KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Parlamenterên HDP'ê serdana malbata Şenyaşar kirin
HDP'yiyên ku çûn serdana Malbata Şenyaşar, diyar kirin ku daraza Tirk kujeran diparêze û gotin, “Dema mijar dibe Kurd hikûmeta AKP-MHP'ê her tiştî li dijî Kurdan dike.” -
Li Wargeha Mexmûrê Şehîd Bêrîvan Zîlan hate bîranîn
Endama Meclîsa PAJK’ê Bêrîvan Zîlan, li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasîmekî hate bîranîn. Di merasîma bîranînê de soza sopandina şehîdan hate dayîn. -
Li Şengalê li dijî tecrîdê civînek hat lidarxistin
Li Şengalê bi pêşengiya TAJÊ li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek hat organîzekirin. Di civînê de hate gotin ku ewê heta dawiyê xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbikevin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya sûîkastê parve kir
Gerîla Tv dîmenê çalakiya sûîkastê ya li Qereqola Kanî Masî ya 10'ê Tîrmehê hate lidarxistin, parve kir. -
Belgeyek nû ya ku sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker îspat dike, derket holê
Bi kamerayê dîmenên leşkerên Tirk ên dagirker ên ku li dijî tunelên şer ên Şehîd Hêjar ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkariyê amadekarî dikin ku bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî êrîş bikin, hatin girtin. -
Şeş hevrê bûn...
Di Bakurê Kurdistanê de çiyayê herî bilind çiyayê Agirî ye, bi heybeta xwe ve her gerîlayî aşiqê xwe dike. -
Li Amedê çalakiya protestokirina qeyûman
Mehmet Ruştu yê HDP’î yê di salvegera erkdarkirina qeyûman li şûna hevşaredarên HDP’î de axivî, got ku qeyûm îradeya xelkê xesp dikin û diyar kir ku divê mirov li hemberî wê dengê xwe derxîne. -
Bêrîtan: Heval Rêzan mînaka têkoşîn û şoreşgerî ya rasteqîn a Apoyî bû
Hevserokê KODAR’ê Fûad Bêrîtan di gotara nivîsandî de şehîd Rêzan Cavîd bibîr tîne û vê bangê li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dike; “Nabe çeka Heval Rêzan li erdê bihêlin. Divê bi sedan Rêzanên din tevlî nava refên gerîla bibin.” -
Ozturk: Kurd çokan bi desthilatdariya AKP-MHP’ê datînin
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ku di merasîma vekirina Rêxistina DBP’ê ya bajarê Agiriyê de axivî got di encama berxwedana Kurdan de desthilatdariya AKP-MHP’ê çok danîne. -
Cenazeyê Yilmaz ê li girtîgehê hate qetilkirin, hate veşartin
Girtiyê nexweşê giran Bazo Yilmaz ê li Girtîgeha Rihayê hat qetilkirin, li navçeya Xelfetiyê hate veşartin. -
OHD’ê beşdarî nobeta malbata Şenyaşar bû
Şaxê OHD'ê yê Rihayê tevlî nobeta Malbata Şenyaşar bû. -
HPG: Sûcên şer ên dewleta Tirk dewam dikin
Dewleta Tirk a dagirker sûcên şer didomîne. Dagirkeran 4 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî êrîş kirin. Li ber çeperên şer madeyên plastîk şewitandin û berê dûyê bi jehr dan çeperên şer. -
Milîsên HBDH li Amedê polîsan dan
Milîsên HBDH’ê li Amedê dijî otobusa polîsan bi bombe û bi fişekên hewayî çalakî lidarxistin. -
Nasnameya 2 gerîlayên li Tendurekê şehîd bûn hate eşkerekirin
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li Tendurekê şehîd bûn eşkere kir û got, "Van hevrêyên me yên hêja bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta azadiya jinê bûn milîtanên bi mînak ên YJA Starê." -
Balafireke keşfê li ser ezmanên wargeha Mexmûrê digere
Balafirek keşfê ji danê siharê ve li ser ezmanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) digere. -
Girtiyê nexweş Bazo Yilmaz hate qetilkirin
Girtiyê bi nexweşiya giran Bazo Yilmaz, ku li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Rihayê dîl dihate girtin, hate qetilkirin. -
Leşkerên têne kuştin ji raya giştî têne veşartin
Mehên dawî bi sedan cenazeyên leşkeran anîn Tûgaya Komando ya Çiyê ya Colemêrgê û Leşkergeha Fatîh. Lê belê ev mijar ji raya giştî hate veşartin. -
'Mifteya aştiya civakî Abdullah Ocalan e'
KCD, TJA, DBP û HDP’ê li Geverê şahiya gel li dar xist. Di şahiya gel de hate gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, yekane mifteya vê çareseriyê ye û bi milyonan kes li pey wî ne. -
TAJÊ: Divê Kujerê Axînê demildest bê cezakirin
TAJÊ, bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku kujerê Axîna 6 salî demildest ceza bike. -
Li Wanê Nobeta Edaletê: Girtîgeh veguherî cihê mirin û êşkenceyê
Di axaftinên li Nobeta Edaletê ya Wanê hatin kirin de hat gotin ku girtîgeh veguheriye cihên mirin û êşkenceyê. -
Li Şirnexê 55 kesên bi destê dewleta Tirk hatin qetilkirin, hatin bîranîn
Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê 55 kesên ku beriya 30 salan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, bi bîr anî. -
Nobeta Edaletê: Cînayetên li girtîgehan asayî dikin!
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku dixwazin cînayetên li girtîgehan asayî bikin û got, ku hiqûqek dijî Kurd tê pêkanîn. -
HPG: 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyan de yên bi pêşengiya tîmên bi tevger hatin lidarxistin 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Droneyek, sîstemeke kamera ya mobesse û cîhazeke sensorê hatin îmhakirin. -
Jin tevlî nobeta Şenyaşaran bûn
Komeleya Piştevaniyê ya Mala Jinê ya Jiyanê beşdarî nobeta Malbata Şenyaşar bû. -
Cejna Vejînê li Wanê hate pîrozkirin
Tîma Bersivdanê ya Şehîd Cûdî Faraşîn a YPS-JIN'ê li Wanê 15'ê Tebaxê pîroz kir.