Dewleta Tirk bombe li wargeha Mexmûrê barand: Kesek birîndar bû -NÛ BÛ

Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker bombe li Wargeha Mexmûrê barand. Di êrişê de ji şêniyên wargehê Ebû Zêyd Ebdullah Ubêyd birîndar bû.

Balafireke bêmirov a bombebarkirî ya dewleta Tirk îro bi dema herêmê saet di 12:40'î de bombe li maleke li navenda Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê barand.

Di encama êrîşê de ji şêniyên wargehê Ebû Zêyd Ebdullah Ubêyd birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Bombardûmanê zerareke mezin gihand mala ku êrîş lê hate kirin.

Tê payin ku Meclîsa Wargeha Mexmûrê li ser mijarê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.