KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Karayilan: Berxwedana 160 rojî bingeha serketina mezin daniye; wê bigihêje encamê
Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan diyar kir, ku berxwedana 160 rojên derbasbûyî bingeha serketina mezin daniye û destnîşan kir, ku ev tecrûbe û têkoşîn wê di nava hefteyên pêş de bigihêje encamê. -
Şêniyên Amedê: Em nikarin debara xwe bikin
Amediyan diyar kirin ku ji ber krîza aboriyê ew nikarin debara xwe bidin û gotin, mirovên xizan fêkî û zebzeyên ji ber bazarê dimînin, didin hev. -
Li Zap, Avaşîn û Metînayê çalakî: 4 dagirker hatine cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin
Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de 4 leşkerên dagirker ên dewleta Tirk hatin cezakirin, derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin. PDK jî ji bo dewleta Tirk a dagirker rê û çeperan çêdike. -
Biradost û Balekayetî ji aliyê Îranê ve tê bombekirin
Hate ragihandin ku îro jî pasdarên Îranê bi dijwarî herêmên Biradost û Balekayetî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. -
Li Cizîrê 2 dayikên aştiyê hatin destgîrkirin
Li Cizîrê di operasyonên qirkirina siyasî de Dayikên Aştiyê Sidika Erdem û Hatîce Beytûr hatin destgîrkirin. -
Ji bo greva giştî bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat kirin
PJAK, KJAR û KODAR’ê bi daxuyaniyeke hevbeş ji bo greva giştî bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kirin û diyar kirin ku raperîna heyî gihîştiye asteke ber çav û pêwîstî bi pêngavek di asta bilindtir de heye. -
Nasnameya 2 gerîlayên şehîd hatin eşkerekirin
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku di êrîşa bombeyên nukleer de şehîd bûne eşkere kir û got “Em ê teqez tola şehîdên xwe bistînin.” -
Çeka ji dermanê kincan
Dermanê kincan a ku dayikê me ji bi paqijiya kincan bi kar dianî, a niha li çiyayên Kurdistanê ne bi tenê ji bo tunekirina destên zarokên bi rûmet ên Kurdistanê, ji bo tunekirina hebûna wan jî tê bikaranîn. -
Li Mexmûrê tecrîda Îmraliyê hate protestokirin
Tevgera Civaka Îslamî ya Kurdistanê li Mexmûrê tecrîda Îmraliyê protesto kir. -
HPG: 6 dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîlaya azadiya Kurdistanê de yek jê payebilind 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. -
YJA Star: Em vê çalakiya bi heybet silav dikin, pîroz dikin
Fermandariya Biryargeha YJA Starê: Hevrêyên me Sara Goyî û Rûken Zelal bi sekna Zîlan li ser bingeha azadiyê serê jinan hemûyan bilind kirin. Em vê çalakiya wan a bi heybet bi serbilindî silav dikin, pîroz dikin. -
Îranê careke din bombe li Başûr barand
Hêzên Îranê bombardûman li ser çiyayên Berbizinan, Seqer, Bêrme Sar û Helgurdê kirin. -
Nobeta malbata Şenyaşar di roja 571'ê de ye
Malbata Şenyaşar 572 roj in ji bo edaletê di nobetê de ye. Di peyama malbata Şenyaşar de hate gotin, "Ji ber edalet nîne zilm dewam dike. Di dîrokê de kîjan pergal bi zilmê li er piyan maye!" -
HPG: Sara û Rûken xwedawendên me yên azadiyê ne
HPG: Hevrêyên me Sara û Rûken bi gotina 'Jin, Jiyan, Azadî' ji mirinê jiyan afirandin, bûn sembola avakirina jiyana azad, bûn şopdarê rêbaza nemiriyê û bûn xwedawendên me yên azadiyê. -
Du girtiyên li Hewlêrê di rojiya mirinê de ne, banga bihîstyariyê kirin
Mazlûm Dag û Abdurahman Er ên ku li Girtîgeha Hewlêrê li hemberî êşkence, miameleya xerab û bêhiqûqtiyê du roj in ketine rojiya mirinê, banga bihîstyariyê kirin. -
Li Gimgimê cerdevanekî 2 gundî qetil kir û yek jî birîndar kir
Li gundê Şeman ê Gimgima Mûşê cerdevanê bi navê Umît Karakaya gule li 3 kesan reşand. Di êrîşê de du kesan jiyana xwe ji dest dan. -
KCK: Îran ji bo çareseriya pirsgirêkan divê gavan biavêje
KCK’ê êrîşa ku Îranê biriye ser gelê ku azadiyê dixwaze û hêzên Kurd û got “Dewleta Îranê di serî de ya jinan divê daxwazên gelên Îranê bi cih bîne û di warê çareseriya pirsgirêkan de gavan biavêje.” -
IHR: Hêzên Îranê herî kêm 83 kes qetil kirin
Li gorî daxuyaniya Saziya Mafên Mirovan a Îranê, ji 16'ê Îlonê dema qetilkirina Jîna Emînî û vir ve di xwepêşandanên şermezarkirinê de li tevahiya welêt herî kêm 83 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin. -
Cenazeyên leşkeran li naverastê têne rizandin
Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Nexweşxaneya Dewletê ya li Colemêrgê 40, li Nexweşxaneya Sehra ya li gundê Bilicanê jî zêdeyî 100 cenazeyên leşkeran hene. -
Bi girseyî serdana malbata Arslan kirin
Gel, partî û saziyên sivîl bi girseyî serdana malbata Hakan Arslan ê ku cenazeyê wî 7 sal bi şûn de di kîsekî de hat dayîn, kirin. -
Li Êlihê 9 kes hatin destgîrkirin
Li Êlihê di bin navê "lêpirsîna Kobanê" de 9 kes hatin destgîrkirin. -
HPG: Berxwedana me bi ruhê fedaî yê Apoyî didome
HPG’ê diyar kir gerîla wekî tîmên gerok û li tunelên şer li ber xwe didin û got “Di 7 çalakiyên hêzên me de 12 dagirker hatine cezakirin. 3 çeper û çekeke A-4 jî hate îmhakirin.” -
HRE: 3 leşker û 8 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin
HRE'yê bi daxuyaniyekê ragihand ku li bejahiya Efrîn a dagirkirî çalakiyên bersivdanê lidar xistine. Li gorî daxuyaniyê di encama çalakiyan de herî kêm 3 leşker û 8 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. -
Li Cizîrê 3 kes hatin destgîrkirin
Li Cizîrê di serdegirtina malan de 3 kes hatin destgîrkirin. -
Dag û Er ên li zindana PDK'ê ne, dest bi rojiya mirinê kirin
Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê bi destkelepçekirî êşkence li wan hate kirin, li dijî êşkenceyê dest bi rojiya mirinê kirin.