CÎK: Bila Cejna Remezanê bibe boneya aştî û azadiyê
CÎK’ê bi peyamekî nivîskî Cejna Remezanê li gelê Kurd û hemû alema Îslamê pîroz kir.
CÎK’ê bi peyamekî nivîskî Cejna Remezanê li gelê Kurd û hemû alema Îslamê pîroz kir.
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi peyamekî nivîskî Cejna Remezanê li gelê Kurd û hemû alema îslamê pîroz kir.
CÎK’ê di peyama xwe de ev tişt parve kirin:
“Yên ku dibêjin qey îslam bi tenê îbadet, tekbîr, tesbîh, cibe, rîh û kelamek e, ya dînê îslamê nas nakin ya jî bazirganên dîn ên li dijî îslamê ne. Zilma ku Nemrûd û Firewnan hingê li mislimanan nekiriye, dewletên ku navên wan misliman in, li gelê me yê bindest dikin.
Hikûmeta niha ku di bin navê îslamê de li Tirkiyeyê desthilatdar e, di serî de çar aliyên welatê me, di vê meha Remezanê û cejnê de bêyî navber li hovîtiya xwe ya dewam dike. Bazirganên dîn ku sond xwarine ku çi tiştên li ser navên Kurdan hebin tune bikin, kirine ku mirov nekare îslamê û cejnan nas bike.
Li ber çavên Kurdan û mislimanên durist, ferqa zalimên niha ji Firewn, Nemrûd, Ebû Cehil û Yezîd ku Hz. Hiseyn qetil kiriye, nîn e.
Hêj jî yên ku bi wan re tevdigerin û ji xwe re dibêjin ehlê Îslamê hene. Bûyîna li aliyê yên Îslam û misliman xistine ve rewşê, xerabiya herî mezin e ku li Îslam û mirovahiyê ye ku hatiye kirin.
Hilbijartinên pêşiya me, bi beralîkirina van kujer, diz û derewkaran wê rê li ber me hemûyan vebibe ku mirov cejnên rastîn pîroz bike.
Zalim û kujer heta ku têk neçin, edalet ji bo her kesî neyê pêkanîn, wê pîrozkirina cejnan a rastîn jî nîn be.
Cihbicihkirina edaletê, erka eslî ya herî mislimanê durist e. Kurdistan ku dilê alema Îslamê ye, rehet nebe û negihîje rehetiyê, wê cejn bi wateya xwe ya rastîn pîroz nebe.
Bi vê boneyê, em dibêjin bila Cejna Remezanê, di serî de li gelê me yê bindest, li hemû alema Îslamê pîroz be. Hêviya me ji Rebê alemê ew e ku rojên edaleta îlahî pêk bê, nêz bin.“