YPG: Li Kobanê 37 çete hatin kuştin

YPG: Li Kobanê 37 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê yên bi hemû rê û rêbazan êrîş dikin, derbên giran dixwin û destnîşan kir ku di şer û pevçûnên duh bi şev de li eniyên bakurrojhilat û başûrê Kobanê 37 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê di 15'ê Îlonê de destpê kirin, di roja 46'an de dewam dikin. Hat ragihandin ku çete bi hemû rê û rêbazan êrîş dikin û li dijî van êrîşan hêzên YPG/YPJ, gelê Kobanê û hêzên Bûrkan El Firat ên ser bi Artêşa Azad a Sûrî ve berxwedanek bi heybet nîşan didin.

Di daxuyaniyê de der barê şer û pevçûnên 24 saetên dawî de ev agahî hatin dayîn:

"Li eniya bakur-rojhilat li herêma Kaniya Kurdan çeteyan duh êvarî û bi şev 2 êrîşên cuda pêk anîn. Her du êrîş jî hatin şikandin. Li vê herêmê 3 kuştiyên çeteyan hat tespîtkirin.

Li taxa Şaredariyê hêzên me li dijî hin nuqteyên çeteyan dagirkiribû çalakî lidar xistin. Li vê derê çeteyan xwestin bi wesayîtek bombebarkirî êrîşek xwekujî pêk bînin, lê hêzên me ev wesayîta bombebarkirî di nava çeteyan de teqandin. Li vê derê 4 kuştiyên çeteyan hat tespîtkirin.

Li eniya başûr-rojhilat jî şerê dijwar qewimî. Lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tespîtkirin. 

Li eniya rojhilat duh bi şev û pêr piştî şerê dijwar hêzên me li qada şer lêgerîn kirin. Hêzên me li vê qadê dest danîn ser 8 keleş, 2 BKC, bêtêlek û gelek cebilxaneyên eskerî. Her wiha 13 cenazeyên çeteyan di destê hêzên me de ne.

Li eniya başûr jî duh êvarê hêzên me êrîş kirin û şerekî dijwar, sîng bi sîng qewimî. Di şerê li vê derê de 17 kuştiyên çeteyan hat tespîtkirin."