KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ji bo pirsîna qatilê Zekî Çelebî li Silêmanî çalakiya rûniştinê hat lidarxistin
Malbat û hevalên Mihemed Zekî Çelebî yê 100 roj li ser qetilkirina wî re derbas dibe, bi armanca bîranîn û pirsîna qatilê wî li Baxê Giştî yê Silêmanî çalakiya rûniştinê lidar xistin. -
HPG: 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên tîmên bi tevger de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 leşker jî birîndar bûn. Dagirker ji bo ku berxwedana gerîla bişkînin bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî êrîş dikin. -
Kolberek din li Bane hat qetilkirin
Li herêma sînorî yê bajarê Bane hêzên dewleta Îranê kolbereke ciwan qetil kirin. -
Ciwanên HDP’yî piştgirî dan çalakiya Nobeta Edeletê ya Malbata Şenyaşar
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê tevlî çalakiya Nobeta Edeletê ya Malbata Şenyaşar bûn û gotin, “Kujer diyar in, yên ku wan diparêzin jî diyar in. Bila êdî edalet pêk were.” -
YPS'ê wesayita zirxî xist kemînê û teqand
Tîma Bersivdanê ya Şehîd Serxwebûna YPS'ê ragihand ku li Agiriyê wesayiteke zirxî xistine kemînê û teqandine. -
Cenazeyê gerîla Atsak piştî mehekê radestî malbatê kirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ferhat Atsak ê Tirmehê li navçeya Lice ya Amedê di şer de şehîd bû, piştî mehekê radestî malbatê kirin. Cenazeyê gerîla li navçeya Ebexê hate veşartin. -
Berdevkê YPG'ê: Êrîşên dewleta Tirk bûn hêvî ji DAÎŞ'ê re
Nûrî Mehmûd diyar kir ku divê cîhan ji bîr neke ku DAÎŞ bi êrîşên dewleta Tirk re bêhtir bi hêvî bûye û destnîşan kir ku li dijî rêxistiniya DAÎŞ'ê divê cîhan bi erka xwe rabe. Her wiha diyar kir ku armanca wan ji operasyona dawî, ewlehiya herêmê ye. -
HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Wanê şehîd bûn eşkere kir û got, "Di bin fermana şehîdan de, li ser xeta şehîdan em ê bênavber têbikoşin û doza xwe ya azadiyê ya pîroz teqez bi ser bixînin." -
Dîmenê çalakiyeke li Werxelê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li qada Werxelê weşand, ku di encamê de dagirkerek hate cezakirin. -
Dema bikaranîna bombeya 'Bi bandora Hîroşîmaya Biçûk'
Dewleta Tirk li ber bêdengiya cîhanê her roj çekên taktîk nukleer li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi kar tîne. Dîmenê dema teqîna vê bombeyê ku mîna 'Hîroşîmayeke Biçûk' bandorê dike, vê carê li Qada Karker a Zapê hate kişandin. -
Bi stranên xwe dengê azadiyê bilind kirin
Yek ji du gerîlayên ku li çiyayên Avaşînê bi stranên xwe dengê azadiyê bilind kirin şehîd Amara Botan bû. Herdu gerîlayên jin, ji bo hilanîna tola welatê xwe yê dagirkirî heta kêliya dawî li dijî dijmin li ber xwe dan. -
Cîhan Eren: Êrîşên li ser Elewiyan bi gelek armancan têne kirin
Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren diyar kir ku êrîşa li ser Elewiyan, serdan û nîşandana nêzîkbûnê hem dîzayneke siyasî ya hundirîn e, hem jî peyamek ji dewletên Şîa re ye. -
CPT: Di nava 7 salan de 123 sivîl hatin qetilkirin
Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) diyar kir ku ji sala 2015’an û vir ve dewleta Tirk zêdetirî 4 hezar êrîşên hewayî, bejahî û topan li ser Başûrê Kurdistanê pêk anîne û ragihand ku 123 kes hatine qetilkirin. -
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê: Di nav mehekê de 7 kes hatine bidarvekirin
Li gor daneyên Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, di nav mehekê de li bajarê Sine û Ûrmiyeyê 52 kes hatine girtin, 7 kes hatine bidarvekirin, 6 kolber jî hatine qetilkirin. -
‘Doza Firdevsê doza hemû jinên ku hatine qetlkirine‘
Fîrdevs Babat ku ji aliyê Ahmet Babat ve bi êşkenceyê hatibû qetilkirin, ji aliyê hevalên xwe li ser gora xwe hat bîranîn. Hevalên Fîrdevs Babatê anîn ziman ku doza Firdevsê doza hemû jinên ku hatine qetlkirine. -
Ciwanên Iraqê banga boykot kirina kel û pelên Tirkiyeyê kir
Ciwanên Iraqê bi daxuyaniyekê bang li gelê Kurdistanê û Iraqê kir ku kel û pelên Tirkiyeyê boykot bikin. -
HPG: 6 dagirker hatin cezakirin, derb li kepçeyekê hate xistin
Di çalakiyên hêzên gerîla lidarxistinî de; 6 dagirker hatin cezakirin û derb li kepçeyekê hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker ku sûcên şer didomîne, 8 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî Qadên Berxwedanê bombebaran kir. -
YRK’ê nasnameya 2 hevrêyên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê Nasnameya 2 gerîlayên ku di dîroka 22’ê Tebaxê de li Asosê di encama êrîşa balafira keşfê de şehîd bûbûn de eşkere kir. -
Çalakiyên Nobeda Edaletê yên li Amed û Wanê dewam dikin
Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan dabû destpêkirin, li Amed û Wanê dewam dikin. -
Malbata Şenyaşar guh neda qedexeya kêfî, polîsan paşve gav avêtin
Malbata Şenyaşar, ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin, têkoşîna xwe ya edaletê didomîne. Tevî ku 17 roj in "qedexe" hat kirin jî gav paşve neavêt û çalakiya xwe dewam kir. -
Gunay: Divê hêzên Tirk ji herêmên dagirkirî derkevin
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku yekane armanca Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê bêstatuhiştina Kurdan e û got, divê hêzên Tirk ji herêmên dagirkirî derkevin. -
Dîmenê îmhakirina Panzera dagirkeran hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiya 9'ê Tebaxê weşand ku di encamê de Panzereke dagirkeran hate îmhakirin û 7 dagirker hatin cezakirin. -
Çeteyekî DAÎŞ'ê li navçeya Mexmûrê hate kuştin
Li navçeya Mexmûrê ya ser bi Mûsilê çeteyekî DAÎŞ'ê hate kuştin. -
Bîlançoya mehekê: 6 kolber hatin kuştin, 35 jî birîndar bûn
Li gorî bîlançoya mehekê ya Kolbernews’ê bi giştî 6 kolber li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de hatin kuştin, bi dehan jî birîndar bûn. -
Li Wanê şerê eşîrtî û xwînîtiyê ji nû ve destpê kir
Li Wanê, piştî avakirina komeleyên eşîran ên bi piştgiriya Walîtiya Wanê, şerê navbera eşîran jinûve zêde bû. Hevserokê HDP'ê yê Wanê Fîkret Dogan rewş nirxand û bang li civakê k ir ku li hemberî vê lîstikê hişyar be.