Fermana spî û bazirganiya siyasî
Birîn dîsa vedibin. Ji ber ku hikûmeta Iraqê heta niha dadperwerî ji civaka Êzidî re nekiriye û mafên wan ên rewa û destketiyên wan ên dadperwer di hemû war û saziyan de nedaye wan.
Birîn dîsa vedibin. Ji ber ku hikûmeta Iraqê heta niha dadperwerî ji civaka Êzidî re nekiriye û mafên wan ên rewa û destketiyên wan ên dadperwer di hemû war û saziyan de nedaye wan.
Trajediya Êzidiyan ji qada qirkirina leşkerî derbasî qada şerê nerm û bazirganiya polîtîk bûye, civakeke ji qendîla komkujiyê rizgarbûyî, îro weke kaxezeke zextê ya hilbijartinan di navbera hêzên desthilatdar de tê parçekirin. Nasnameya wan a çandî tê talankirin û birînên gorên komî hîn jî hene, rawestandina vî sûcê berdewam tenê bi serwerî û îradeyeke serbixwe ya Êzidxanê mimkun e.
Wateyên kûr ên vê trajediyê ji hevkêşeyên polîtîk û stratejiyên marjînalîzekirinê yên herêmî û navdewletî destpê dikin, ku tê de fermana berdewam ne tenê weke karesateke mirovî, lê weke encameke rasterast a valahiya ewlehî û siyasî ya bi mebest tê meşandin. Zêdebûna rêjeya xwekuştinê di nav civaka Êzidî de nabe ku tenê weke nexweşiyeke derûnî ya kesane yan nîşaneke depresyonê bê nirxandin; ev di eslê xwe de hilweşîna civakî ye ku ji ber nebûna îradeyeke siyasî ya ji bo çareserkirina krîza Şengalê û ji ber trawmayên komî yên piştî şokê pêk tê. Dema ku dewleta federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peydakirina mafên herî bingehîn, binesaziyê û asoyên aborî de paşguhxistineke sîstematîk dimeşînin, ciwan û jinên Êzidî rûbirûyê derfetên girtî yên jiyanê dibin. Ev krîza hebûnî bêtir kûr dibe, ji ber ku tu hewleke rasteqîn a saziyên dewletî nîne ku navendên pispor û domdar ên rehabîlîtasyonê yên derûnî ava bikin da ku piştgiriya derûnî ya demdirêj pêşkêş bikin û qurbaniyan ji kûrahiya krîzên wan ên hebûnî derxînin. Ev yek jî nîşaneya bêdengiya polîtîk e li hember civakek ku hîn jî di bin bandora tawanên hov de dinale.
Ev tevilhevî di nav du birînên herî kûr û dijwar de di laş û wijdanê civakê de tê xuyakirin ku hîn jî xwîn jê diçe. Hîn jî gelek gorên komî vekirî nehatine hiştin, gelek gor li benda vekirin û naskirina bermahiyên qurbaniyan in da ku bi rûmet bêne veşartin. Ev yek wê aramiyeke derûnî bide malbatên wan, divê dosyaya kesên revandî û windayan jî ku çarenûsa bi hezaran ji wan heta îro ne diyar e, were eşkerekirin.
Di navenda vî şerê siyasî de, ev du dosyayên herî hestiyar weke amûrên zextê yên polîtîk li ser maseya danûstandinan hatine hiştin, ku ev dihêle malbat di bin êşkenceyeke derûnî ya kronîk de bijîn. Ev bandora wêranker û bêhêvîtiya sîstematîk, koçberiya neqanûnî di ser derya û çiyayan re dike yekane rêya revê ji vê rastiya tal, ku di encamê de perçebûneke tund a civakî û malbatî diafirîne. Bi awayekî ku malbatek ji şeş kesan pêk tê wisa belav bûye ku her endamekî wê li welatekî cûda dijî. Ev yek sîberên derûnî û civakî yên tarî diavêje ser avahiya malbatê.
