Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê Fermandara YJA Starê Zozan Denîz ev tişt diyar kir:
“Hevrêya me Zozan Denîz li dilê berxwedana civakî û dîroka Kurdistanê yanî li Botanê mezin bû û ji bo jiyana têkoşîna bênavber a 31 salan gav avêt; ji şervantiyê heta fermandariya eyaletê di her qedemeyê de bi karakterê sade, dilnizm, zana û çalakvan, bû fedayî û yek ji fermandarên pêşeng a YJA Starê. Ev demek dirêj bû bi îradeyeke mezin li dijî nexweşiya penceşêrê li ber xwe dida, di pêvajoya ku tedawî didît de 24’ê Hezîrana 2026’an şehîd bû.
Di serî de malbata hêja ya hevrêya me ya qehreman, em ji hemû gelê welatparêz ê Botanê û Kurdistanê re sersaxî dixwazin ku bi ewladên wêrek ber dane meşa me ya azadiyê. Hevrêya me Zozan hemû temenê xwe fedayî têkoşîna azadiyê kir. Em soz didin ku têkoşîna wê bi ser bixin û timî bîranîna wê bidin jiyîn.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrê Zozan Denîz bi vî rengî ne:
|

|
Nasnav: Zozan Denîz
Nav û Paşnav: Suphiye Ozen
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik – Bav: Azîze – Cumalî
Cih û Dîroka Şehadetê: 24’ê Hezîrana 2026’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê
|
Herêma Botan hafizaya berxwedana civakî û dîroka Kurdistanê ye, pêşwaziya herî şênber a îradeya xurt a gel e; bi geliyên xwe, rêzeçiyayên xwe yên bi heybet û kelhên xwe yên xwezayî yên ku artêşên mêtingeran di tevahiya dîrokê de nekarîne derbas bikin, navenda berxwedana me ye. Ev erdnîgariya qedîm a ku hêzên dagirkeran nekarîne dagir bikin, xwedî hafizayeke dîrokî ya bi kok e ku ji aliyên destanên xwe û klamên xwe yên dengbêjiyê ve tê parastin. Botan tenê mekaneke fîzîkî nîne; navê daxwaza azadiyê ya gelê me û biryardariya li dijî polîtîkayên qirkirinê û sînorên mêtingeriyê ye. Ev xak cihê Pêngava 15’ê Tebaxê ya Dîrokî ye ku bi pêşengiya Fermandarê me yê Nemir Egîd guleya yekem lê hate avêtin. Ev xak bûye dilê Tevgera me û gerîlatiyê. Xeta welatparêziyê ya kûr a gelê Botanê, ji dilsoziyeke jirêzê wêdetir, ji bo meşa azadiyê ya li hemû Kurdistanê rê diyar kir, pêşengî kir û haveynê esil daye têkoşînê. Ev xet xwedî karakterekî pêşeng e.
Hevrêya me Zozan Denîz li navçeya Berwarî ya Sêrtê ku parçeyekî qedîm ê Botanê ye, di nava 6 xwişk-birayan de weke ya herî mezin hate dinê. Hevrêya me qet neçû dibistanên sîstemê yên fermî, bi terbiyeya malbata xwe û çanda xwe ya civakî mezin bû. Hevrêya me Zozan di temenekî pir zû de rastiyên tund ên jiyanê nas kir. Bi xebatkariya xwe û kesayeta xwe ya gihiştî li nava malbata xwe û derdora xwe hezkirin û hurmeteke mezin didît. Hîna dema zarok dayik û bavê wê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin binçavkirin û girtin. Ev yek ji bo wê bû xala werçerxê ya herî mezin. Weke mezina 6 xwişk-birayan li hemberî berpirsyariya xwe ti carî teredut nekir; ji xwişk-birayên xwe re hem bû dayik, hem bû bav. Piştgirî da wan, hezkirina xwişk-biratiyê ya di dilê xwe de veguherand zanebûneke parastinê. Ev rastiyên bi êş bû sedem ku hevrê Zozan pir zû rastiya dijmin nas bike. Vê yekê biryardariya wê xurt kir. Ji ber zextên dijmin malbata wê neçar ma koçî Mersînê bike. Lê li wir jî rastî rûyê ceberrut ê dewleta Tirk hatin. Li dijî êrîşên sîstema metropol a li hemberî nasnameya ciwanên Kurd, cewherê xwe yê civakî û paqij parast. Hevrêya me Zozan xeta xwe ya berxwedanê û rizgariyê, bi naskirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dît.
