'Sînor em ji hev kirin...'
'Sînor em ji hev kirin...'
'Sînor em ji hev kirin...'
Gelek welatiyên ku ji ber çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê koçber bûn û hatin li cem xizmên xwe yên li gundên Pirsûsê dimînin. Îbrahîm Abdo yê Kobaniyî got:“Gelê me yê li vir me tenê nahelin, piştgiriya xwe ji bo me kêm nake, ev der axa me ye, gelê me ye, lê em dîsa jî dixwazin di demeke kin de vegerin ax û gundê xwe. Em berê li gundan diman lê sînoran em ji hev qut kirin" kir.
Welatiyên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê mecbûr mane derkevin, li gundê navçeya Pirsûsê li cem xizmên xwe dimînin. Li Pirsûsê axa hin welatiyên ji bav û kalên mane heye. Sînor ji bo van welatiyan tê wateya "qutkirina axa wan a bi awayekî sûnî". Nêzî 50 malbatên ku ji Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçber bûne li gundê Tilhudê dijîn. Li vî gundî hemû mal ji bo xizmên xwe yên ji Kobanê hatine, hatiye dayîn.
'EM LI CEM XIZMÊN XWE BI CIH BÛN'
Ji welatiyên Kobanê ku li gundê Tilhudê bi cih bûye Îbrahîm Abdo ye û ji gundê Kelt ê ya Kobanê hatiye û ev tişt anî ziman: "Çete bi çekan hatin gund. Me jî gundê xwe vala kir û em hatin li cem xizmên xwe yên li vî alî dijîn. Me her tiştên xwe hişt û em hatin. Zevî, sewal û malên xwe hişt û em hatin û em li cem xizmên xwe bi cih bûn. Destpêkê em hatibûn Kobanê. Piştre top avêtin Kobanê. Traktora xwe, zeviyên xwe me hişt û em hatin."
'EM DIXWAZIN VEGERIN AXA XWE'
Abdo, diyar kir ku DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşî gundê wan kiriye û wiha berdewam kir: "Êrîş zêde ne û heke çekên giran neba, me gundê xwe nediterikand. Gelê me yê vê derê me tenê nahêle. Piştgiriyên xwe kêm nake. Ev der axa me ye gelê me ye, demeke kin de em dîsa dixwazin vegerin axa xwe û gundê xwe. Em 50 malbat li vî gundî dijîn. Demên berê em li vir dijiyan lê sînor em veqetandin. Ji bo ku em careke din vegerin em dixwazin nêzî sînor bibin."
'BI ÇEKÊN GIRAN ÊRÎŞÎ GUND KIRIN'
Welatiyê bi navê Sadik Mustafa yê ji gundê Qiçik ê Kobanê hatiye û li gundê Tilhudê bi cih bûye jî destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîşî gundê wan kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em li gundê xwe bûn, dengên topan hat, li dora gund ketin. Me zarok û wesayîta xwe girt û em hatin Kobanê. Me hinek jî sewal anî. Hinek jî em mecbûr man bihêlin. Hespên me li gund ma. Em ji Kobanê jî hatin gundê Tilhudê ya ku xizmên me heye."
'EM TU CARAN DEV JI AXA XWE BERNADIN'
Mustafa da zanîn ku li Pirsûsê welatî baş li wan dinêrin û qîmetê didin wan û ev tişt anî ziman: "Ji ber ku em dibêjin, sibehê vegerin em li vir karekî jî nakin. Em serê sibehê heta êvarê ji sînor Kobanê temaşe dikin. Dema dengê topan tê em derdikevin derve û Kobanê temaşe dikin. Zarokên apên me û zarokên me niha li Kobanê ne û li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Em meraq dikin. Tu caran Kobanê nakeve. Heta kesek jî bimîne Kobanê nakave. Em bawer dikin di demeke kin de em ê vegerin Kobanê. Niha nêzî 340-350 gundên me hatine valakirin. Em ê tu caran dev ji axa xwe bernedin."