Kolberek din li Bane hat qetilkirin

Li herêma sînorî yê bajarê Bane hêzên dewleta Îranê kolbereke ciwan qetil kirin.

Hat zanîn ku hêzên dewleta Îranê yên rojane kolberan dikujin û birîndar dikin, îro li sînorê Birwêşkanî yê Bane gule li kolberan barandine. Di encama gulebarana hêzên Îranê de kolbereke ciwan (28) ê bi navê Rêbwar (paşnavê wî nehat zanîn) xelkê gundê Quliyava yê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê hat qetilkirin.

Rêbwar ê ciwan bavê 2 zarokan ku yek ji wan hêj ji dayik nebûye ye.