Hevrêya me Zozan fêm kir ku li dijî sîstema mêtinger a ku dixwaze hebûna gelê me tune bike, dikare li çiyayan bersiva herî radîkal bide. Sala 1995’an weke jineke ciwan ji Mersînê berê xwe da çiyayên azad û tevlî nava refên ARGK’ê bû. Ji pratîka xwe ya gerîlatiyê ya ewilî heta kêliya dîtina jiyana çiyê, li kelha efsanewî saha Botanê ya ku bingehê herî xurt a artêşbûna jinê lê hatiye danîn, gav avêt. Hevrêya me dilê xwe û welatparêziya esil a gelê Botanê kir yek. Gelek tiştên derbarê gerîlatiyê, li van warên pîroz bi rengekî fedayî xiste pratîkê. Weke jineke ku qet dibistan nexwendî, li dibistana hevrêtiyê ya PKK’ê û li sîperên çiyê fêrî xwendin û nivîsandinê bû. Hevrêya me Zozan jiyana şoreşger weke akademiyeke bêdawî dît; ji sala 1995’an heta 1997’an li Zapê, ji 1998’an heta 2002’yan li Zagrosan, ji 2002’yan heta 2005’an li Qendîlê, ji 2005’an heta 2006’an car din li Zagrosan, ji 2006’an heta 2008’an li Garê, ji 2008’an heta 2010’an li Xakurkê û piştî 2010’an jî li biryargeha Bakur pratîkek bênavber û bêrawestan meşand. Di kêliyên herî dijwar ên şer de, sala 1997’an li Zapê û sala 1998’an li Zagrosan parçeyên şarapnel lê ket û birîndar bû. Birînên xwe kir sedemê mezinkirina îdîaya şoreşgeriyê. Ji bo ku pratîka xwe ya leşkerî bi kûrahiya îdeolojîk tacîdar bike, sala 2002’yan li Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlum Dogan, 2006’an li Akademiya Şehîd Bêrîtan û sala 2008’an li Akademiya Leşkerî ya Mahsum Korkmaz perwerde dît û xeta fermandariya pêşeng a demê di şexsê xwe de şênber kir.
GIHÎŞT HEQÎQETA JINA KURD A AZAD
Ji bo hevrêya me Zîlan rastiya şehîdan ne diyardeyeke bîranînê ya jirêzê bû, wê weke ‘hêza pêşang û lûtkeya têkoşîna me’ pênase dikir û weke sereketirîn pisûla jiyanê bû. Zanî êşên kûr ên di şehadeta hemû hevrêyên xwe yên li gel wan têdikoşiya û dimeşiya de, li hemberî dagirkeriyê veguherîne xîreta têkoşînê û biryardariyeke ku tu caran têk naçe. Hevrêya me ya ku bi awayekî hosteyane êşên xwe veguherand çalakiyeke şoreşgerî, bi dilsoziyeke mezin girêdayî Rêber Apo bû. Rehîngirtina Rêbertiya me ya di pêvajoya Komploya Navneteweyî ya 1999’an de, di jiyana hevrêya me ya şoreşgerî de bû serdema wê ya herî giran û dijwar. Li hemberî vê konsepta tarî ya tesfiyekirinê, xwe di îdeolojiya Apoyî de zêdetir kûr kir, wefadarî û dilsoziya xwe ya ji bo xeta Apoyî di sîperên şer de bi awayekî fedayî nîşan da. Îdeolojiya Apoyî, karekterê PKK’ê yê komunal û nasnameya jina azad a PAJK’ê bûn wesîle ku hevrêya me Zîlan xwe ji nû ve biafirîne. Hevrêya me ya ku hişmendiya zayendê bi dest dixe, hêza jinan a bêmînak keşif dike û gelek ji xwe bawer dike, di nava gerîlayan de mantiqeke leşkerî ya bihêz bi dest dixe û bi sekna xwe ya bidîsîplîn derdikeve pêş. Hevrêya me weke hizrî û pratîkî li hemberî her cure meylên dijmin li gel xwe şiyaneke parastinê ya bilind diafirîne. Li hemberî têkoşîna azadiyê ya wê diafirîne û Rêbertî hemû kêliyên jiyana xwe bi sekneke minetdarî derbas dike. Felsefeya ‘îrade bûyîna mirovî ya xwe ye; li hemberî bûyer û diyardeyan dayîna biryarên azad a ji aliyê şexsan ve ye’ dixe navenda jiyana xwe û li çiyayên Kurdistanê digihîje heqîqeta jina Kurd a azad a dikare bibe Xwebûn. Bi gotina ‘Hezkirin fêmkirin û hîskirin e’ bi hesassiyeteke mezin li nêzî xwezayê, gelê xwe û hevrêyên xwe dibe; bi mezinahiya dilê xwe bi hezaran şervan perwerde kirin ji wan re bû çavkaniyeke îlhamê ya tu caran bi dawî nabe.
