Şervanên YPG û YPJ’ê ji aliyê dehhezaran ve hatin oxirkirin

Şervanên YPG û YPJ’ê ji aliyê dehhezaran ve hatin oxirkirin

Cenazeyên şervanên Kurd  Ercan Kaya (Gelhat Gabar) û Abdullah Nas (Mîran Dîderî) ên ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê 10 hezaran kesan ve li ber baranê de hatin veşartin. Cenazeyê Şervana YPJ'ê Ferîde Kaçmaz li Geverê ji aliyê jinan ve hate oxirkirin, cenazeyê şervanê YPG'ê Ahmet Firat (Baz Egît) jî li gundê Humera Jorîn ya Serêkaniyê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Li gelek bajaran ji bo şervanên YPG û YPJ'ê saziya hatin danîn.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Ercan Kaya (Gelhat Gabar) û Abdullah Nas (Mîran Dîderî) ên li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan li Sêrtê hatin definkirin. Cenazeyên şervanên YPG'ê şevên din anîn Amedê û serê sibê bi karwaneke qelebalix anîn Sêrtê. Karwanê cenazeyan di ketina Bismîlê de ji aliyê welatiyan ve bi dirûşma "Şehîd namirin" hatin pêşwazîkirin. Karwanê cenazeyan di ketina navçeya Misircê bi girseyî hate pêşwazîkirin û piştî re ber bi Sêrtê ve bi rê ket. Tevî baranê bi hezaran welatî li ber avahiya DBP'ê li benda cenazeyan man.

Karwanê cenazeyan ji aliyê girseyê ve bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana YPG", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Kurdistanê dê ji DAIŞ'ê re bibe gor" hatin pêşwazîkirin. Cenazeyên şervanên YPG'ê yên bi ala YPG'ê hatin pêçandin ji aliyê girseyê ve ji wesayîtan hatin wergirtin û li ser milan ji Kolana Tillo heya Goristana Zeviye ya li Taxa Yenî meşiyan. Di dema meşê de welatiyên li ser rê û xwendekaran bi sloganan silav kirin.

Piştî meşê cenazeyên şervanên YPG'ê li goristanê hatin definkirin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn rêzgirtin pêk hat û sirûda "Çerxa şoreşê" hate xwendin. Parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan diyar kir ku hemû kêsên piştgiriyê didin çeteyên DAIŞ'ê bila baş bizanin Kobanê nakeve û wiha got: "Di serî de Kobanê wê hemû gelê Kurdistanê azad bibe."

Bavê Kaya Îbrahîm Kaya û Apê Nas Îbrahîm Nas jî spasiyên xwe ji gel kirin û wiha gotin: "Di serî de serê Serok Apo, hevalên wî û hemû şervanên azadiyê sax be."

Piştî re girse çûn taziyeya li Parka Orhan Dogan a li Taxa Bariş a ji bo Nas û Kaya hatî danîn.

ŞERVANA KURD ROJBÎN LI GEVERÊ SPARTIN AXÊ

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Ferîde Kaçmaz (Rojbîn Ronahî) ya di 28'ê Cotmehê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi girseyî hate definkirin. Cenazeyê Kaçmaz li Pirsa Şakîtan ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin û bi karwanekî qelebalix birin gundê Serdeştê. Cenazeyê Kaçmaz di ketina gund ji aliyê sedan welatiyan ve bi dirûşma "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin.

Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Kaçmaz ji aliyê jinan ve hate hilgirtin û heya goristana gund birin. Piştî rêzgirtinê cenazeyê Kaçmaz hate definkirin.

Malbata Kaçmaz ji ber baldariya welatiyan a li hemberî cenaze spasî li welatiyan kir.

JI BO ŞERVANÊN KURD MEWLÛD

Ji bo şervanê YPG'ê Abdulazîz Orselendî (Agir Amed) li gundê Şêxdewda yê navçeya Farqînê ya Amedê mewlûd hat dayîn. Rêveberên MEYADER'ê, rêxistinên DBP'ê yên Amed, Farqîn û Karazê, malbatên HPG'iyan û welatiyên Kobanê tevlî bûn. Piştî axaftinan û xwendina mewlûdê xwarin hate dayîn.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî ji bo şervanê YPG'ê Mehmet Zekî Soyal (Zekî Bagok) ji aliyê MEYADER'ê ve mewlûd hat dayîn. Rêveberên DBP û HDP'ê, hevşaredar, Dayikên Aştiyê û sedan welatî tevlî mewlûdê bûn. Piştî xwendina mewlûd û axaftinan xwarin hat belavkirin.

Li Êlihê jî ji bo şervanê YPG'ê Adîl Kara (Adîl Batman) mewlûd hat dayîn. Mewlûd ji aliyê malbata Kar û MEYA-DER'ê ve li Taxa Hîlal hat dayîn. Parlamentera HDP'ê Ayla Akat Ata, Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel û rêveberên DBP'ê û gelek welatî tevlî mewlûdê bûn.

BAZ EGÎD LI SERÊKANIYÊ SPARTIN AXÊ

Cenazeyê Ahmet Firat (Baz Egîd) ê li Kobanê di pevçûna bi çeteyen DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li gundê Humera Jêrîn a Serêkaniyê hate definkirin. cenazeyê Firat ê li Saziya Tiba Edlî ya Rihayê hate wergirtin bi karwanekî anîn Serêkaniyê. Cenazeyê ku di ketina navçeyê de hate pêşwazîkirin birin gundê Humera Jêrîn. Parlamenterê HDP'ê Îbrahîm Bînîcî, Serokê DBP'ê yê Rihayê Celalettîn Erkmen, nûnerên MEYADER'ê yên Wêranşar û Serêkaniyê jî di nav de bi hezaran welatî tevlî merasîma cenaze bûn. Li goristana gund piştî rêzgirtinê û xwendina sirûda Çerxa Şoreşê hate definkirin. Dema cenaze dihat definkirin dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" "Qatil DAIŞ hevkar AKP" hatin gotin.

'BILA TU KES HÊRSA KURDAN NECERIBÎNE'

Piştî ku cenaze hate definkirin Serokê DBP'ê ya Rihayê Celalettîn Erkmen axivî û wiha got: "Bila AKP hêrsa vî gelî neceribîne. Ev lehiya hêrsê dê desthilatiya AKP'ê jî Serokwezîrê wî jî Serokomarê wî jî li erdê re bike yek. Divê AKP dest ji piştgirîdayîna DAIŞ'ê berde." Piştre parlamenter Bînîcî axivî û ji bo malbatê û xizmên wî sersaxî xwest. Bînîcî wiha got: "Ez çeteyên DAIŞ'ê û yên piştgiriyê didin wan û dibin sedema kuştina bi dehan ciwanan lanet dikim. Rêhevalên Ahmet Firat têkoşîna wî didomînin. Heta hemû Rojava û Kobanê azad bibe ev têkoşîn wê bidome. Dê xwîna Ahmedan li erdê nemîne."

Ji bo Ahmet Firat li Mala Şînê ya taxa Cumhuriyetê serdanên sersaxiyê tên qebûlkirin.

Ji bo Elî Ehmet (Egîd Kobanê) yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da li Taxa Kuçuk Kirimê ya navçeya Ceyhanê li nûnertiya HDP'ê konê sersaxiyê hate vedan. Malbata Ehmet li vir serdanên sersaxiyê qebûl dikin. Sersaxî dê 3 rojan bidome û bi mewlûdê bi dawî bibe.