Ev metirsiyên hebûnî ji ber xetereyên guhertina demografîk û endazyariya nifûsê li herêmên wan ên dîrokî duqat dibin. Nakokiyên li ser kontrolkirina Şengalê û şerê hejmoniyê yê di navbera Bexda û Hewlêrê de bandorek neyînî li ser îstîqrar û ewlehiya wan a civakî dike, hesta wan a xerîbiyê di nav welatê wan bi xwe de kûr dike û ewlehiya wan a çandî û civakî têk dide. Koçber di hundirê kampan de bûne girtî û di bin metirsiya şewitandina rojane ya konan de ne. Di heman wextê de piraniya deverên Şengalê ji ber nebûna bingehên jiyanî dinalin. Heta ew kesên ku ji ber ewlehiyê gihîştine Ewropayê, jiyana piraniya wan îro di bin metirsiya dersînorkirinê de ye û tu garantiyên qanûnî yên ku mafê penaberiyê û îstîqrarê bide wan, nînin. Ev jî helwesteke navdewletî ya formalîst û durû nîşan dide; tevî ku gelek dewletan komkujiya Êzidiyan nas kirine, lê hîn jî tenê mîna mîreka li ser kaxezê û xuyabûna navî ye. Erka mirovî, exlaqî û hiqûqî li ser van dewletan heye ku berpirsyariya xwe ya li hember civaka Êzidî bi cih bînin da ku bikaribe bi rêya aktîfkirina bernameyên dadweriya veguhêz û qerebûkirina giştî van bandorên karesat derbas bike.
Civaka Êzidî îro rûbirûyê beşekî din ê fermanê ye ku di şerê nerm de tê xuyakirin ku armanc windakirin û tinekirina nasnameya Êzidî ye. Ji ber ku hinek aliyên siyasî yên serdest hewl didin folklor û cil û bergên kevneşopî yên Êzidî tevilhev bikin û bixin nav çanda xwe. Ev yek metirsiya tinebûna taybetmendiyên çandî û dîrokî yên kevnar ên Êzidiyan çêdike û mafên wan ên xweseriyê lawaz dike, bi taybetî di bin siya mezinbûna nifşekî di hundirê kampan de û nifşekî din ê li welatên xeribiyê yên cûda belav dibe, ji çanda resen dûrbûn çêdibe. Fermana Êzidiyan ne tenê bûyereke dîrokî ya derbasbûyî ye, lê ew sûcekî berdewam e ku sîstema wî ya tinekirinê bi şêwazên nû yên îdarî û aborî berdewam dike. Li dijî van hemûyan keç û kurên civaka Êzidî berxwedaneke lehengî raber kirin.
Li ser asta siyasî û mafên dîrokî, birîn dîsa vedibin. Ji ber ku hikûmeta Iraqê heta niha dadperwerî ji civaka Êzidî re nekiriye û mafên wan ên rewa û destkeftiyên wan ên dadperwer di hemû war û saziyan de nedaye wan. Di heman çarçoveya xizmetguzarî û mirovî de, valahiyên diyar bi rêya operasyonên alîkariyê û projeyên piştgiriyê li herêmên zirardîtî derdikevin pêş, ku ketine bin bandora vê sîstema gendelî û bêserûberiya siyasî. Bêyî hebûna mekanîzmayên şopandinê yên durist gelek rêxistin dest bi karê xwe yê li herêmê dikin. Ev yek di encamê de bû sedem ku gelek malbat ji bidestxistina alîkariyeke mirovî bêpar bimînin. Ev kêmasiya diyar di dabeşkirinê de xuya dibe. Em welatiyên ku bi rastî dixwazin vegerin herêmên xwe yên resen dibînin, lê malên wan nîn in. Lewma neçar dibin konên xwe bi xwe re bînin da ku tê de bijîn. Di heman demê de li aliyê din, rêxistin ji bo kesên ku niha li derveyî Iraqê dijîn malan ava dikin û nûjen dikin.
Li ser bingeha hemû tiştên ku hatin diyarkirin, hemû van aliyên xizmetguzarî, mirovî, siyasî û civakî yên ku hatin destnîşankirin, bi hev re têkildar dibin da ku zexteke xeniqandî û dorpêçeke polîtîk ava bikin. Ev yek bandorek rasterast û kûr li ser civaka Êzidî bi hemû çînên wê re dike, sîberên xwe yên tarî diavêje ser îstîqrara derûnî ya kesan û malbatan û astengiyê li ber derfeteke rastî ya ji bo îstîqrara civakî û jiyana ewle li ser axa bav û kalan dike. Ji ber vê yekê, pêwîstî bi derbaskirina zimanê hevxemiya formalist heye û divê nexşerêyeke pratîkî û polîtîk ku ji vîna Êzidiyan bixwe destpê dike û civaka navdewletî û hikûmetan neçar dike ku destwerdanên siyasî yên hizbî bi dawî bikin û sînoran ji bandorên demografîk ên neyînî re deynin, were avakirin. Divê îstîqrara ewlehiyê bi rêya rêveberiyeke herêmî ya serbixwe (self-governance) pêk were. Divê navendên rehabîlîtasyonê û geşepêdana domdar bên avakirin da ku derfetên kar ên rastî ji bo ciwanan biafirînin. Qanûnên rastî yên dadweriya veguhêz û parastina nasname û mîrateya Êzidî bila bên çêkirin.