Di sala 2013’yan de, dema li gel rabûna Şoreşa Azadiya Rojava û di dema êrîşên hovane yên li ser destkeftiyên gelê me de, hevrêya me Zozan li gel hişmendiya berpirsiyariya dîrokî çeka xwe hilda û derbasî qada Efrînê bû. Bi salên dirêj li Efrînê ma û ji birêxistinkirina gel bigirin heya parastina mewziyan di hemû qadan de kedên mezin nîşan dan. Hevrêya me ji bo ku paradîgmaya Civaka Demokratîk û Ekolojîk a Rêbertiya me ya xwe dispêre Azadiya Jinan di hemû qadên jiyana xwe de pêk bîne, li hemberî hemû zehmetiyan li ber xwe da. Bi keda xwe, sekna xwe, hêza xwe ya ji însan û jiyanê re, coşa xwe û karekterê xwe yê şervaniyê di hemû qadên jiyanê de rê nîşanî hevrêyên xwe da û bû fermandareke zana ya nîşan dide û pêş dixe. Di jiyana xwe ya şoreşgerî ya 31 salan de li dijî hemû nêzîkatî û ferasetên paşverû yên derveyî Partiyê têkoşîneke îdeolojîk a bêtawîz meşand; li gel hevrêtiya xwe ya berfireh û manewiyata bilind ji hemû hevrêyên xwe re bû çavkaniya îlhamê. Erkên PKK û PAJK’ê di astên herî bilind de, li gel hişmendiya berpirsiyariyê bi cih anîn û sînorên pergala dihat ferzkirin, perçe kirin. Bi dil û can ji îdeolojiya rizgariya jinan bawer kir û bû mînaka herî şênber a jina Kurd a azad, xwedî îrade û bedew.
Hevrêya me Zozan a ku gotin, cewher û pratîka wê li ser yek aliyî dibe yek, li gel tecrûbeyên xwe yên leşkerî û gerîlatiyê karekterê xwe yê derbeyên giran li dagirkeran dixe, li gel kesayeta xwe ya mutewazî û sade dike yek. Li gel taybetmendiya xwe ya astengiyan nas nake, di hemû qedemeyên artêşa me ya gerîyan de ji şervantiyê heya fermandariyê, ji fermandariya kom û tîmê heya fermandariya herêm û eyaletê berpirsiyariyên herî krîtîk girtin ser milên xwe. Tevî ku qet neçûbû dibistanê jî di dibistana felsefeya Apoyî de karî bibe bîrdariyeke şoreşê ya rewşenbîreke zana û heqîqeta jina azad.
TEVLÎ KARWANÊ NEMIRAN BÛ
Hevrêya me Zozan dema li ser wezîfeya xwe ji bo azadiya gelê me bênavber têdikoşiya, bi nexweşiya penceşêrê ket. Ew îradeya xurt a ku li eniya şer raber kir, li dijî vê nexweşiyê jî raber kir û li ber xwe da. Ji ber vê nexweşiya ku demek dirêj li hember têkoşiya, di pêvajoya 24’ê Hezîrana 2026’an de şehîd bû û tevlî karwanê nemiran bû.
Malbata wê ya hêja û gelê welatparêz ê Botanê ku ewladeke wiha wêrek û zana ji nava xwe derxist, çiqasî bi hevrê Zozan serbilind bibin, kêm e. Hevrêya me temenê xwe diyarî xeta lehengiyê kir. Naskirina vê bedewiya ku hemû temenê xwe fedayî doza azadiyê kir, vê fermandara ku cihê wê nayê dagirtin, bi wê re li heman eniyê şer kirin û hevrêtiya bi wê re ji bo me hevrêyên wê rûmeta herî mezin e. Weke şopdarên fermandara wêrek hevrê Zozan Denîz, em soza xwe dubare dikin ku mîrateya wê ya pîroz û xeyalên wê teqez bi serketinê tacîdar bikin, bîranîna wê di meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad de bidin jiyîn û em ê bibin layiqê xeta şehîdan.”