KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hat îdiakirin ku kujerê Nagihan Akarselê hatiye girtin
Hat îdiakirin ku kujerê endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê ku hewil daye bireve Hewlêrê, li nuqteyeke kontrolê ya di bin destê YNK’ê de ji aliyê Asayîşa Silêmaniyê ve hatiye girtin. -
Qetilkirina Akarselê li Mexmûrê bi meşekê hate şermezarkirin
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, li dijî qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagihan Akarselê meşeke girseyî li dar xistin. -
Li Silêmaniyê bi droneyê êrîşek hate kirin
Li herêma Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê dronê li wesayîtekê da. -
Li Hevşaredara Bajarê Nû ya Amedê 6 sal cezayê girtîgehê hate birîn
Li Hevşaredara Bajarê Nû ya Amedê Belgîn Dîken a ku peywira wê hatibû desteserkirin, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn. -
HPG: Li Qadên Berxwedanê 5 dagirker hatin cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di çalakiyên gerîla de yên li djiî artêşa Tirk a dagirker hatin lidarxistin, herî kêm 5 dagirker hatine cezakirin. -
Li Êlihê terora dewletê: 9 kes hatin destgîrkirin
Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê polîsên Tirk avêtin ser gelek malan. Di encamê de 9 kes hatin destgîrkirin. -
Xizmên girtiyan li Amedê Nobeta Edaletê dewam kirin
Xizmên girtiyan li Amedê 322 roj in ji bo edaletê nobedê digirin. -
Aktîvîsta Jineolojiyê Akarsel li Silêmaniyeyê hate qetilkirin -NÛ BÛ
Li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê, endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê akademîsyen Nagîhan Akarsel bi êrîşeke çekdarî hate qetilkirin. -
Rûniştina doza Emîne Şenyaşar a berxwedêr wê bê dîtin
Nobeta Edaletê ya Malbata Senyaşar di roja 575'an de berdewam kir. Rûniştina doza Emîne Şenyaşar bi îdiaya heqaretê wê îro bê dîtin. -
YPS-JIN li Amedê li wesayita polîsan xist
YPS-JIN'ê li navçeya Farqînê ya Amedê bi bombeya deng li hemberî wesayita polîsan çalakiyek lidar xist. -
Kalkan: Sara û Rûken fermandar in, em şervanên wan in
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan: Têkoşîna Mersînê xeleka dawî ya parastina Rêber Apo ya li hemberî komployê ye, pratîka bi rengê Zîlan e. Sara û Rûken fermandarên me ne, em şervanên wan in. -
Li Geverê nêzî qereqola polîsan du teqîn çêbû
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li nêzî qereqola polîsan du teqînên mezin pêk hat. Piştî teqînê polîsên Tirk gelek kes destgîr kir. -
Li hember çekên kîmyewî îradeya gerîla
Hêzek bi bîr û bawariya xwe, hêzek jî bi teknîk û madê kîmyewî şer dike. Gerîla ji Xakurkê heta bi Zap, Avaşîn û Metînayê bi çalakiyên xwe dagirker tevizandiye. -
Li Erzirom û Wanê qirkirina siyasî
Di çarçoveya dosyayeke lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê ya Erziromê de li Erziromê 6 rêvebirên HDP’ê û li Wanê jî endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP’ê Okkeş Kava hatin destgîrkirin. -
Ji bo gerîlayê HPG’ê Bahoz Mijînî konê şînê hat danîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Bahoz Mijînî ê di 4’ê Tîrmeha 2022’an de li Kato Jîrka şehîd bû, li Wargeha Panberan a Şehîd Rûstem Cûdî konê şînê hat danîn. -
KCK’ê Mam Celal bi bîr anî
KCK’ê di salvegera 5’an a wefata Serokê YNK’ê Mam Celal Talebanî de ew bi bîr anî û got: “Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi kesayetên niştîmanî û netewî yên mîna Serok Mam Celal ê xwedî kêrhatiyên siyasî û dîplomasî, hunera aştiyê û diyalogê heye.” -
Di 8 çalakiyan de 10 leşkerên dagirker ên artêşa Tirk hatin cezakirin
Di 8 çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de bi qasî ku hate tespîtkirin, 10 leşkerên dagirker ên artêşa Tirk hatine cezakirin. -
HPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
HPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir û got, "Bi têkoşîna xwe bûn mînakên cewherî yên dilsoziya bi nirxên azadiyê, biryardarî û baweriyê." -
Cenazeyê Gulsin Ayaz li Mexmûrê hate veşartin
Cenazeyê Gulsin Ayaz a ji wargeha Mexmûrê, ku doh di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hate veşartin. -
Zozan Tolan: Rejîma AKP-MHP'ê derfetên ji bo têkoşîna demokratîk-qanûnî nehişt
Gerîlaya HPG'ê Zozan Tolan ku hate îdîakirin li Mersînê çalakiya fedaî kiriye, ji ajansa me re axivî. Tolan diyar kir ku rejîma faşîst a AKP-MHP'ê derfetên ji bo têkoşîneke demokratî nehişt, lewma ew derket serê çiyê. -
Gefa li ser ewlekariya Er û Dag didome
Komîteya Piştgiriyê ya ji bo Abdurahman Er û Mazlûm Dag diyar kirin ku gefa li ser jiyan û ewlekariya Er û Dag didome û banga bihîstyariyê kirin. -
Wesayîta penaberên Mexmûrê qeza kir: 1 mirî, 3 birîndar
Li ser rêya Silêmaniyê wesayîtek ya penaberên Wargeha Mexmûrê ku ji nexweşxaneyê vedigeriya wargehê, qeza kir. Di encama qezayê de jina bi navê Gulsin Ayaz jiyana xwe ji dest da û sê kesên din birîndar bûn. -
Qadên Berxwedanê bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî têne bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 18 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 2 caran bi balafirên şer, 47 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus û tankan bombe kir. -
Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê îro jî dom kirin
Xwepêşandanên xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bê navber didomin. Di roja 15’emîn de xwepêşandanan li gelek zanîngehan çalakî hatin lidarxistin. -
Nasnameya gerîlayên ku li Dola Balîsanê êrîş li wan hate kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya wan gerîlayan eşkere kir ku li Dola Balîsanê êrîş li wan hate kirin.