KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: 8 dagirker hatin cezakirin, derb li Skorskyekê hate xistin
Di çalakiyên tîmên bi tevger de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin. Dagirkerên ku li hemberî berxwedana gerîlayan nekarîn gavekê biavêjin, 15 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî êrîş kirin. -
RJAK: Qetilkirina Mamoste Şemal nîşaneya bêçaretî û tirsa dewleta Tirk a faşîst e
RJAK’ê têkildarê qetilkirina endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Mamosta Şemal daxuyaniyek da, ragihand ku ji ber ku Mamosta Şemal bi kiryar, hizr û gotinên xwe de îsbat kir ku çiqasê alîgir û pêkînerê rihê neteweya demokratîk e kirin armanc. -
Çalakvanekî li dijî dagirkeriyê 40 roj in ji aliyê PDK’ê ve girtî ye
Hêzên PDK’ê 40 roj berê çalakvenekî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk girtibû. Ligel ku biryara dadgehê heye jî çalakvan nayê berdan. -
YBŞ: Di êrîşa hewayî 2 hevalên me birîndar bûn
Fermandariya YBŞ'ê diyar kir ku di êrîşa doh a dewleta Tirk de 2 şervanên wan birîndar bûne û destnîşan kir, ku ew hêza parastina gelê xwe ne, lewma heta kêliya dawî wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin, têkoşînê mezin bikin. -
Li Amedê Nobeta Edaletê: Em ê her li qadan bin
Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediya lê nayên berdan, di roja 287'an a Nobeta Edaletê de careke din bang li hikûmetê kirin ku "dawî li dijminatiyê bîne" û diyar kirin ku ew ê her li qadan bin. -
HPG: Em ê xeyalên şehîdê xwe bi cih bînin
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Em ê xeyalên azadiyê yên şehîdên xwe teqez bi cih bînin.” -
Tîma tolhildanê ya YPS’ê trafoya VEDAŞ’ê rûxandin
Tîma Tolhildanê ya YPS’ê ya Şehîd Dilgeş Azad ragihand ku li Wanê trafoya elektrîkê ya VEDAŞ’ê rûxadin û kirin xwelî. -
KCK: Li dijî êrîşan divê gelê me li her derê xwe biparêze!
KCK'ê diyar kir ku êrîşên dema dawî zêde bûne, parçeyek ji qirkirina Kurdan e û got, "Divê gelê me li her derê xwe biparêze. Li her devera ku dijmin û sîxurên wan tespît kirin, divê wan ceza bikin." -
Li ser Mexmûrê balefirên keşfê digerin
Piştî êrîşa hewayî ya doh ya di encamê de welatiyekî wargeha Mexmûrê şehîd bû, liv û tevgera balafira bê mirov û bi çek li ser Mexmûrê didome. -
PENa Kurd qetilkirina Mamosta Şemal şermezar kir
Navenda PENa Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî şermezar kir û ragihand ku eger dema berê kujerên nivîskar û rojnamevanan bihatibana cezakirin wê bi hêsanî kujeran nekarîba mamosta Şemal qetil bikira. -
Artêşa Tirk a dagirker bi kepçeyan hewl dide çeperên berxwedanê hilweşîne
Artêşa Tirk a dagirker her cure metoda şerê qirêj bi kar tîne lê dîsa jî nikare berxwedana gerîlayan bişkîne. Di dîmenan de tê dîtin ku artêşa Tirk li Girê Werxelê bi kepçeyan hewl dide çeper û tunelên berxwedanê hilweşîne. -
Hem qereqol e, hem jî dibistan!
Li navçeya Saray a Wanê li hundirê Lîseya Îmam Hatîp a Şehît Mûrat Dîlmaç Qereqola Tîmên Taybet ên Tirk hate çêkirin. Pansiyona dibistanê kirin qereqol. Xwendekar li heman cihê ku hêzên çekdar lê ne, perwedeyê dibînin. -
Cenazeyê Ebû Zêyd bi girseyî hate pêşwazîkirin
Cenazeyê Ebû Zêyd Ebdullah Ubêyd ê di êrîşa balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk de li Mexmûrê şehîd bû, bi girseyî ji aliyê xelkê Mexmûrê ve hate pêşwazîkirin. -
Cenazeyê Arslan li Erziromê hat veşartin
Şehîdê Sûrê Hakan Arslan ê ku hestiyên wî di kîsikekî de dan malbata wî, li bajarê xwe Erziorimê hat veşartin. -
Balefireke bêmirov a bi çek li Şengalê da
Balefireke bêmirov a bi çek a dewleta Tirk li gundê Behreva yê Şengalê da. -
Şeniyên Mexmûrê êrîşa dewlet Tirk şermezar kir
Piştî êrîşa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê, şêniyên Mexmûrê li ber Meclîsa Gel kom bûn û heta cihê êrîşê meşiyan. -
11 dagirker hatin cezakirin, çeperek û wesayitek hatin îmhakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Toyota û çeperek hatin îmhakirin. -
Ji bo kûleya leşkerî berê xweza hate talankirin piştre jî rêya asfalt hate çêkirin
Dewleta Tirk li gundê Hesena yê Silopiya Şirnexê ji bo çêkirina kûleya leşkerî berê dar hatin talankirin û piştre jî rê asfalt kir. -
Kesê li Mexmûrê di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bû, şehîd ket
Ji şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê Ebû Zêyd Ebdullah Ubêyd ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de birîndar bû, şehîd ket. -
Kurê mamosta Şemal: Êrîş ji aliyê MÎT’ê ve hate kirin
Kurê mamosta Şemal ku di 28’ê Tebaxê de li ber derê mala xwe hate qetilkirin, diyar kir ku êrîş ji aliyê MÎT a dewleta Tirk ve bi alîkariya sîxuran pêk hatiye. -
Li Rihayê Nobeta Edaletê: Polîsan gef li rojnamevanan xwarin
Rojnamevanên ku malbata Şenyaşar ên li Rihayê ji bo xizmên xwe yên hatin qetilkirin edaletê têdikoşin dişopînin, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Polîsan gef li wan xwarin. -
Dewleta Tirk bombe li wargeha Mexmûrê barand: Kesek birîndar bû -NÛ BÛ
Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker bombe li Wargeha Mexmûrê barand. Di êrişê de ji şêniyên wargehê Ebû Zêyd Ebdullah Ubêyd birîndar bû. -
Hestiyên Arslan piştî 7 salan xistin tûrikekî û dan destê bavê wî
Hestiyên Hakan Arslan ê ku di sala 2015’an de Sûrê ya Amedê di dema terora dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan bi rengekî ji derveyî mirovahiyê radestî bavê wî hate kirin. -
Burhan: Projeya Sedr li ser neteweyên kêmhejmar metirsî ye
Çavdêrê Siyasî Pêşeng Şêx Burhan bal kişande ser projeya Sedr a guhertina destûra Iraqê û got, “Guhertina destûrê metirsî ye li ser mafê gelê Kurd li Iraqê û pêwîste Kurd ji bo destxistina mafên xwe li Bexdayê yekgirtî be.” -
Malazgîrt: Dewleta Tirk dît ku nikare PKK’ê têk bibe
Yek ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxand û got “Dewleta Tirk dît nikare PKK’a ku di vê astê de têdikoşe têk bibe. Ji ber vê dixwazin qelsiya xwe ya di şer de bi propagandayê bigirin.”