YPG'ê koçberên Kobanê vexwend Şêxmeqsûd

YPG'ê koçberên Kobanê vexwend Şêxmeqsûd

Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a bajarê Helebê bang li hemû koçberên Kurd û bi taybet ên herêma Kobanê kir ku li şûna diçin welatên derdorê bila bên taxa Şêxmeqsûd û diyar kir ku li taxê hemû pêdiviyên jiyanî hene.

Fermandariya YPG‘ê ya bajarê Heleb girêdayî rewşa welatiyên Rojavayê Kurdistanê ku diçin derveyî Rojava daxuyaniyek da û da zanîn ku koçberên herêma Kobanê yên di kampên dewleta Tirkiyê de rastî nêzîkatiyên nebaş tên.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em bang li gelê Kurd ê ku ji ber dijwarbûna rewşên jiyanî û êrîşên çeteyan ji herêmên xwe derketine dikin ku neçin welatên derdorê û berê xwe bidin taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê."

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku gelê Kurd di kampan de, bi taybet welatiyên herêma Kobanê yên di kampên dewleta Tirk de rastî nêzîkatiyên xerab tên.

Di daxuyaniyê hat gotin ku rewşa ewlehî ya taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê di van deman de baş bûye û hejmarek koçber li wir bicih dibin û hemû pêdiviyên jiyanî jî hene û peyda dibin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li welatiyên Kobanê yên ku bê cih û war mane hate kirin ku berê xwe bidin taxa Şêxmeqsûd û wiha hate gotin: "Em soz didin ku em ê heta şervana/ê xwe yên dawiyê parastina gelê xwe bikin."