -
Daxwaz hat kirin ku girtiyên di greva birçîbûnê de ne, sewqî Silêmaniyê bê kirin
Koma Parastina Girtiyên Behdînanê xwest girtiyên li girtîgeha Hewlêrê dawî li çalakiya birçîbûnê bînin û sewqî girtîgeha Silêmaniyê werin kirin.