Tevgera artêşa Tirk didome
Tevgera artêşa Tirk didome
Tevgera artêşa Tirk didome
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê (NRÇ-HPG) diyar kir ku artêşa Tirk ji bo derbasbûna tankan ku li Girê Meymûn ê li xeta sînorê Heftanîn, rêya ku berê çêdikir, ji nû ve daye destpêkirin. NRÇ-HPG da xuyakirin ku balafirên bêmirov ên artêşa Tirk li ser herêma Zapê ya girêdayî Heremên Parastinê yên Medya keşif pêk aniye û ji bo Qereqola Gir a girêdayî Licê leşker hatine sewqkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku, artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medya keşif pêk aniye û wiha dewam kir, “29’ê Cotmehê saet di navbera 22.00 û 23.00’an de artêşa Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov li ser herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya bi armanca keşfê firiyane. Dîsa 30’ê Cotmehê (îro) saet di navbera 01.00 û 05.00’an de li ser herêmê bi awayekî zêde keşif pêk hatine."
NRÇ-HPG da xuyakirin ku artêşa Tirk bi awayekî zêde leşker sewqî Qereqola Gir a girêdayî Licê ya Amedê kirine, di heman demê di qereqolê de çeperên nû hatine çêkirin û tadîlata qereqolê hatiye kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê herî dawî diyar kir ku, artêşa Tirk li navçeya Bazîd a Agirî girtiye ser malan û wiha got, “29’ê Cotmehê saet 04.00’an artêşa Tirk a dagirker li navçeya Bazid a Agirî girtiye ser malan. Di van serdegirtinan de 8 kes hatine binçavkirin û tevgera artêşa Tirk didome.”