KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
MXDŞ: Êrîşên li ser gerîla êrîşên li ser civaka Êzidiyan e
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê êrîşên li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê şermezar kir û got “Em êrîşên li ser hêzên gerîla wekî êrîşên li ser hemû mirovahiyê û bi taybetî jî wekî êrîşên li ser civaka Êzidî dibînin.” -
Li Şengalê wesayîta bombebarkirî hat teqandin
Bi wesayîteke bombebarkirî êrîş li Asayîşa Êzdîxanê hat kirin. Di êrîşê de du jê endamên asayîşê, bi tevahî 4 kes birîndar bûn. -
Li Mexmûrê meşa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk meşiyan. -
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo li Amediyê çalakî li dar xist
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo bi çekên giran li dijî dagirkerên li nêzê navçeya Amediyê bi cih bûne, çalakiyek li dar xist. -
HPG: Dagirkeran 14 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîş kirin
HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 14 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 28 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir." -
Dîmenên du gerîlayên ku ji çekên kîmyewî bi bandor bûne
Dîmenên du gerîlayên li herêma berxwedanê yên Werxêlê ya Avaşînê gihiştin ANF’ê. Dîmen nîşan dide ku çekên kîmyewî bedena herdu gerîlayan tevizandiye û bûye sedem ku ji ser hişê xwe biçin. -
Nasnameya 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne, hate eşkerekirin
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel nasnameya 17 gerîlayên di êrîşa bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, eşkere kir. Fermandariya NPG’ê diyar kir ji ber bêdengî û piştgiriya saziyên navneteweyî êrîşên kîmyewî zêde bûne. -
KODAR: Serhildan ranaweste, divê rêveberiyên xweser bê avakirin
KODAR’ê çavdêriyên xwe yên derbarê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê eşkere kir û got: “Vê carê raperîn û serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ewqasî bi biryar û disiplîn e, gihiştiye qonaxekê ku nema veger lê hebe." -
Li Kerkûkê teqîn: 2 zarokan jiyana xwe ji dest da
Li gundê Edliye yê navçeya Yaycî ya Kerkûkê dema ku zarokan dilîstin bombeyek teqiya. Di teqînê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn. -
ÎHD: Cezayê li Guven hatiye birîn darbeya li dijî xebatên siyaseta Kurd e
ÎHD’a Şaxa Amedê diyar kir ku cezakirina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî xebatên siyaseta Kurd darbe ye û xwest Guven bê berdan. -
Salvegera Tevgera Azadî tê pîrozkirin
Partî û kesayetên siyasî sala 9’an a Tevgera Azadî bi serdan û peyamên xwe pîroz kirin. -
Tîmên profesyonel lê dan: 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Tîmên profesyonel derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Di çalakiyan de 13 leşkerên Tirk hatin cezakirin, yek jî birîndar bû. -
Dayik Şenyaşar: Heta azadiya kurê min wê nobeta edaletê bidome
Dayik Emîne Şenyaşar got, “Zarokên min bi neheqî û bê huqûqî hatin qetilkirin. Nobeta Edaletê wê heta azadiya kurê min berdewam bike.” -
Rojnameya Xwebûn careke din hate astengkirin
Polîsên Tirk nehişt ku rojnameya Xwebûn ji Amedê ber bi Stenbolê ve bê şandin û gef li fîrma otobusê xwar. -
Viyan: Ji bo azadiyê divê serhildan dewam bike
Endama Koordînasyona KJAR'ê Peyman Viyan destnîşan kir ku eger Îran bersivê nede daxwazên jin û gelan dibe ku hilweşe û got, "Helwesta serhildanê divê dewam bike." -
Li Berwariya Sêrtê komên kontrgerîla digerin
Hate diyarkirin li bejahiya Berwariyê ya Sêrtê komek cerdevan, xebatên kontgerîla dikin û li ser gundiyan zextan dikin. -
Li Çîlikanê 5 kes hatin destgîrkirin
Li Çîlikanê di operasyona qirkirina siyasî de 5 kes hatin destgîrkirin. -
HPG: Di nava 6 mehan 2346 dagirker hatin cezakirin, 10 helîkopter hatin îmhakirin
HPG'ê bîlançoya şerê 6 mehan eşkere kir. Li gorî vê yekê di encama 2256 çalakiyan de 2346 dagirker hatin cezakirin. 10 helîkopter, 2 tank û gelek wesayitên zirxî hatin îmhakirin. Di şer de 153 gerîla şehîd bûn. -
Kîno: Hêzên çep-sosyalîst divê li ber tecrîdê rabin
Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Îsmaîl Kîno destnîşan kir ku divê hêzên çep û sosyalîst li dijî polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin. -
Dewleta Tirk Biradost topbaran kir: Jinek bi giranî birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker, herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê topbaran kir û di encama topbaranê de jinek bi giranî birîndar bû. -
HPG: 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn. Çeperek û droneyek hatin îmhakirin. -
Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dikin
Xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê didomin. Li Girtîgeha Evînê şer qewimî. -
KODAR'ê li ser Girtîgeha Evînê hişyarî da û bang kir: Dakevin qadan
Komîteya Girtiya a KODAR’ê bal kişand ser êrîşa hêzên Îranê ya doh li Girtîgeha Evîn hate kirin û ji gel xwest ku li hemberî van hewldan û senaryoyan baldar be. KODAR'ê têkildarî hewldanên ji bo qetilkirina girtiyan hişyarî da. -
Gefa 'Erdogan' li xebatkarên şaredariya Bismilê hate xwarin
Hate hînbûn ku Midûrê Çavkaniyên Mirovî Denîz Kaya ku li Şaredariya Bismilê ya ku desthilatdariyê desteser kir û ew wekî qeyûm tayînî wir kir, bi gefxwarinê hewl da xebatkaran bişîne mitînga Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan. -
Arîo Berzen: Nifşê nû koletiyê qebûl nake; her der jê re cihê serhildanê ye
Endamê Desteya Rêveber a KODAR’ê Arîo Berzen destnîşan kir ku gelê Kurd di her qonaxên dîrokê de pêşengî ji azadî û rizgariyê re kiriye û got, "Ji bo nifşê nû her qad cihê serhildan û têkoşînê ye."